Weqfa jina azad bi projeyên xwe derfetê kar ji civakê re diafrîne

Rêvebera komîta tendrûstiyê Melke Hesaf di weqfa jinê de dıyar dıke ku karê wan ji bo pêşxistina civakê yê projeyên xwe berfireh dikin û rola jinê di warê aborî de xurt dikin.

Şêrîn Mihemed

Qamişlo- Weqfa jina azad bi dirûşmeya ‘Jina azad bingeha civaka azad e’ li ser mijarên civakê û çareseriyê di sala 2014’an de li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê dest bi karê xwe kir. Ji bo civaka azad pêşbixe karê xwe weke saziyek serbixwe berdewam kir û projeyan birêxistin dike

Armanca vê projê di warê aborî de civak pêşxistin e’

Rêvebera Komîta Tendrûstiyê Melke Hesaf der barê projeyên Weqfa Jina Azad yên cihêreng de got:”Em baş li ser projeyên xwe kar dikin ji bo civakê di warê aborî de pêşbixin û rola jinê têde xurt bikin, vê salê bi riya komîteyên weqfê ji bo rewşa aborî ya jinê pêşbixin em projeyên xwe kevin berfireh dikin. Projeya hirî û dirûtinê ji aliyê gelek jinên herêmê ve hate pejrandin, bi riya karê wan di projeyê de kêrhatiyên xwe di dirûnê û karê destan de pêşxistin, hejmara jinên vî karî di weqfê de dikin jî zêde bûn, niha em cil û bergên berhemên jinan difroşin.”

Ji bo gundan klînîkên gerok hatiye avakirin

Meleke Hesaf diyar dike ku beşê tendrûstiyê ya nava weqfê de, mistewsaf û kilînîkên gerok ku nava gundan de digerin hene ji bo alîkariyê xelkê li gundên dûrî bajêr ku nikarin xwe bi nexweşxaneyan gînin dikin ûwiha pêl da gotinê xwe:”Bi qasî em dikarin em hewildidin alîkariya gelê herêmê bikin bi taybet jin û zarokan. Ji aliyekî din ve gelek navendên me yên tedawiya bi giyayên bijîşkî û mesajê hene, di gelek nexweşiyan de em bijîşkiya xwezayî bikartînin ji ber ku bandora xwe neyênî li ser nexweşan nîne. Îsal emê kilînîkên gerok bêhtir peyda bikin daku bighêjin herêm û gundên zêdetir, her wiha tedawiya me ji nexweşên hejare bê berambere.

‘Em hewil didin derfetên kar ji jinan re peyda bikin’

Meleke Hesaf di berdevamiya axaftina xwe de kar û xebatên weqfê berfireh vedike û dibêje ku îsal jî vekirina proje û komele di nava taxan de ye. Li gel perwerdeyên fikrî jinan fêrî pîşeya dirûnê, hemşeriyê û destwerdana lezgîn bikin, ji bo di hemû aliyan  de pêşbikevin û wiha dirêjî da gotinê xwe:“Em hewildidin derfetên kar ji bo jinên di malan de peyda bikin di warê aborî de xurt bibin. Demek nîz de emê vekirina navendek tendrûstî nû li bajarê Kobanê ji bo zarok û jinan raghînin.

‘Ji bo zarokan projê me gelek in’

Meleke Hesaf di dawiya axaftina xwe de behsa proje xwe yên ji bo zarokan yên girêdayî weqfa Jinê de jî ani ziman û wiha gotinê xwe bi dawî dike:”Projeyên me ji bo zarokan gelek in, weke zêdekirina baxçeyên zarokan li Bakûr û Rojhilatî Sûriye yê, li gel firehkirin û belavkirina navendên ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet. Di warê hunerî de jî projeyên me yên fêrkirina zarokan muzîkê hene ji bo di demên xwe vala de hobiyên xwe pêşbixin, me navend û alavên muzîkjenê û stafê perwerdekaran jî amade kirin.