“Sozên dane xwendevanan heta niha pêkne anîne”

Xwendevanên dibistina amadeyî temam kirine li gel ku di ezmûnên zanîngehê de derceyên bilind girtine jî li tu zanîngahan nehatine bicîhkirin, heftiyeke li bajarê Silêmaniyê û bajarên dinê yên Başûrê Kurdistanê li qadan daxwaza mafê xwe dikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî - Ji ber bê mafiya li beramberî xwendevanên dibistana amadeyî temam kirin û pileyê bilind bi destxistin û negirtine zanîngehan ev heftiyeke xwendevan li qadanin û daxwaza mafê xwe dikin. Wezîrê Xwendina Bilind Aram Ehmed Qadir 28’ê Cotmehê  hewil da ku pirsgirêka xwendevanên pileya 99 anîne çareser bike, lê belê xwendevanana xwestin pirsgirêka tevayî xwendevanên ku ezmûnên zanîngehê derbaz kirine çareser bikin. Aram Ehmed 31’ê Cotmehê di civana parlemena herêma Kurdistanê de biryar da ku pirsgirêka hemû xwendevanên ezmûnên zanîngehê derbaz kirine çareser bike. Pênc roj li ser sozên ku wezîrê perwerdê daye re derbaz bû, lê heta niha tu çareseriyek nekiriye. 
“Min li ser sedî 99 derece girtiye jî min nagirin zanîngehê”
Dêkan yek ji wan xwendevanên ku di ezmûna zanîngehê de li ser sedê pileya 99 bi dest xistiye dibêje: “Min di ezmûnên zanîngehê de 99 pile bi dest xist. Ez tenê mafê xwe dixwazim. Mafê hemû xwendevanan hatiye xwarin. Heta em hemû xwendevan mafê xwe bi destnexîn emê li qadan bin.”
“Em doza mafê xwe yê xwendinê dikin”
Lenya Niman xwendevana ku di ezmûnê zanîngehê de pileyek bilind bi dest xistiye û tu beş bi dest nexistiye ew ji bejdarî çalakiya xwendevanan bûye û wiha behsa rewşa ku jiyan dike kir û got: “Wezîrê xwedinê tenê soz daye ew kesên ku pileya 99 bî destxistine, lê ew xwendevanên din çikirine, daxwaza me ewe pirsgirêka hemû xwendevanên ezmûnên zanîngehê derbaz kirine çareser bikin. Ez doza mafê xwe û hemû xwendevanan digerim. Ez ne tenê li çareseriya pirsgirka xwe di gerim li çareseriya pirsgirêka hemû xwendevanan di gerim.”
Dayikên tevlî çalakiyê bûn daxwaza mafê xwendina zarokên xwe kirin
Ji dayikên ji bo bi destxistina mafê zarokên xwe yê xwendinê bejdarî çalakiya xwendevanan bûye Binar Reuf jî dibêje: “Keça min pileya 98.33 bi dest xistiye ev pile ji beşa bizîjkiya giştî digre ji ber çi bi pileya 98 biçe bi pare bixwine? Keça min destpêkê dema ev pile bi dest xistî gelek keyfxweş bû, em hemû ji gelek keyfxweşbûn me di got kijan beş bixwaze dikare bixwîne. Piştre hemû ew keyfxweşiya keça me nema.”    
Mamosta Niyan Mehmûd yek ji dayika xwendevanek ku pileya 96 bi dest xistiye û tu beşek yê zanîngehê ne girtiye wîha got: “Kurê min pileya 96 bi dest xistiye lê belê negirtine zanîngehê. Her sal berneyek wisan tînin pêşberî xwendevanên bajarê Silêmanî ji bo wan xwendevanan negrin zanîngehên navçeyên dinê.”