Welatiyên di Newroza 1992’yan de hatine windakirin bi bîr anîn

Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD a Amedê welatiyên 21’ê Adara 1992’yan di Newroza Şirnex, Mêrdîn û Nisêbînê hatine windakirin bi bîr anîn.

Amed - Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 684’an de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û fail bên darezandin” li darxistin. Welatiyên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin gel hev di çalakiya xwe ya vê heftê de welatiyên 21’ê Adara 1992’an di Newroza Şirnex, Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê de hatine qetilkirin bi bîr anîn. 

Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim diyar kir ku di Newroza 92’yan de bi sedhezaran kes ji bo pîrozbahiyê li qadan kom bûbûn û rastî êrişa polîsan hatibûn. Derya, da zanîn ku di encama êrişê de komkujî hatibû kirin û wiha domand: “Di êrişa li Kerboran a Mêrdînê de Abdurrahîm Çîçek; li navenda Şirnexê û navçeya Cizîrê Hatîce Katar (5), Mehdî Gungen (9), Nebahat Kakuç (65), Ramazan Bayer (70) û Halîl Babek hatin qetilkirin. Li gorî daneyên fermî yên dewletê, di bûyerên heta 23’yê adarê de yek jê rojnameger bi giştî 57 kes hatin qetilkirin. Lê ev hejmar gelek zêdetir e.”

Derya bal kişand ser bûyerên li Nisêbînê û wiha domand: “Di pîrozbahiyên Newroza Nisêbînê de bûyer derneketin. Heta Serokwezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ji ber ku bûyer derneketibûn, spasiya xelkê Nisêbînê kiribû. Xelkê Nisêbînê di 22’yê adarê de ji bo protestokirina êrişên polîs û leşkeran ên li ser Şirnex û Cizîrê, dest bi meşê kirin. Lê polîsan li ser pira Çagê êriş kir, bi panzeran dan ser çalakvanan û gule li gel hatin reşandin. Li gorî daneyên fermî, di êrişê de yek jê jin bi giştî 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 106 kes jî astengdar man. Lê berevajî daneyên fermî, di wê rojê de 21 kes hatibûn qetilkirin.”

 Derya anî ziman ku derheqê komkujiyan de lêpirsîneke baş nehat destpêkirin û wiha berdewam kir: “Rayedaran bi gotinên wek ‘Gelemperiya kesên hatine kuştin PKK’î bûn, di nava wan de PKK’î hebûn’ re kujer hatin veşartin û nehatin darizandin. Weke parastvanên mafên mirovan, em tu caran nebûn şahid ku Tirkiyeyê sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmê hatine kirin ronî kiribin. Ji ber vê zîhniyetê jî gel, derdor û nasnameyên muxalîf her tim li vî welatî rastî komkujî, zext û gefan hatin. Mînaka vê ya herî şênber jî komkujiya Roboskê ya di sala 2011’an de ye.  Di sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de demborîbûn çênabe. Divê neyê jibîrkirin ku heta edalet pêk neyê, aştiya civakî jê çênabe. Bi vê wesîleyê em cejna Newrozê pîroz dikin û hemû welatiyên ku di pîrozbahiyên Newrozê de hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.”