"Vekirina Mala Jin berhemê şoreşa jinê ye"

Endamên Mala Jin a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê Fatima Hesen û Henîfa Hesen behsa kar û xebatên Mala Jin û rola wê di çareserkirina pirsgirêkan de kirin û wiha gotin: "Beriya avakirina saziyê em li malan digeriyan, me perwerdeyên îdeolojî dida û pirsgirêkên jinan çareser dikir. Karê Mala Jin ne tenê çareserkirina pirsgirêkan e, di heman demê de rêxistinkirin û avakirina kesayetên azad e. Bi perwerde û rêxistinkirina jinan dê rê li pêşiya tundiya li ser jinan were girtin."

SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Bi derketina zîhniyeta baviksalarî re pirsgirêkên jinan roj bi roj zêdetir bûn, jin ji mafê xwe bêpar man û rola wan di nav civakê de tune hat hesibandin. Piştî mirovahî ji kilanê qut bû, zilam ket asta xwedawendiyê û jin ketin asta koletiyê. Piştre kevneşopî û urf û adetên civakê yên ku xwe dispêrin şikandina vîna jinan derketin holê û jin bi van pirsgirêkan re rû bi rû man. Bi derketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku bi navê şoreşa jinan tê nasîn, jinan xwe di her alî de bi rêxistin kirin, tevli hemû qadên jiyanê bûn û rola xwe di nava civakê de îsbat kirin. Gelek sazî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi taybetî pirsgirêkên jinan hatin vekirin, yek ji wan jî saziya Mala Jinê ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên zewacê dûrî dadgehan û hevberdanê gelekî girîng e û gelek dozên zewacê yên bi nakok ku piraniya wan gihîştibûn asta hevberdanê, çareser kir. Her wiha Mala Jinê her dem hewl dide nakokiyên zewacê bêyî ku bigihîjin dadgehê çareser bike. Du endamên Mala Jinê Fatima Hesen û Henîfa Hesen ji me re behsa kar û xebatên Mala Jinê kirin.
"Di dema rejîmê de me karê xwe bi dizî dimeşand"
Endama Mala Jinê ya taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê Fatima Hesen di destpêka axaftina xwe de got ku beriya Mala Jinê ava bibe, ew li malan digeriyan, perwerdeya îdeolojî didan û pirsgirêkên jinan çareser dikirin û wiha axivî: "Di destpêka şoreşê de ji ber nebûna derfetan me nikaribû saziyek fermî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan ava bikira. Beriya avakirina saziyê em li malan digeriyan, me perwerdeyên îdeolojî dida û pirsgirêkên jinan çareser dikir. Jin ji herêmên cuda li hev kom dibûn û li ser pirsgirêkên jinan bi giştî nîqaş dikirin û hewl didan çareseriyê ji wan re bibînin. Bi demê re êdî me dest bi avakirina saziyên xwe kir, saziya Mala Jinê jî yek ji saziyên herî girîng e ku pêwîst e di her civakê de hebe. Di navbera sala 2010-2011'an de Mala Jinê hat vekirin. Di dema rejîmê de me karê xwe bi dizî dimeşand. Di destpêka vekirina Mala Jinê de em 100 jin bûn, me xwe bi rêxistin kir û endam di saziyê de bi cih kirin. 5 jinan erka perwerdekirina jinan girtibûn ser milên xwe û yên din jî perwerde didîtin. Her komek ji me ji 15 yan 20 jinan pêk dihat ji ber ku me nikaribû hemû bi hev re perwerdeyê bibînin da ku rejîm bi me nehese. Vekirina mala jinan berhemek ji berhemên şoreşa jinan e.”
"Karê Mala Jin ne tenê çareserkirina pirsgirêkan e"
Fatima diyar kir ku armanca wan bi daneya perwerdeyan avakirina kesayetên azad e û wiha pê de çû: "Karê Mala Jin ne tenê çareserkirina pirsgirêkan e, di heman demê de rêxistinkirin û avakirina kesayetên azad e. Me pirtûkên mîna jin û malbat û çawa em bijîn ji jinan re dixwend da ku xwe nas bikin û rastiya xwe bizanibin. Serok Apo di pirtûka “Divê mirov çawa bijî” de pir rê li pêşiya jinan vekir. Piştî pêşketina Mala Jin, me Mala Gel jî vekir. Di Mala Gel de hem jin hem mêran cihê xwe digirtin. Her wiha di hundirê taxa Şêx Meqsûdê de me meclisa jinan jî vekir. Piştre komîn hatin avakirin, hem komînên hevbeş hem ên xweser. Armanca me ji vekirina komîn in xweser ew e ku jin bi xwe, xwe birêve bibin. Fikra Serokatî hişt ku mêr rastî, hêz û vîna jinan baş bizanibin."
"Bi dîtina encamên serkeftî em dijwariya kar ji bîr dikin"
Endama Mala Jinê Henîfa Hesen anî ziman ku pirsgirêkên herî zêde derdikevin holê pirsgirêkên malbatî ne û wiha berdewam kir: "Em hevalên xwe bi hev re dibin alîkar da ku em bigihîjin encamekê. Em gelek rêbazan bi kar tînin da ku pirsgirêkan çareser bikin. Zîhniyeta civakî ku jin û mêr li ser hatine perwerdekirin dibin sedema nefêmkirina di navbera jin û mêr de, di rewşên wisa de erka me zelalkirina rewşê ye, em rastiyê bi herduyan didin nasîn û lihevanînê di navbera wan de çêdikin. Tevî dijwarbûna karê me bi dîtina encamên xweş em hemû dijwariya ji bîr dikin û bi kêfxweşî em vedigerin malên xwe. Herî zêde em di Komîteya Edaletê û Mala Jin de pirsgirêkên xwe çareser dikin û em nahêlin bigihîjin dadgehan."
"Bi perwerde û rêxistinkirina jinê dê rê li pêşiya tundiyê were girtin"
Henîfa bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di civaka me de zewaca di temenê biçûk de pir zêde bûye. Piştî çend rojan ji zewacê êdî nema li hev dikin û ev yek dibe sedema hevberdanê. Şerê taybet bi awayekî pir qirêj li ser civakê tê meşandin û jin ji cewherê xwe dûr dikevin. Zîhniyeta baviksalarî her dem hewl dide jinan bixe bin desthilatdariya xwe. Ger temenê jinê biçûk be zûtir dikeve bin desthilatdariya wî û di encamê de gelek pirsgirêk derdikevin holê û ew jin jî zarokên xwe jî li ser zîhniyeta baviksalarî perwerde dike lewma civak di çewtiyên xwe de dimîne. Ji ber vê yekê em jinan perwerde û bi rêxistin dikin û riya rast didin pêşberî wan da ku nekevin bin zîhniyeta baviksalarî. Her wiha ez pirzewaciyê bi tundî rexne dikim û xwezî dikin em yek ji holê were rakirin û êdî nema bê qebûlkirin. Di encama hevberdanê de herî zêde zarok dibin qurban. Em ê her dem hewl bidin  sînorekî ji van pirsgirêkan re deynin. Bi saya Serok Apo me bingehek ji xwe re girt ji bo em vî karî berdewam bikin. Bi perwerde û rêxistinkirina jinan dê rê li pêşiya tundiya li ser jinan were girtin."