"Sûcên li Efrînê tên kirin hemû jinên cîhanê dixe metirsiyê"

Cîgira Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen diyar kir ku kiryarên li Efrînê tên kirin ji bo cîhanê xeteriyeke mezin e, siyaseteke qirêj li dijî jinan tê meşandin û jin rastî kiryarên hovane û dijmirovî tên.

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Piştî ku Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin Efrîn ji bihuştê veguherî dojehê. Rewşa jinên ku li Efrînê mane her diçe xerbtir dibe û mafê wan têne bipêkirin. Ev çar salin li Efrîna dagirkirî rojane jin rastî kiryar û hovetiya çeteyên dewleta tirk tên. Li gor bîlançûya belgekirina Mafên Mirovan Efrîn- Sûriyê ji roja dagirkirina Efrînê û heya roja îro zêdetirî 86 jin hatine qetilkirin, 6 jin ji ber zordariya dewleta tirk întîhar kirin, 216 jin birîndar bûne, 71 jin hatine tecawizkirin, zêdetirî 1000 jin hatine revandin û bi dehan jin di temenê biçûk de di bin darê zorê de hatine zewicandin. Têkildarî mijara Cîgira Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen ji me re axivî.

"Li Efrîna dagirkirî siyaseteke qirêj li dijî jinan tê meşandin"

Cîgira Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin ku zihniyeta baviksalarî ya ku hatiye şkandin vejîn bikin û wiha berdewam kir: "Bi dagirkirina Efrînê re hate xuyakirin ku hemû dewletên hegemonîk bi dewleta tirk a dagirker re hevkarin. Li Efrînê jin rastî kiryarên hovane û dijmirovî tên û siyaseteke qirêj li dijî wan tê meşandin. Gelek tişt weke lixwekirina hicabê û nederketina ji malê li ser jinan têne ferzkirin. Li Efrîn herî zêde jin têne hedefgirtin. Hejmareke mezin ji jinan di girtîgehan de di bin êşkenceyê de hatin qetilkirin."

"Kiryarên ku li Efrînê tên kirin metirsiyek mezin derdixin holê"

Emîne Mele Hesen got ku kiryarên ku li Efrînê di derheqê jinan tên kirin metirsiyek mezin derdixin holê û wiha lê zêde kir: "Dema mirov li bûyerên ku li Efrîn diqewimin temaşe dike bi rastî mirov matmayî dimîne. Kiryarên herî qirêj li dijî jinan tên kirin. Komîteyek navnetewî heye bûyerên ku li Efrîn têne qewimandin belge dike lê li hember kiryarên dewleta tirk bêdengiyek navdewletî heye. Kiryarên ku li Efrîn tên qewmandin cîhanê dixe bin metirsiyê de."

“Divê bi lez çareseriyek ji kiryarên dewleta tirk re bê dîtin”

Emîne Mele Hesen bang li hemû dewletên navnetewî kir ku bi lez çareseriyekê ji kiryarên hovane yên dewleta tirk û çeteyên wê re bê dîtîn û wiha domand: “Kiryarên hovane yên ku li Efrînê têne kirin xeteriyek mezin ji cîhanê re nîşan didin. Divê saziyên jinan, rêxistinên mafên mirovan û Desteyên Hiquqî bi mafê xwe rabin û dawî li hovitiya dewleta tirk bînin. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e  ku bi zihniyeta xwe ya desthilatdar seranserî Rojava dagir bike.”