VVIP ji bo avakirina toreke jinên pêşeng ji bo piştgirî û bihêzkirina jinan dixebite

Seroka Komeleya VVIP Carol Hobeika anî ziman ku armanc bi civînê ew e ku civakê û toreke jinên karsaz ji pêşengên civakê û xwedan biryar di warên cuda de were avakirin.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd- Xebata femînîst li Lubnanê ber bi pêşketinê ve diçe ku bûye sedema damezrandina rastiyeke nû. Sernavê wê diyarkirina dîtin û têgihîştinên zelal e ku vî karî ber bi asoyên nû ve bikşîne û ji bo ku bi riya ‘tora’ di nava rêxistinên din ên civaka sîvîl de bi hêztir bibe, nemaze yên femînîst, ne tenê bi armanca bihêzkirina jinan di warê aborî de, di asta siyasî, civakî û perwerdeyê de jî wisa ye. Her wiha bi fikir û însiyatîfa ber bi xebata rojane ve, weke karekî sereke di têkoşîna mafan de û şikandina îmaja qalibê jinan e.

   Di vê çarçoveyê de komeleya"Jin di pozîsyona desthilatdariyê de (VVIP)" civînek li dar xist ku endamên lijneya îdarî û endamên komeleyê bi jinên pêşeng ên komeleyên jinan ên cuda re hatin cem hev li herêma Zouk Mosbeh, li rojhilatê Beyrûdê. Armanc ji wê afirandina toreke ji jinên pêşeng ên xwedî pisporiyên herêmî û navneteweyî ji bo pevguhertina ezmûnan û bidestxistina derfetan ji bo guhertina neyîniyan bi erêniyan re ye. Her wiha bidestxistina pêşketina zanînê û peydakirina ezmûn û derfetên kar ji bo nûjeniyê.

Hewldanên pêşketina kesayetiyê

Seroka Komeleyê Carol Hobeika ji ajansa me re axivî û got: "Armanc bi vê civînê ew e ku civak û toreke jinên karsaz ji pêşengên civakê û xwedî biryar di warên cuda de were avakirin. Ji bilî alîkariya civakê divê em hewl bidin xwe bi pêş bixin û ji ezmûnên kesên din fêr bibin. Tişta ku em ji sala 2017'an vir ve ji bo wê têdikoşin ev e. Her wiha me di komeleyê de çalakiyên werzîşê li dar xist û alîkariya kal û pîran kir. Em bi projeyên bi Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind û Banka Cîhanî re bi pisporan re tevkariyê dikin da ku agahî û daneyên têkildarî jinan bidin û em dixwazin projeyek nû bidin destpêkirin ji bo ku bi riya vê tevnê kapasîteyên jinan ava bikin da ku bigihîjin hejmara herî zêde ya jinan.

Tenduristiya derûnî û fizîkî ya jinan

Pispora nexweşiyên daxiliye û pişikê Dr. Jocelyn Sasin di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ez 15 sal in li Lubnanê wekî bijîjka daxiliyeyê û bijîjka pirsgirêkên xewê dixebitim. Di dema pandemiya koronayê de, min hîs kir ku pîşeya ez dikim karekî qehremanî ye û ew tenê bi mêran re sînordar nabe. Pêdiviya wê bi jinan jî heye, nemaze ji ber ku nexweşên koronayê hewcedarên kesên din in ku bi wan re hîs bikin û empatiyê bikin wek ku dayikek bi zarokên xwe re danûstandinê dike.”

 Jocelyn Sasin teqez kir ku divê jin di hemû qadan de bi hêz bin, nemaze di warê tenduristiyê de ku têra xwe tê de cih nagirin û daxwaz ji jinan kir ku girîngiyê bidin tenduristiya xwe ya derûnî û bedenî, ji bo pêşîgirtina li nexweşiyan.

Teknolojî û jin

Pispora kirûbira dîjîtal Dareen Saleh jî wiha anî ziman: "Ez îro li vir im ku ronî bidim ser rola jinan di warê teknolojiyê de û serîlêdana ku min bi navê Tech" çêkiriye, rêze vîdyoyên kurt ên perwerdeyê yên heftane ne. Ji bo hişyarkirina cîhana Ereb ku dibe alîkar civakê bi teknolojiyên cihêreng û bikaranîna rast a teknolojiyê nas bike.”

Dareen Saleh bal kişand ser beşdariya xwe ya di vê civînê de û diyar kir ku gelekî hêja bûye ji ber hebûna wê di nav hejmareke mezin ji jinan de ku her yek ji wan xwedî gelek ezmûnên jiyanê ne û wiha domand: "Her yek ji me çîrokek xwe heye ku divê em parve bikin da ku bikaribin rêberî û guhertinê bikin, ji ber ku tiştê em ji serpêhatiyan dibêjin û diyar dikin, tiştê ku em dikarin bi dest bixin pir girîng e û divê bandoreke erênî li ser hişyarkirina nifşên nû çêbike.”

Saziya karsazan ji bo alîkariya gel û pêşkêşkirina pisporiyan hatiye avakirin

Der barê saziya pêşveçûna karsazan de, rêvebera cibcîkar a saziyê Afaf Mîxaîl wiha got: "Saziya karsazan rêxistineke ne ji bo berjewendiyê ye, di sala 1999'an de bi armanca alîkariya xelkê û pêşkêşkirina pisporiyên xwe ji bo xizmetkirina civakê, hatiye damezrandin. Armanca sereke afirandina derfetên kar bû ku beşdarî qada aborî bibe bi riya perwerdeya belaş li ser karsaziya ji hêla pratîk û îdarî ve. Ji bilî rênîşandan û piştgiriya madî û manewî ji bo kesên ku xwedî planên sozdar û projeyên nûjen û ambargoyê ne, tevkarî li domdariyê dikin.

Afaf Mîxaîl bal kişand ku saziyê dikaribû alîkariya zêdetirî 5,000 kesên ji hemû beşên civakê, xwediyên pargîdaniyên biçûk û pîşeyan, bi rêjeya ji sedî 76 ji jinan û ji sedî 39 ji ciwanan bike ku ev yek beşdarî bihêzkirina jin, ciwan û civakê bûye.

Der barê rola xwe ya di nav komeleya VVIP de jî wiha got: "Ev komele bi kêşeyên jinan û perwerdeyê ve mijûl e û armanca vê yekê jî bihêzkirina jinan e lewre ez bi wan re beşdarî avakirina komeleyê bûm.