Têkoşer û sembola vîn û cesaretê: Leyla Qasim
Leyla Qasim yekem têkoşera jin e ku ji aliyê rejîma Baasê ve hat darvekirin û navê xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn da nivîsandin.
BÊRÎVAN KEMAL
Silêmanî - Jina Kurd a têkoşer Leyla Qasim di sala 1952’yan de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayik bû. Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû. Hê di temenê zaroktî de serhildêr û ji dil bû. Bavê Leyla cotkarî dikir. Di sala 1970’an de di nava Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê de têkoşiya ji bo rizgariya nîştimanê. Di sala 1971’ê de beşa civaknasiyê li Zanîngeha Bexdayê qezenc kir. Weke pêşengeke di nava xwendekarên Kurd ên zanîngeha Bexdayê de, bi xebatên rêxistinkirinê xwedî rolek bi bandor bû. Di wan deman de dema Leyla Qasim dît ku her kes dibêje; Kurd tenê dikarin li gund û çiyayan serî hildin û jin nikarin tevî karên mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne lê Leyla biryar da ku tevî xwendekarên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.
Di 24’ê Nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe yên bi navê; Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyonek berfireh a hêzên rejîma Baasê de li Bexdayê hatin girtin. Dema li girtîgehê bû bi êşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû ma lê nikaribûn tu gotin ji devê wê bigirin. Leyla Qasim di bersiva pirsa rêveberê dezgaha nûçeyan a Baasê de got: “Bi kuştina min wê bi hezaran Kurd ji xewê şiyar bibin, ez gelek serbilind im ku wê canê min bibe feyde ji bo riya rizgarkirina Kurdistanê.” Rojek beriya ku Leyla Qasim were bidarvekirin rejîma Baasê destûr dide dayik û xwişka wê li girtîgehê Leylayê bibînin. Di hevdîtina bi dayik û xwişka xwe re Leyla ji xwişka xwe re dibêje; “Meqes û desteya cilên min ên Kurdî ji bîr nekin, xwişka wê bi şaşmayî jê re dibêje meqes ji bo çiye? Leyla dibêje; “Qefdek ji porê min bibirin bi kêla min ve girê bidin. Dema Kurdistan azad bû hûn ê porê min bi bayê azad ê Kurdistanê re berdin, cilên min ên Kurdî jî ji bo wê rojê ye dema ku ez bibim bûka Kurdistanê. Di saet 07:00’ê sibeha 12’ê Gulana sala 1974’an de Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe hat bidarvekirin. Cenazeyê Leyla Qasim li goristana Necef hatiye veşartin.
“Çima agahiya xwendekaran ji dîrokê û xebatên Leyla qasim û jinên din nîn e?”
Di salvegera darvekirina şoreşger Leyla Qasim de me ji xwendekarên dibistana Amadeyî ya Silêmaniyê pirs kir ka çiqas der barê dîrok û jiyana têkoşer Leyla Qasim û jinên din de xwedî agahî ne lê belê bi cureyên din bersiv didan.
Savan Ezîz û Raz Rêber xwendekarên pola 10 a dibistana Amadeyî ya Şîrîn a keçan dan diyarkirin ku bi qasî ku pêwîst e agahiya wan der barê xebat û têkoşîna Leyla Qasim û jinên din di nava dîrokê de nîn e.
Savan Ezîzî der barê Leyla Qasim de wiha got: “Di Kurdistanê de gelek jinên şoreşger hebûn ku kar ji bo Kurd û mijarên jinan kirine. Agahiyên min zêde der barê Leyla Qasim de hene ew jî yek ji wan jinan bû her dem ji bo Kurdistanê têkoşiya. Tişta ku herî zêde bala min kişand ew bû ku bi Leyla Qasim re hestên gelek bi hêz ên Kurdayetiyê hebûn. Dema ku hat bidarvekirin bi cil û bergên Kurdî şoreşgerane û bi wêrekî çû ber sêdarê. Ciwan dikarin pêşerojê biguherînin, ji ber wê divê di mijar û bûyerên dîrokê de xwedî agahî bin. Gelek jin hebûn ku bi wêrekî xebatê ji bo Kurdistanê kirin. Divê di van waran de em xwedî zanyarî bin û wan bişopînin da ku em bikaribin tiştek mezintir û cudatir bikin.”
Raz Rêber wiha got: “Divê ciwan weke me der barê dîroka jinên neteweyî de xwedî agahî bin da ku bi xwe bikarin ji bo xwe bikin mînak lê belê niha ciwan piraniya dema xwe li ser torên civakî derbas dikin giringî nadin dîroka Kurd û jinan. Di dîroka edebiyata Kurdî de divê girîngî bidin jinan, ji ber ku wan jinan şopa xwe li Kurdistanê hiştine û bi tîpên zêrîn navê xwe nivîsandine.”
“Di bernameyên xwendinê de gelek kêm behsa rola jinan tê kirin”
Mamosteya zimanê Kurdî Şadman Qadir wiha behsa girîngî û dîroka jinan kir û got: “Leyla Qasim yek ji wan jinên şoreger e ku heta niha navê wê di dîrokê de heye ku ka çawa bi qehremanî û wêrekî li hemberî sêdarê sekinî. Jinên wiha wêrek di dîrokê de kêm in ji ber ku di wan deman de çand û civak gelek zor bûn û jinan hemû dixistin di nava malê û her dem rê li ber wan digirtin. Jin hebûn lê belê di dîrok û edebiyatê de zêde mêran didan pêş. Di bernameyên xwendinê de gelek kêm behsa rola jinan hatiye kirin. Weke Mestûre Erdelanî, Rewşen Bedirxan, Daye Ciwan behsa van kirine lê belê ne di asta pêwîst de ye tenê navê wan heye. Em weke mamoste xwedî roleke girîng in, di hemû mijaran de girîngî didin dîrokê. Pirsa niştîmanî û jinan û der barê van de agahî didin xwendekarên xwe. Ya girîng ew e ku em weke jin girîngî bidin rola xwe û jinên nivîskar hîn zêdetir kar li ser nivîsîna dîroka jinan bikin û agahiya me zêdetir ji dîroka jinên Kurd çêbibe.”