Wênesaza Mexrîbî bi riya hûnerê azadiya jinê vedibêje

Wênesaz Zihûr Mananî ya Mexrîbî di tabloyên xwe de bi riya hûnerê azadiya jinê, xweîspatkirin û wekheviyê dihewîne.

RECA XÊRAT

Marakeş –  Wênesaz Zihûr Mananî ya yek ji navên navdar a di warê hunerê de ye, piştî derbasî cîhana hunerê bû, jin weke mijara tabloyên xwe girt û bi wê re cîhanek mezin a bedewî û afirandêrî ava kir. Zihûr Mananî qala hûnera xwe kir. 

Hunermenda plastîk Zihûr Mananî da zanîn ku wê wêjeya erebî li zanîngehê xwend û wiha pê de çû: “Xwendina wêjeya erebî ne xwesteka min bû, xwesteka dê û bavê min bû û min xwend da ku dê û bavê xwe yê dixwestin min ji xêzkirinê dûr bixin, razî bikim. Lê paşê min fêm kir ku yê dixwaze bighêje xwenên xwe divê berdêlek giran bide. Dema ez 14 salî bûm ji bo ku ez xwendina xwe ya hunerên bedew di saziyek perwerdehiyê de bidomînim, neçar bûm ku koçî bajarê Dar El-Beyda bibim. Lê dê û bavê min gotin ku nabe ku ez di vî temenê biçûk de ji malbatê dûr bikevim, ji ber vê yekê ez neçar mam dev ji xewna xwe berdim. Min hewl da ku di gelek qadan de ji xwe re cih bibînim, lê min hebûna xwe di cîhana hunera bedew de bi temaya jinê tomar kir.”

Zihûr Mananî diyar kir ku hê beriya ku bikeve qada hunera bedew jî, pirsgirêka jinê her tim bala wê dikişand û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez parêzvana mafên mirovan im û bi riya xêzkirinê min xwest jinan ji ji sînor û kevneşopiyan rizgar bikim. Ez seroka Komeleya Zihûr ji bo Huner û Mîrate me û rêvebira Festîvala Navneteweyî ya Dukala me, ku her sal hunera plastîk li El-Cedîd pîroz dike. Di danişînên berê de me karîbû gelek hunermendên ji hundir û derveyî Mexribê bînin cem hev. Mijara jinan ku di dewreya virtual ya ku me vê dawiyê di 8’ê Adarê de ku hevdem e bi roja cîhanî ya jinan re organîze kir, bi xurtî amade bû, lê festîval ji ber çend sedeman rawestiya.”

Gelek xelatan wergirt  

Hunermenda plastîk Zihûr Mamanî hem li Mexribê beşdarî gelek pêşangehên takekesî û komê bûye weke “Tecliyat Insewiye” û pêşengeha “Serxet Unsa” û hem jî derveyî Mexribê li Fransa, Belçîka, Tûnis, Misir, Spanya, Amerîka û Tirkiye. Zihûr Mamanî endama jûriya Festîvala Salonê ya li Misrê ye. Her wiha ew kordînatora hunerî ye li Navenda Pêşengên Hunerên Bedew li Misrê ye. Wê di hundur û derveyî Mexribê de ji ber riya wê ya hunerî ya tijî afirîneriyê gelek xelat wergirt.