Weqfa Neteweyî meha cîhanî ya hişmendiya bi penceşêra pêsîrê re pîroz dike

Seroka Beşa Jin û Zarokan a li Weqfa Neteweyî ya Penceşêrê Sanaa Sêf dibêje: "Me kampanyayên hişyarkirinê ji bo meha pembe bi gelek çalakiyan da destpêkirin. Di nav de kampanyayên hişyarî û perwerdeyê der barê nexweşiyên li Adenê û heta kampên jicîwarkirinê jî hene."

NÛR SURÎB
Yemen- Bi hatina Meha Navneteweyî ya Hişyariya Penceşêra Pêsîrê ku wekî meha pembe tê zanîn, Weqfa Neteweyî ya Penceşêrê li Adenê kampanyayek hişyariya penceşêra pêsîrê da destpêkirin.
Navendên Tesbîtkirina zû ku ji hêla Weqfa Kontrolkirina Penceşêrê ya Neteweyî ve li Adenê hatin vekirin, di çarçoveya kampanya xwe ya hişyariyê de ku hevdemî bi destpêka meha Cotmehê, Meha Navneteweyî ya Hişmendiya Penceşêra Pêsîrê hatiye diyarkirin, pêşwaziya bi dehan jinên ku bi tesbîtê re eleqedar in û dixwazin rê û rêbazên guncav ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyê bizanibin kir. 
“Kampanyayên hişyarkirinê bi gelek çalakiyan dest pê kirin”
Seroka Beşa Jin û Zarokan a li Weqfa Neteweyî ya Penceşêrê Sanaa Sêf dibêje: "Me kampanyayên hişyarkirinê ji bo meha pembe bi gelek çalakiyan da destpêkirin. Di nav de kampanyayên hişyarî û perwerdeyê der barê nexweşiyên li Adenê û heta kampên jicîwarkirinê. Di dema kampanyayê de, me bûyerên destpêkê yên enfeksiyonê yên ku ji weqfê re hatin veguheztin da ku bi nexweşiyê re mijûl bibe û di dermankirinê de alîkariya jinan bike hebûn. Me ji bo rizgarbûna ji penceşêra pêsîrê û şervanan jî çalakiyek werzîşê ya berfireh organîze kir.”
Di domandina axaftna xwe de got: "Çalakiyên me yên hişyarkirinê yên di çarçoveya kampanyayê de ne tenê li navçeyên Adenê bûn, di heman demê de parêzgehên Lahj û Al Dhale jî di nav de bûn da ku jinên li wan deveran li ser girîngiya tesbîtkirina zû û çawaniya meşandinê perwerde bikin.”
“Bi saya navendên tendirustiyê nexweşî zû hat tesbîtkirin”
Der barê berteka jinan a ji bo kampanyayê de jî got: "Kampanya rastî bertekeke mezin hat ji bo domandina kampanyayan di wan parêzgehan de û dê di tevahiya meha Cotmehê de berdewam bikin. Ji ber ku nexweşî pir metirsîdar e û bandorê di van şert û mercên ne aram ên welatê me de li jinan dike. Divê jin bên perwerdekirin da ku nebin nêçîra vê nexweşiya xeternak.”
Der barê hejmara jinên ku ji bo tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê serdana navendên pembe dikin de jî dibêje: "Amarek salane ya me heye ji bo hejmara sûdmendên Weqfa Kontrolkirina Penceşêrê ya Neteweyî. Navendên pembe yên li navenda El-Heyat ji xizmetên herî girîng in ku ji jinan re tên pêşkêşkirin, ji ber ku ew belaş in û di tevahiya salê de berdewam dikin. Hejmara jinên ku di sala 2020’an de li Aden û Lahj ku ji nexweşxaneyên tesbîta zû sûd werdigirin gihîştiye 1121 jinan. Jinan ji Aden, Lahj û parêzgehên din ên wekî Şebwa, Al Dhale û Taizê bere xwe dan nexweşxaneyan.”
“Xizmetên li navenda tendirustiyê tên kirin bêpere ne”
Her wiha destnîşan kir ku karûbarên li Navenda Jiyanê ya Weqfa Neteweyî ya Penceşêrê tên kirin bêpere ne û wiha got: "Navenda me ya pispor heye ku yekem e li welat, du bijîjkgehên belaş digre nav xwe û xizmetên muayeneyê bi bijîjkên pispor û xizmetên radyolojiyê bi alavên nûjen ên wekî mamografiyê pêşkêş dike.”
Mamografî ji bijîjkan re dibe alîkar ku her guhertina di tevna pêsîrê de tesbît bikin û bi riya wê dikare girêkên biçûk jî tesbît bike.
Li nexweşxaneyê tedawiya derûnî jî tê dayîn
Di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li navenda El-Heyat di heman demê de ultrasyonek heye ku ew jî amûrek muayeneya wênegiriyê ya ku  bi riya wî pêlên jordengî derbasî pêsîrê tên kirin ku ew vediguherin wêneyên li ser ekranê xuya dibin da ku celebê wermê diyar bike. Her wiha bijîşkên me yên piştevaniya derûnî didin jî hene ku yek ji girîngtirîn beş e, ji ber ku şervanên jin ên bi nexweşiyê pêdiviya wan bi piştevaniya derûnî heye. Bi riya bijîjkên xwe, em hewl didin nexweşan û yên ku rihet bûne ji bo qonaxa piştî dermankirinê amade bikin ew jî bi riya danişînên piştevaniya derûnî û takekesî pêkan e. Em girîngiyê didin piştgiriyê jinan ji bo rûbirûbûna dilgiranî û tirsa nexweşiyê neyên. Her wiha beşa me ya taybet ji bo perwerdekirin, hişyarî û rewşenbîriyê heye û ev yek ji bo hemû jinan û civakê bi giştî hişyariyê çêdike.”
Sanaa Sêf, seroka beşa Jin û Zarokan li Weqfa Neteweyî ya Penceşêrê di dawiya axaftina xwe de peyamek ji jinan re şand û wiha got: "Hemû jin divê bi hêz bin û di lêkolîna xwe ya mehane de dudilî nebin û ger rewşa wan dijwar bibe bila biçin navenda El-Heyat û ba bijîşkên muayeneya zû li Aden û Lahjê. Nexweşxaneyên me vekirî ne û bêpere ne. Muayeneya we niha tê wateya ewlehiyê û netirsin, ji ber ku tesbîtkirina nexweşiyê dema zû be bi rêjeyek mezin dibe alîkar. Her wiha ez ji hemû jinan dixwazim ku di warê hişmendiyê alîkariya hev bikin da ku em hemû bikaribin li dijî nexweşiyê şer bikin û tevkariyê ji bo rizgarkirina gelek kesan bikin.”
Kampanya dê bi rêwîtiyek bêhnvedanê ya ji bo kesên ji penceşêrê rizgar bûne û ji bo piştgirîdayîna kampanyayê û nexweşan bi dayîna moral bi dawî bibe.