Welatê Senegalê û dewlemendiya zimanan

Welatê dewlemendiya çand û zimanan di perwerdeyê de li paş maye. Her çendî heya 16 saliyê xwendina zarokan bê mûçe ye jî pir girîngiyê nadin xwendinê.

Navenda Nûçeyan - Di aliyê erdnîgarî de li başûrê çemê Senegalê li rojavayê Efrîqayê ye, ji aliyê bakur ve bi Mauritaniaji yê ve, ji aliyê rojhilat ve bi Maliyê re, ji aliyê başur ve bi Xinya û Xînayaya Bisaw re cîran e. Rojavayê  wê jî digihîje Okyanûsa Atlantîkê. Qada berfirehiya wê bi qasî 197,000 km2 ye, şêniya wê jî nêzî 13,7 milyonî ye. Avhewaya wê li gorî du demsalan tropîkal e weke demsala zuha û demsala baranî. Ji sedî 94 welatiyên wê Misilman in, ji sedî 5 Xirîstiyan û ji sedî yek jî ji baweriyên cuda ne. Paytexta wê Dakar a li perava rojavayê welat li nîvgirava Cape Verde (Şipih Cezîret Alras Alexder) dikeve. Bi qasî 300 mîl dûrî peravên Atlantîkê ye, li aliyê Giravên Kape Verde ye.
Di serdemên dîroka kevin de komên etnîkî yên cuda li deverên Senegala nûjen jiyane. Li gorî lêkolînên arkeolojîk ên li herêmê hatine kirin berê cemaeta Isniyan li Senegalê jiyane. Sedsala 13 û 14’an Senegala Rojhilat beşek ji Împaratoriya Ghanaian bû. Di navbera salên 1300 û 1900’î de jî Împaratoriya Golov hewl da li ser Senegalê serwerî bike. Dema ku van împaratoriyan hewl didan herêmê bixin bin desthilatdariya xwe şerên giran derketin û welatiyên di şer de digirtin jî dikirin kole. Bi vî awayî ji sedî sisê şêniyên herêma Senigambia ya Senegalê kirin kole.
Ji nîvê sedsala 15’an û şûnde koloniyên Ewropayê li ser Senegalê dest pê kirin û hemû dewlemendiyên herêmê talan kirin. Herî zêde jî di bin dagirkeriya Fransayê de demek dirêj ma. Di 1960'an de ji bin mêtingeriya Fransayê rizgar bû. Piştî ku serxwebûna xwe bi dest xist li herêmê bû welatê herî bi aram. 
Li welat bi 36 zimanan tê axaftin
Senegal welatek pirzimanî ye ku bi qasî 36 ziman di navê de hene. Hinek ji wan zimanan ev in; Balanta Ganga, Erebî ya bi zaravayê xwe yê Hassani, Jolla, Mindinka, Mankania, Nûn, Fulani, Sonnock, Wolof, Mandjak û Language ne. Ji ber dagirkirina Fransayê, zimanê Fransî bû zimanê fermî û heya niha jî ji hêla rêveberiya Senegalê ve tê bikaranîn. Ji sedî 20 mêr, ji sedî du jî jin vî zimanê mêtingerên xwe bi kar tînin. Rixmî ku Fulani û Wolof du zimanên sereke ne û herî zêde di nava gel de tên bikaranîn jî zimanê rêveberiya wê hîn jî fransî ye.
Çavkaniya bingehîn a aboriyê çandinî ye
Aboriya wê piranî ji çavkaniyên xwezayî yên wekî xwedîkirina masî, kargehkirina fosfatê, hilberîna çandiniyê, rafînekirina petrolê, materyalên avahiyê û çêkirina keştiyan in. Ji ber piraniya welatiyên wê li gundewaran û herêmên bejayî dijîn ji bo wê jî çandinî sektora bingehîn e, gelek hilberînên girîng ên weke çandiniya şekir, pembû, fasolyeyên kesk, bacan û wekî dinê ne. Piraniya dewletên derdorê jî bi heman şêweyî debara xwe dikin. 
Piştî sala 1993’an hinek di warê bazirganiyê de aboriya wê baş bû û reformek aboriyê çêkirin. Di reformê de diravê welat bi navê (Frangê Afrika) hat binavkirin. Serweriya hikûmetê hinek li ser aboriyê hat kêmkirin û zêdetir ket destên aboriya welat. Di encama van hewldanan de di navbera salên 1995’an û 2001’an de ji sedî 5 rewşa aboriyê bilind bû.
Di 28'ê Îlona 1960'î de Senegal wekî welat beşdarî Neteweyên Yekbûyî  bû. Di navbera salên 1981 û 2000'an de Abdo Diouf serokatiya wê kiriye. Di dema serokatiya xwe de têkiliyên dîplomatîk bi welatan re berfireh kir. Senegal yek ji mezintirîn dewletên ku alîkariyên pêşketina navneteweyî distînin e. Hejmara şiniyên wê zêdetirî 13,5 milyonî ye, ji sedî 42 ji wan li herêmên gund dijîn. 
Hê jî li vî welatî sunetkirina jinan di rêjeyek zêde de ye. Li gorî rapora UNICEF’ê ya 2013'an ji sedî 26 jin tên sunetkirin.
Çand û perwerde
Hem di aliyê perwerdeya giştî de hem jî bi fermî xwendina dibistanan gelek kêm e. Tevî ku xwendina zarokan heya temenê 16 salî bê pere ye jî nexwendin hindik e. Bi taybetî xwendina zarokên keç hê jî gelek kêm e.
Li seranserê Efrîqayê bi mîrasa xwe ya muzîkê tê zanîn. Populerbûna Mpalax jî yek ji wan e. Drumên Saber jî pir populer in, bi piranî ji bo pîrozbahiyên taybet ên mîna dawetan dixebitin. Amûrek din, tama bêtir ji aliyê komek etnîkî ve tê bikaranîn. Muzîkjenên navdar ên Senegalî, Lusmaîl Lu, ikhêx Lou, orkestraya Baobab, Baba Mal, Aikon Sik, Vivienne, Titi û Babi Diouf in.
Werzîş
Werîştin li Senegalê werzîşa herî populer e. Bi gelemperî gelek ciwan ji hejariyê direvin û tevli vê werzîşî  dibin. Ev sporta tenê naskirî û serbixwe pêşve xistî ye ji çanda rojavayî. Futbol li Senegalê lîstikek populer e. Di 2002'an de tîma ku di Kûpaya Neteweyên Efrîqayê de pêşbazî kiribû û bûbû yekemîn ji sê tîmên Efrîqayê yên ku heya niha bi ser keve ku bigihîje fînala çaremîn a Kûpaya Cîhanê ya FIFA’yê.