'Tûndî bandora neyînî li zarokan dike'

Çalakvanên herêma Raperîn derbarê zêdebûna tundîtûjiya li beramberî jinan a li Başûrê Kurdistanê de destnîşan kirin ku tundîtûjiya di nava malbatê de bandorê neyînî li ser zarokan dike û li hemberî vê banga hişyariyê kirin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn – Tundîtûjî û kuştina jinan, yek ji pirsgirêka herî mezin ya civaka her netewekê ye û li herêmên cûda ev pirs ji ber qeyrana sîstem û zordestiya aqlê mêrsalarî û desthilatdaran serî hildaye û zêde dibe. Çalakvanên mafên jinan ên herêma Raperîn derbarê zêdebûna rêjeya tundîtûjî û bandora wê li ser zarokan axivîn û destnîşan kirin ku divê zarok bi taybetî ji bandora derûnî ya tundiyê bên parastin.

Rêjeya tundiyê her ku diçe zêde dibe

Çalakvan û lapirsa komîteya jinên YNK’ê ya li herêma Raperîn Aşna Hisen wiha behsa zêdebûna asta tundîtûjiya li herêma Raperîn kir: “Mixabin li herêma Raperîn rêjeya tundîtûjiyê zêde ye. Ji bo pêşîlêgirtina vê tundîtûjiyê bi rêya çalakî û semîneran, me hewildanên cidî dane. Lê belê her roja ku diçe rêjeya tudîtûjiyê zêde dibe. Herî dawî li herêma Raperînê jinek bi awayek hovane hate kuştin, ev karesetek gelek mezin e.”

Pêşî li tundiyê nayê girtin

Aşna Hisên da zanîn ku divê cezayê pêwîst were dayîna bikujan û wiha got: “Divê bikuj cezayê zagonî bigrin. Ji ber dema ku negrin ev kuştin di nava civaka Kurd de berdewam bike. Li herêma Raperîn di demek kêm de çend jin bûne qurbanî, dema lêkolîn li ser dikin, sedem her çibe, li gel wê derûnî ji têk diçe û piranî ji aliyê kesûkarên xweve rastî tundîtûjiyê tên.”

Tûndî bandorê li zarokan dike

Çalakvan jinan û lêpirsa liqê Raperîn ya Yekitiya Jinên Kurdistan Rêzan Hisên jî wiha got: “Di nava malbatê de çiqas tundîtûjî hebe, ev bandor li zarok dike û zarok ew tundîtujiya ku ji malbatê digre derbasî dibîstan, kolan û cihên giştî dike. Divê jin hişyar bin, hinek rêxistin, dadgeh û rêveberiyên ku pêşî li tundîtûjiyê bigrin heye, dema ku jinek dizane tundîtûjî û neheqî li beramberî tê kirin divê gilî bike û bêdeng nebe û xwe kêm nebîne.”