Têkoşîna Naîla Mreyş a ji bo vegerandina jiyanê û tenduristiya xwe

Naîla Mreyş a 23 salî di êrîşên Xezayê de dayîk, xwişk û birayê xwe winda kir û bi xwe jî bi qismî felç ma. Di nava şertên giran ên kon de li bendê ye ku derfeteke dermankirinê li derveyî welat bê dayîn da ku bikaribe li keça xwe xwedî derkeve.

NEXEM KERACÊ

Filistin – Naîla Mreyş a 23 salî, li koneke biçûk a li kolanekê li rojavayê bajarê Xezayê, bêtevger rûdine. Naîla Mreyş, li bedana xwe ya ku êdî guh nade wê dinêre û hewl dide jiyana xwe ya ku serûbin bûye, fam bike.

Naîla Mreyş, di şerê li Zîvala Xezayê de pênc caran bû hedef. Her carê bi birîndarî, tirs an jî windakirinê re sax ma. Lê êrîşa dawî şopek cuda hişt. Birîndariya wê ya giran bû sedema felcbûna qismî û bû sedema ku ew şiyana xwe ta tevgerê winda bike. Di heman êrîşê de dayîka wê, birayê wê û xwişka wê jî mirin. Naîla Mreyş, hestên xwe yên derbarê wan kêliyan de wiha anî ziman: “Ez hê jî bawer nakim ku min dayîk û xwişk û birayên xwe winda kir. Ez di hundirê kabûsek de dijîm. Ez her carê ku li bedana xwe dinêrim, ji xwe dipirsim; Gelo pêkan e ku ev yek hat serê min?”

‘Min hîs kir ku tiştek di hundirê min de şikestiye’

Yekane tiştê ku piştî birîndarbûnê pê re rûbirû ma ne êşa fizîkî ye, şoka derûnî jî giraniya tiştên hatin jiyîn girantir kir. Naîla dema ku hê di bin bandora birîndarbûna xwe de bû, agahiya mirina dayîka xwe girt. Naîla, van kêliyan bibîr anî û wiha got: “Dema ku agahiya mirina dayîka min ragihandin, min hîs kir ku tiştek di hundirê min de şikestiye. Min nikarîbû tiştên li dora min çêdibûn fêm bikim. Piştre min dest bi lêgerîna xwişk û birayên xwe kir û pê hesiyam ku ew jî mirine.”

Gava ku Naîla gihîşt Nexweşxaneya Şîfayê, yek ji dîmenên herî bi êş a di bîra wê de hat nivîsandin, jiya. Naîla Mreyş, di nav bi dehan birîndaran de bi endamên malbata xwe yên birîndar re sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Nexweşxane pir qerebalix bû û alavên bijîşkî yên bingehîn tune bûn. Naîla Mreyş, wiha qala vê demê dike: “Min birîndarên li derdora xwe dîtin. Her kes li bijîşk, derman an jî cîhekî ji bo razanê digeriya. Çavkaniyên têrkêr tunebûn ku ewqas birîndaran bicîh bikin. Min êş dikşand û li bendê bûm. Min nizanibû dê çi li min û malbata min were.”

Ji vê rojê û vir ve nikare jiyana xwe bi awayekî asayî bidomîne. Birîndarbûnên ku di bedana wê de birînên mayînde hiştin, wê ji bo pêdiviyên rojane yên herî hêsan jî hewceyê mirovên din kir. Naîla Mreyş, nikare serbixwe tevbigere, nikare tiştên ku berê bêyî fikirînê dikir bike û heta nikare lênêrîna zaroka xwe ya yekane Sham a 5 salî jî pêk bîne.

‘Şer ez ji zaroka min veqetandim’

Naîla Mreyş, di nava êşekî mezin de wiha dibêje: “Tiştê ku herî zêde min diêşîne ew e ku ez êdî nikarim li keça xwe binhêrim. Sham di her mijarê de girêdayî min bû. Îro jî ez hewceyî alîkariyê me. Dema ku ez wê dibînim û dixwazim ez bikaribim wê hembêz bikim, xwarinên wê amade bikim an jî mîna dayîkên din hevaltî jê re bikim.”

‘Ez naxwazim keça min dayîkek neçar bibîne’

Ji bo Sham, nebûna dayîka wê ya di hûrgiliyên zarokatiya wê de êdî rewşek demkî ye; rastiyeke ku ji aliyê birîndarî û dorpêça bijîşkî ve hatî ferzkirin e. Dema ku keçika biçûk, temaşeyî têkoşîna dayîka xwe ya ji bo tevgerkirinê dike, Naîla Mreyş jî hewl dide giraniya êşa ku li ser beden û giyanê wê girantir dibe, veşêre. Naîla Mreyş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Zaroka min fêm nake ku çima ez nikarim rabim piya, çima ez hewceyî alîkariya kesên din im. Ez dixwazim ku ew zarokatiya xwe bi min re bijî, dayîka wê bibe kesek ku dikare bi wê re bilîze û lênêrîna wê bike. Ez naxwazim keça min li pêşiya xwe dayîkek bêçare bibîne.”

Zehmetiyên wê, tenê bi windakirina tevgera xwe ve sînordar nîne. Ji bo temamkirina dermankirina wê, pêdivî bi nirxandinek bijîşkî ya tevahî û testên pispor heye. Li gorî ku Naîla Mreyş dibêje, pêdiviya wê bi MR’ê ku li nexweşxane û klînîkên li Zîvala Xezayê peyda nabe, heye. Ev yek ji bo wê pêdiviyek lezgîn dike ku ji bo fêmkirina asta birîndarbûna xwe biçe derveyî welat pêvajoya dermankirin û rehabîlîtasyonê ya guncaw diyar bike.

‘Ez dixwazim ji bo dermankirina li derveyî Xezayê derfetek peyda bikim’

Her wiha bi kêmbûna dermanên pêwîst re jî rûbirû ye. Ev yek rewşa tenduristiya wê xirabtir dike û dibe sedema ku ew ji spazmên êşdar ên ku li seranserê bedana wê belav dibin êşê bikşîne û ev yek jiyana wê ya rojane dijwartir dike. Naîla Mreyş, derbarê vê mijarê de wiha got: “Ez hîs dikim ku tevahiya bedana min gezizê û ez nikarim dermanên ji bo min hewce ne peyda bikim. Carna ez nikarim tehmûla êşê bikim. Ez tenê dixwazim ji bo dermankirinê li derveyî Xezayê derfetek bi dest bixim û fêr bibim ku ka ez dikarim ji nû ve li ser piyan rawestim.”

Dema ku Naîla Mreyş, li benda derfeta rêwîtiyê ye, karûbarên sewqkirina bijîşkî ya pêwîst a ji bo dermankirina wê ya li derveyî Xezayê dereng dikeve. Bi vî awayî ew xwe di cihekî ku şer hilweşandiyê de, bi pêdiviyên bijîşkî yên lezgîntir û vebijarkên dermankirinê yên sînorkirî re asê dibîne. Bedena wê ji lênêrîna taybet a ku hewce dike bêpar e. Lê barê herî giran ê Naîla Mreyş hildigre, ne tenê êşa fîzîkî ye, êşa windakirina dayîk û du xwişk û birayên xwe ye jî. Naîla Mreyş, da zanîn dayîka wê her gav di ramanên wê de ye û got: “Piştî ku birîndar bûm, hewcedariya min wê hebû, lê min ew jî winda kir. Carna ez hîs dikim ku min her tişt carekî de winda kiriye. Malbata xwe, tenduristiya xwe û şiyana xwe ya lênêrîna keça xwe.”

‘Tenê tiştek dixwazim bila destûr bidin ku rêwîtiyê bikim’

Naîla Mreyş, piştî bêdengiyek dirêj, axaftina xwe wiha domand: “Ez naxwazim jiyana xwe bi vî rengî bidomînim. Ez ji bo dermankirin û rehabîlîtasyonê derfetek dixwazim. Ez dixwazim bizanim çi bi pişta min û bedana min hat. Ez dixwazim dîsa li ser piyan bisekinim. Tekane tiştê ku ez dixwazim ew e ku destûr bê dayîn ku rêwîtiyê bikim.”

Naîla Mreyş, îro wekî jineke ku şiyana xwe ya tevgerê winda kiriye û bêyî lênêrîn û nepeniya pêwîst di konekî de dijî û bi êşa bedana xwe ya bêdawî û trawmayên mezin re têdikoşe.

‘Ez dixwazim wekî berê pê re eleqeder bibim û bi hev re em rojên asayî bijîn’

Naîla Mreyş, da zanîn dema ku li keça xwe dinhêrê hêz digre û wiha got: “Tu sûcekî keça min nîne. Ez dixwazim dema mezin bibe bizane ku dayîka wê ji bo wê têdikoşe. Ez dixwazim wekî berê pê re eleqeder bibim û bi hev re rojên asayî bijîn.”

Naîla Mreyş, êdî naxwaze vegere jiyana xwe ya bere û dixwaze dermankirinê bibîne, testên pêwîst derbas bike û tevgera xwe ji nû ve bi dest bixe. Naîla Mreyş, li benda hêviyek biçûk a peydakirina derfetên dermankirinê ye.