Wênekêşa Filîstînî tevî windahiyan jî hebûna xwe ji nû ve nîşan dide

Wênekêşa Filîstînî Kîfah El-Faxûrî ji ber ku derman tunebû, lingê xwe winda kir. Piştî ku ji komkujiyekê xilas bû û malbata xwe winda kir, jiyana penaberiyê belge dike. Kîfah, kamerayê vediguherîne amûrek berxwedanê.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Li yek ji kolanên koçberan ên li rojavayê Xezayê, wênekêşa Filistînî Kîfah El-Faxûrî li ber kona xwe rûniştiye, kamerayê li kêleka bedenek ji ber birînan westiyayî datîne û bi heman destê ku ji bin kavilan sax maye, digre. Dîmena wê di cihekî ku ji ber koçberiyê bargiran e de ne asayî xuya dike, ji ber ku lens ji bo wê dibe dirêjkirina giyanekî ku red dike vemire, tevî windakirina wê ya fîzîkî ya berhevkirî.

Gelek qurbanî çêbûn û tenê Kîfah sax ma

Tevî veguherînên dijwar ên ku piştî êrîşeke xwînî ku di nîvê Hezîrana 2025’an de dema ku ew ji karê xwe vedigeriya hedef girt, bi tevahî şiklê jiyana wê guherand. Hûrguliyên çîrokê vedigerin kêliyekê ku Kîfah El-Faxxûrî ya 35 salî hêvî nedikir ku rê li komkujiyek veke. Ew piştî bidawîbûna mîsyonek meydanî bi hevkarên xwe re, bû dema ku kom rasterast li nêzî Qehwexaneya El-Beqah hedef hate girtin. Di encamê de hejmareke mezin ji qurbaniyan çêbûn û tenê Kîfah sax ma. Di  wê kêliyê de, Kîfah xwe di nîvê dîmenek bi xwîn û kavilan de dît bêyî ku bikaribe fêm bike ka di çend deqeyên pêşîn de çi qewimîbû.

Kêliyek bû sedema guhertina hemû hûrgiliyên jiyanê

Kîfah El-Faxûrî di şahidiyeke bi êş de dibêje: "Min dengê teqînê nebihîst. Tenê tiştê ku min dît ev bû ku lingê min êdî wek xwe nebû û li dora min laş bêliv dirêjkirî bûn. Di destpêkê de, min guman kir ku kesek dê were min rizgar bike. Ez nêzî kesekî li kêleka xwe bûm û wî hejand û jê re got ku ez sax im, lê wî bersiv neda. Dema ku min ew bi destê xwe zivirand, min dît ku destê wî qut bûye û ew miriye. Di wê gavê de, min bi tevahî hişê xwe winda kir."

Piştî veguhestina Kîfah El-Faxûrî bo nexweşxaneyê, rêwîtiyek dirêj bi êş û prosedurên bijîşkî yên tevlihev dest pê kir. Lê ew ne rêwîtiyek başbûnê ya bi wateya kevneşopî bû, ji ber ku ew veguherî rêze emeliyatên li pey hev. Di dema dermankirina xwe de, Kîfah heta niha 18 emeliyat derbas kirin û di her mudaxeleya emeliyatê de, wê beşek din ji lingê xwe winda kir. Ji ber xirabûna berdewam a rewşa wê û nebûna şiyanên bijîşkî yên guncav ên li Xezayê. Her wiha qada tenduristiyê ji kêmasiyek giran a alav, derman û pêdiviyên emeliyatê yên bi taybetî dikşîne.

Amadekarî ji bo emeliyetek din dike

Bi demê re, ampûtasyon êdî bûyerek sabît li sînorek diyarkirî nîne, lê belê rewşek dubare ye ku bi her emeliyatê re xirabtir dibe. Birîndarî bi yek lingî dest pê kir û dûv re hêdî hêdî ber bi jorî ling ve dirêj bû heta ku rewşa heyî gihîşt ampûtasyona lingê jêrîn, bêyî ku dermankirinek yekgirtî were peyda kirin ku belavbûna tevliheviyan rawestîne an enfeksiyonên dubare derman bike. Kîfah El-Faxûrî di hefteya bê de ji bo emeliyatek nû ya neştergeriyê amadekariyan dike ku tê payîn ku ampûtasyonek din a heman lingê bi xwe re bîne, di berdewamiya rêyek bijîşkî ya dijwar de ku ji kêliya birîndarbûnê ve nesekiniye.

Kêmbûna pêdiviyan bû sedema rêze tevliheviyan

Ev rastiya bijîşkî ji çarçoveya berfirehtir a pergala tenduristiyê ya li Xezayê nayê veqetandin, ku birîndar di nav kêmbûna amûrên neştergeriyê, kêmbûna hin pêdiviyên bingehîn de û derengketina sevkên bijîşkî li derveyî Zîvala Xezayê de bi çarenûsa xwe re rûbirû ne. Di doza Kîfah El-Faxûrî de, ev kêmasî bû sedema rêze tevliheviyan ku di şûna ku gavek ber bi başbûnê ve be de, her operasyonek veguherand xalek windakirina nû ji bo laşê wê.

Lensa kamerayê jiyanê ji bo wê ji nûve saz dike

Tevî vê jî Kîfah El-Faxûrî teslîmî êşa xwe nebû. Wênekêş ku berî şer kamerayek hilgirtibû, mîna ku ew têkiliya xwe bi jiyanê re bi rêya lensê ji nû ve saz bikepiştî birîndarbûna wê li wê vegeriya. Ew israr dike ku hûrguliyên mirovên li kampan, jiyana koçberiyê, rûyên zarokan û dîmenên benda dirêj belge bike, mîna ku bêje wênekêşî bûye tekane rêya wê ya li hember seqetiya laşî.

Wênegirtin ne tenê pîşeyek e

Kîfah El-Faxûrî got ku “Min lingê xwe, paşê jî beşek ji lingê xwe winda kir. Her cara ku difikirîm ku êş gihîştiye lûtkeya xwe, min kifş dikir ku emeliyata din dê windahiyên din bi xwe re bîne. Lê min dev ji kişandina wêneyan berneda, ji ber ku wênegirtin ji bo min ne tenê pîşeyek e; ew rêya min e ku ez bi mirovan re girêdayî bimînim.”

Êşa wê bi windabûna malbatê re girantir dibe

Êşa Kîfah El-Faxûrî bi birînên wê yên laşî bi dawî nabe. Ew her wiha piştî ku bav û birayên wê di şer de hatin kuştin, rêze windahiyên bi êş ên malbatê jî dikişîne. Ev yek hiştiye ku barê jiyanê bi tena serê xwe di hawîrdorek dijwar a koçberiyê de hilgire. Ji konek diçe konek din, hewl dide ku hewcedariyên malbata xwe di nav kêmbûna dahatê û şert û mercên mirovî yên dijwar ên berdewam de ku bi hezaran malbatên koçber giran dibin, peyda bike.

Kamera li ser lûtkeya êş û biryardariyê radiweste

Di kona wê de, cîh dibe dualî: beşek ji bo dermankirin û li bendewariyê ye û yek jî ji bo kar û wênegirtinê. Li vir, kamera ne tenê wêneyên yên din digre; ew xwediyê xwe jî nîşan dide, ku li ser lûtkeya êş û biryardariyê radiweste.

Hewcedarî bi lingek protez heye

Kîfah El-Faxûrî wiha li çîroka xwe zêde dike: “Ez wesleyek protez dixwazim ku tevgera min vegerîne, ne ji bo ku ji rastiyê birevim, ji bo ku ez karê xwe wek ku min dikir bidomînim û îspat bikim ku laş çiqas şikestî be jî, dîsa jî dikare peyamek hilgire.”

Kameraya wê şahidê zindî û amûrek ji bo belgekirinê ye

Ezmûna Kîfah El-Faxûrî aliyekî çîroka jina Filistînî li Xezayê vedibêje, ku windabûn vediguhere cihekî berxwedanê û êş bi biryardariya berdewamiyê re diqelişe. Ew ne tenê kesekî ku ji êrîşekê sax maye ye, her wiha modelek jinekê ye ku piştî birîndarbûnê rola xwe ji nû ve pênase dike, kameraya xwe ji amûrek profesyonel vediguherîne şahidiyek zindî ya tiştê ku diqewime û ji amûrek belgekirinê vediguherîne kiryarek berxwedana rojane.

Di nav vê paşxaneyê de, çîroka Kîfah El-Faxûrî şahidiyek ji bo rastiyek bijîşkî û mirovî ya tevlihev e. Ji bo kapasîteya mirovan a xwegirtina jiyanê tewar dema ku endam jî dişkên û ji bo jinekê ku piştî windakirina beşek ji laşê xwe hilbijart ku li ser piyan bimîne, da ku wêneyên ku ew digre, bibin dirêjkirina dengê wê yê bêşikestî.