Weqfa Adwar bi salan e xizmetê ji jinên Filistînê re dike

Weqfa Adwar ku 11 sal e bi xebatên xwe hewl dide rewşa jinan di warê civakî, aborî û siyasî de baştir bike; di sala 2022'an de jî dê hewl bide bernameyên xwe bi pêş bixe da ku hemû qadan bigre nava xwe.

NEXEM KARACA
Xeza- Weqfa Adwar ji dema damezrandina xwe, ji sala 2010'an vir ve, bi bernameyên xwe yên civakî, aborî û siyasî hewl da rastiya jinan baştir bike. Di sala nû de, ew li bendê ye ku wê bi pêş bixe da ku qada hawirdorê jî bigre nava xwe û astengiyên ku di sala 2021'ê de pê re rû bi rû maye derbas bike.
Rêvebera Giştî ya Weqfa Adwar Dr. Sahar El-Qawasme der barê kar û destkeftiyên komeleyê de ji ajansa me re axivî û got: "Adwar saziyek sivîl a neqeydkirî ku di sala 2010'an de li parêzgeha EL-Xelîl hatiye avakirin e û em li parêzgehên curbecur kar dikin û armanca wê ew e ku bi jinên Filistînê re bixebite, wan bi hêz bike û bi rêgezên piralî derfetên beşdarbûna wan zêde bike. Ji ber ku başkirina rastiya jinan ne tenê bi mekanîzmayek kar tê kirin. Ji ber vê sedemê Weqfa Adwar bi pêşkêşkirina sê bernameyên civakî, aborî û siyasî biryar da ku Platforma Zayendî û Pêşketinê qebûl bike. Di sala 2022'an de, em ê bernameya çaremîn ku jîngeh û guherîna avhewayê ye pêşkêş bikin û bi pêş bixin û em teqez dikin ku jin sekna gelê Filistînê û mayîna wan a li ser rûyê erdê ne û bêyî jinên Filistînê dê îstîqrar û saxbûn tune be.”
Bi bernameyan şiyana jinên Filistînê bi pêş dixin
Sahar El-Qawasme her wiha got: "Em bi riya pêşkêşkirina bernameyan gelek pirsgirêkan çareser dikin. A yekem piştgirîdayîna şiyanên civakî yên jinan û zêdekirina piştgiriya derûnî ye ji bo ku jin di civaka Filistînê de rola pêşeng bilîzin û tundî kêm bibe. Der barê bernameya aborî de, em dixebitin ku jinan di warê aborî de bi hêz bikin da ku di civaka Filistînê de çalak bin û bikaribin pêdiviyên xwe bi cih bînin û beşdarî prosesa geşedana aborî bibin bi dayîna projeyên dahata wan û bidestxistina jêhatîbûnên pîşeyî yên ku dê alîkariya wan bike derfetên kar di pêşerojê de bidest bixin. Ji aliyê siyasî ve, em li bendê ne ku zext û bandor li ser biryarderên hikûmeta Filistînê bikin da ku qanûn û zagonên ku mafên jinên Filistînê diparêzin werin pejirandin. Ji bilî xurtkirina beşdariya wan di jiyana siyasî de bi riya hilbijartin û dengdanê.”

6 mehan li Xezayê ji bo piştgiriyê bidin jinên ku ji ber êrîşên dawî zirarê dîtine xebitîn

Li aliyê din, koordînatora Adwarê ya Xezayê, Fîda Ebû Radabî got: "Weqfa Adwarê ji aliyê komek xwendekaran ve hatiye damezrandin. Ew ji bo bihêzkirina jinan di rastiya Filistînê de bi riya çend bernameyên siyasî, civakî û aborî kar dike her wiha ji bo bihêzkirina jinan di beşdariya siyasî de da ku bibin xwedan biryar di civaka Filistînî de û di warê aborî de xurt bibin.” 
Fîda Ebû Radabî wiha domand: "Em 6 mehan li Xezayê li ser projeyek bi navê "Em li vir dimînin" xebitîn, ev xebata yekem a weqfê ye ku armanc dike piştgiriya derûnî û civakî bide jin û keçên ku rastî şokê hatine di encama şerê vê dawiyê yê li ser Xezayê de û bi riya wî me danişînên piştgiriya derûnî û civînên hişyariyê ji bo jin û keçan pêşkêş kirin. Li kêleka vê yekê me jinan ji bo bikaranîna pergalên kompîtorê ji bo şaredariyan hişyar kir di nav projeya ku me di meha Mijadarê de pêk anîn ku ew jî projeyeke dîjîtal e. Tê texmînkirin ku hejmara jinan li bandara Rojava û Xezayê ji 6000’î zêdetir e ku ji proje û bernameyên weqfê sûd wergirtine. Di dirêjahiya xebatên xwe yên li Xezayê de, me hewl da çi gava ku jin bigihîjin me, em alîkarî û piştgiriyê bidin wan.”
“Rewşa aborî li ser xebatên weqfê bi awayê neyînî bandorê çêkir”
Der barê zehmetiyên ku rastî wan hatine de wê got: "Di dema pêkanîna karên xwe de em di warê kêmasiya darayî de rastî zehmetiyan hatin, ji ber ku kar û civînên me mal bi mal bûn. Ev fikir pir xweş bû û bi ser ket, me jin û keçên ku ji bo wan zehmet e, ji malê derkevin kir armanc. Me çareseriyeke alternatîf ji bo astengiyên darayî bi pêş xist, ji bilî ku leza gihîştina me di destpêkê de ji ber nebûna nivîsgeheke sabit zehmet bû lê me bi dayîna hejmara telefona xwe ji bo jinên ku beşdarî civînan dibin, ev dijwarî derbas kirin. Her wiha em li ser dozên takekesî yên ku tûşî tundûtûjiyê û pirsgirêkên malbatî bûne jî xebitîn û em ê bi pêkanîna atolyeyan û pêşkêşkirina hişyarî û alîkariyê bi asteke berfirehtir hewl bidin bername û rêzexebatên xwe bi pêş bixin.”
Fîda Ebû Radabî der barê projeyên pêşerojê yên sala nû de jî got: "Jinên Filistînî xwedî mîrateyek e ku divê li ber çavan bên girtin in û berpirsyariya her kesê ew e ku li kêleka wan raweste û beşdariyê bike da ku her aliyek bi rola xwe ji bo kêmkirina zehmetiyên rastiya ku nayê tehemulkirin rabe. Di sala nû de em ê proje û bernameyan bi rehetî û hêsanî pêk bînin û em hêvîdar in ku weqf ji bo jinan bibe piştgirî û saziyên piştgiriyê jî di vê karê dijwar de bi me re bibin hevpar.”