Wezîra Jinan a Tûnisê: Salane 3 hezar û 500 beyanameyên şîdeta ser jinan tê jiyîn

Wezîra Jin, Malbat û Pîran a Tûnisê Iman El-Zahrani Hoymel hejmara bangên ku li ser xeta kesk a taybet hatine wergirtin der barê şîdeta di nav malbatan de eşkere kir.

Tûnis- Wezîra Jin û Malbatê Iman Hoymel diyar kir ku hejmara bangên ku li ser xeta kesk a taybet hatine girtin der barê şîdeta di nav malbatan de ji her cureyî gihîştiye 13,500 hezar agahdariyan, di nav de salane 3,500 raporên şîdeta li ser jinan e, ev yek jî ji bo jinên Tûnisî nîşaneyek xeternak e. 
Şîdeta nava malê bi koronayê re girantir bû
Wezîra Jin û Malbatê Iman El-Zahrani Hoymel anî ziman ku hejmara bangên têkildarî zarokan gihîştiye 17,500 agahdarî, di nav de 6,800 bûyerên şîdeta li dijî zarokan hene. Iman bal kişand ku rêjeya şîdeta nava malê di serdema qeyrana tenduristî û belavbûna pandemiya koronayê de girantir bû û wiha domand: "Hevgirtina malbatê girîng e, nemaze di çarçoveya ku civaka Tunisê lê dijî, guherînên neyînî yên di nav malbatê de, bi asta şîdetê ya bilind de ye. Ji bilî zêdebûna diyardeya koçberiya neqanûnî ji hêla zarok û malbatan ve jî gelek dane hene.
Iman Hoymel diyar kir ku ji bo navbeynkariya malbatê amadekirina mekanîzma, têgeh û hin mercan dest pê kiriye. Armanca vê prosedurê peydakirina zemînek guncav e ji bo dadgeran û alîkariya malbatan ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên ku di navbera endaman de derdikevin. 
Wezîra Jin, Malbat û Pîran a Tûnisê Iman Al-Zahrani Hoymel di dawiya axxaftina xwe de got ku navbeynkariya malbatê dê bi tu awayî bandorê li mafên jin, zarok û pîran neke û teqez kir ku mafên jinan bi qanûnên taybetî yên qanûna bi hejmar 58 a 2017’an a têkildarî rakirina şîdeta li ser jinan, tê organîzkirin.