Sûltan Taşkaya 28 salin li hevjînê xwe yê winda digere

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 872'yemîn de aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku beriay 28 salan hatiye windakirin pirsîn. Hevjîna Taşkaya Sûltan Taşkaya jî got: “Ne sax ne jî mirî me nedît.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê, di hefteya 872'yemîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar xistin. Ji ber pandemiyê dayikan çalakiya xwe bi awayekî online pêk anîn. Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya ku di 6'ê kanûna 1993'an de li navçeya Siwêregê ya Rihayê hatibû binçavkirin û careke din agahî ji nehatibû girtin pirsîn. 
Lêgerîna Serpîl û dayika wê ya 28 salan 
Di destpêka çalakiyê de hevjîna Huseyîn Taşkaya Sûltan Taşkaya û keça wî Serpîl Taşkaya axivîn û destnîşan kirin ku 28 sal in di nav lêgerînê de ne lê hê jî aqûbeta Taşkaya hîn nekirine.
“Ji roja ku bi ser mala apê min de girtin heya niha agahî jê nayê girtin”
Biraziya Huseyîn Takşaya Ozlem Taşkaya jî daxuyaniya heftê ya hatibû amadekirin xwend û çîroka apê xwe wiha vegot: “Huseyîn Taşkaya 42 salî, bavê 4 zarokan bûye û ji ber binpêkirinên mafên mirovan di hedefa Eşîra Bûcak û dewletê de bûye. 6'ê kanûna 1993'an dema ku li mala apê xwe bûm leşker, polis û cerdevanên Eşîra Bûcak bi konveyeke ji 30 wesayîtan pêk hatî bi ser mala apê min de girtin û ew binçav kirin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.”