“Tecrûbeyên jiyanê gelek tişt fêrî min kir”

Sabah Al-Obeydî a li hemberî zoriyên jiyanê bi înad serkeftin ji xwe re kirî armanc got: “Ezmunên jiyanê ez hînî bihêzbûnê kirim û min vê yeke bi gelek jinên dinê re jî par kiriye.”

ABTÎSAM AXFÎR

Binxazî – Endama Rêxistina Lîbya Amazonat Sabah El-Obeydî wek rahênerk navnetewyî ji aliyê desteya Elmanî ve hatiye pejirandin têkildarî mijarên jinên Lîbyayê têde zehemetiyan dikêşe nirxanidnên giring kir. Sabah El-Obeydî bilêv kir ku jin dikarin zehmetiyan derbas bikin ji ber ku ew berpirsiyariya tevahiya malbatê radikin û wiha lê zêdkir: "Ji ber şer û bandorên wê min di aliyê giyanî de zirar dîtiye. Salên dijwar ên ku min jiyane ji kuştina hevjînê min û teqandina Erebeya wî bi bombeyekê li Banxazî di sala 2013 'an de yek ji qonaxên herî zehmet di jiyana min de bû. Ev sê salin  ez di xemgîniyê  de me. Ez naçim cihekî û her tim cilê reş li xwe dikim. Her çar zarokên min jî weke min di nava xemgîniyê de ne. Mamosteya zarokê min ê biçûk ji min re got ku zaroka te her diçe ber bi tinêbûnê ve diçe û xemgîntir dibe.”

Sebah El-Obeidî da zanîn ku ew jinek nefsbiçûk e û ezmûna jiyanê ew fêrî bihêzbûnê kiriye û wiha got: "Piştî mirina hevjînê min ez neçar bûm ku bi koçberî û şer re rû bi rû bimînim. Ji ber vê yekê ez ji mala xwe derketim û li gel ku min nû zaroka xwe anî bû dunyayê. Dema ku hevjînê min hate kuşitn ez  du canî di meha xwe ya dawiyê de bûm. Ez û zarokên xwe tenê bi cilên xwe derketin derve û me tiştek bi xwe re ne bir."

 "Mamosteyê kurê min ez bi hêz kirim"

Sebah El-Obeidî tekez kir ku tişta hate serê wê pir bandor li derûniya wê kir heya ku wê xwe teslîmî xemgîniyê kir û wiha berdewam kir: "Ez ketim nava xemgîniyke mezin û min tişt ne dikir ji bilî xwarin û vewarinê. Zarokên min jî bi min re ketin nava xemgîniyê lê mamosteyê kurê min li ser wî xebitî û we bi hêz kir. Ji min re got ku kurê te her dem xemgîn e. Min biyrar da ku ji vir û şûnde ezê bi hêz bim da ku alîkariya zarokên xwe bikim ku vê qonaxê bi hemû êşên wê re derbas bikim. Dema ku min biryar da ku ez ji bo xwe û zarokên xwe şer bikim, min gelek rê li pêşiya xwe vekirin. Ez derketim û min dest bi kar kir û min peywendiyên giştî li ofîsa wezareta perwerdê wergirt paşê derbasî nava saziyê bûm û min rêxistinek avakir. Ez çûm Amazonan paşê min wek rahênerek navneteweyî dest bi kar kir. Du bijarteyên min hebûn an ezê di halê xwe de bimînim an jî têkevim nava kar û jiyana xwe biguherim. Min a duyemîn ji bo xwe, zarokên xwe û paşê ji bo hemû jinan hilbijart û bi hemû hêza xwe ketim nava kar."

"Pirsgirêka min bi civaka jinên karker qebûl nakin re hebû"

Li ser zehmetiyên wek jinek hevjînê wê jiyana xwe ji destdayî û dayika zarokan di civaka Lîbyayê de rû bi rû hatî Sebah El-Obeidî ragihand ku çawa karî van zehmetiyan derbas bike û wiha got: "Em di civaka Lîbyayê de dijîn. Ez ê nebêjim rojhilatî û misilman lê ez ê bibêjim Lîbyayî wekî jinek ku hevjînê xwe wenda kiriye zehmetiyan dibînim. Nahêlin jin derkevin û erebê bajon an jî ji bo ku piştgiriya zarokên xwe bikin kar bikin. Nemaze ger statoya te ya civakî, yanî eşîra xurt be hîn zortire, ji ber ku bavê min şêxekî eşîrî bû, her kesê ji min re dibêje ku tu kêmasiya min nîn e çima tu kar dikî?  Lê jiyan ji bo min ne tenê dabînkirina xwarin û vexwarina zarokên mine. Ez jineke xwedî azwerîme û divê ez bi hêz bim û ji wan re bibim mînak, destura vê yekê jî nayê dayîn. Ji ber wê ye dibêjim pirsgirêka min di civakek wiha de ye ku jinên hevjînê xwe windakirine bi karkirinê debara zarokên xwe dikin qebûl nakin."

 "Mamosta divê bizanin karek mirovî dikin"

Sabah El-Obeydî li ser giringiya perwerdê jî ev tişt anî ziman: “Yek ji perwedeyên herî xweş û zehmet bû. Dema ku min bihîst kesek astengdar dixwaze bibe perwerdekar û dersên jêhatîbûna jiyanê bigire, ji ber vê yekê min fikir kir ku ez dersekê bidim wan û li komeke hewcedariyê perwerdehiyê ye geriyam. Min bi serokê Rêxistina kêmasiyên Dîtinê re axivîm û min ev fikira xwe pêşkêşî wî kir û wî ji min re got ku komeke heye ku hewcedariyê wan bi vê perwedehiyê heye. Dema ez bi wan re axivîm min dît hewcedariya wan bi hînkirina dan û standinê heye. Perwerde li ser jêhatîbûna mirov e, ew çawa fêr dibe dihewîne û ji yên derdora xwe hez dike û bêpere jî tê dayîn heke rahêner xwediyê van şiyan be, dikare bi hemû koman re mijûl bibe. Berî ku perwerde ji bo perwerdekar bibe pîşeya bazarganiyê ew pîşeyekî mirovî ye. Min rahênana taybet wernegirt û min zehmetî nedît ku bi wan re mijûl bibim. Bê guman zehmetî jî hebûn, nemaze ji ber ku hinek ji wan mêran waneya min qebûl nekirin û bi min re hinekî hişk bûn lê di dawiya perwedeyê de têkiliya min bi wan re pir xweş bû, û ew dijwarî derbasbû. Min karî tişte kbaş bidim wan û waneyên min ji wan re sudmendbû êdî li ser nêrîna wan dimîne."

 Sebah El-Obeydî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sê ji çar parên jinên Bîngazî hevjînê xwe windakirine û wiha got: Piştî şer jinên hevjînê xwe windakirine ji temenên cuda ne. Ji ber wê jî divê jin bi hêz be û nekeve bin bandora mêran. Ez ji hemû jinan re dibêjim ‘hûn bi ya min bikin hunê nehêlin kes we bişkîne."