Sewsan El-Daca: Li Urdunê di deh salên pêş de dê guherîna demografîk çêbibe

Encumena Bilind a Nifûsê li Urdunê li ser stratejiya nifûsa niştimanî ya deh salên li pêş û stratejiya niştimanî ji bo tenduristiya zayîn û zayendî kar dike, diyar kir ku dê di deh salên li pêş de guherîna demografîk li Urdunê çêbibe.

SARA EL-DEMÛR

Urdun- Rêvebera Bernameyên Encumena Bilind a Nifûsê Sewsan El-Daca teqez kir ku Encûmena Bilind a Nifûsê hişyariyê bo gelek mijarên girêdayî nifûs û geşedanê her wiha danûstandina bi têgeha tenduristiya zayendî û zayînê dide, digel lêkolîna sedemên diyardeya zewaca di temenê biçûk de piştî berteka krîzên li Rojhilata Navîn.

Der barê zêdebûna diyardeya zewaca di temenê biçûk di civaka Urdunê de, Rêvebera Bernameyên Encûmena Bilind a Nifûsê Dr. Sewsan El-Daca ji ajansa me re ragihand ku civaka Urdunê ji ber belavbûna diyardeya zewaca di temenê biçûk de di salên berî koçkirina Sûriyeyê de êşê nedikişand. Da zanîn ku wê demê rêje ji sedî 8 derbas nedikir lê pêla penaberan û aloziyên berdewam li Rojhilata Navîn û bandora Urdunê li ser hejmareke zêde ya penaberên Sûriyeyê, belavbûna wê diyardeyê gelek zêde kiriye ku vê yekê hişt encûmen lêkolîneke taybet li ser sedemên vê diyardeyê pêk bîne ku dest bi zêdebûnê kiriye bi taybetî di nav keçên ciwan de.

“Rêjeya zewicandina zarokên keç li Urdunê bûye ji sedî 18”

Sewsan El-Daca amaje bi wê yekê jî kir ku lêkolînek li ser zewaca keçên ciwan hatiye kirin û nîşan dide ku rêjeya zêde ya vê diyardeyê li ser asta Urdunê gihîştiye ji sedî 18 ger bi keçên Sûriyeyê yên ku li Urdunê dijîn re were berhevkirin, ku rêje digihîje ji sedî 40.

Sewsan El-Daca sedemên ku malbat bi darê zorê zarokên xwe yên keç didin zewicandin di temenek biçûk de diyar kir ku ew jî xizanî û tirsa ji destdirêjî û destavêtinê bi awayekî giştî û got ku Qanûna Rewşa Kesane ya Sûriyeyê bû alîkar ku malbatên Sûriyeyê bi vê rêbazê keçên xwe dizewicînin.

“Divê xebat ji bo hişyariya malbatên ku zarokên xwe dizewicînin werin kirin”

Sewsan El-Daca teqez kir ku Encumenê kar kir ji bo pêşxistina çareseriyan bi riya pêşkêşkirina kurteya pêkanîna planeke niştimanî ya ku hemû hevkarên xwecihî, civaka sivîl û civaka navdewletî dihewîne ji bo kêmkirina zewaca temen biçûk, her wiha planek beşdariyê pêşniyar kir ku bigihîje qanûnîkirina rêziknameyên sînordarkirina zewaca keçên di bin temenê qanûnî de û ji bo bilindkirina hişyariya civakê û pêşkêşkirina bernameyên hişyarî û dermankirinê ji bo malbatên ku dikarin keçên xwe di temenê biçûk de bizewicînin, bixebitin.

Sewsan El-Daca got ku piştî plan bi dawî bû, ew radestî Encûmena Niştimanî ya Karûbarên Malbatê hat kirin, ji ber ku ew xwediyên tîma niştimanî ya pispor di parastina tundutujiya nava malê de ye da ku wê bişopîne û binirxîne.

“Kesên 10-19 salî ji ber nexweşiyên zayendî êşê dikşînin”

Der barê rola encumenê de ku girîngiyê bidin tenduristiya ciwan û xortan, Sewsan El-Daca behs kir ku encumenê zincîrek lêkolîn û rapirsiyan li ser têgehên tendurustiya zayendî û zayînê ji bo temenên di navbera 10-19 salan de ji ber nebûna wê di daneyên fermî de çêkir û da zanîn ku ev kategorî êş ji nexweşiyên zayendî dikşîne û bi hewceyî agahî, xizmetên tenduristî û hişyariyê yên berdewam dike.

Her wiha kurteyên raporan sedemên zêdebûna bûyerên neanîna zarokan di nav mêran de eşkere kir ku ji ber nexweşiyên cinsî yên ku ciwan pê dikevin û zehmet e ku di temenê biçûk de ji ber adet, kevneşopî û çanda şermê were dîtin her wiha ew ji navendên tenduristiyê re nayê rêkirin ji bo wergirtina xizmetên tenduristiyê.

Têkildarî erkên encumenê, Sewsan El-Daca amaje bi mijarên herî girîng ên ku xebatên encumenê li ser wan disekine, ku di demografyaya nifûsê de tê temsîlkirin, wek referansa niştimanî ji bo agahdarî û daneyan li ser nifûs û geşedanê û berpirsiyariya dariştina siyaset û stratejiyan ji bo van mijaran kir.

“Ji aliyê hejmarî ve di sala 2040’an de Uudun digihîje lûtkeyê”

Sewsan El-Daca anî ziman ku Encûmen balê dikşîne ser stratejiya nifûsa niştimanî ya di deh salên pêş de 2020-2030 û stratejiya niştimanî ji bo tendurustiya zayendî û zayînê ji bo heman serdemê. Her wiha ew bala xwe dide belgeyek siyaseta neteweyî ya giştî ku encûmen girîngiyek taybet dide wê. Di nav de jî mijara tendurustiya zayîn û zayendî hene. Ji ber daxwaza Urdunê ya ji bo veguhestina demografîk ku bi texmînên nifûsê û pêşbîniyên ku nîşan didin ku Urdun, di sala 2040’î de, digihîje lûtkeya derfeta demografîk ku tê wê wateyê ku hejmara herî zêde ya nifûsê dê di temenê kar de bin, temenê wan jî di navbera 15-64 salî de ye.

Sewsan El-Daca her wiha bal kişand ku tê texmînkirin ji sedî 60 ji xelkê Urdunê dê karibin kar bikin û mimkun e ku beşeke din ji xelkê alîkariya kal û pîran û zarokan bikin û diyar kir ku encumenê kar kir ji bo cîbicîkirina çend plan û stratejiyan, di nav wan de plana niştimanî ji bo plansaziya malbatê, ku di sala 2003'an de dest pê kir, ji bilî planên ku balê dikşînin ser pirsa malbatê ji bo kêmkirina rêjeya zarokanînê li Urdunê ji bo bidestxistina derfeta niştecihî.

“Di gelek waran de encumenê dest bi lêkolînan kiriye”

Der barê tişta ku di dawiya sala borî de der barê stratejiya niştimanî de hat destpêkirin de, Sewsan El-Daca destnîşan kir ku encûmenê dest bi lêkolîna li ser tenduristiya ciwanan, tenduristiya dayik û zarokan, dayiktiya ewle, rêxistina malbatê û pirsgirêkên wê, nexweşiyên veguheztin, penceşêrê, pergala zayînê, lêkolînek kiriye. Her wiha baldarî da dozên li ser bingeha zayendî û şîdeta nava malê, zêdebarî rawestandina li ser mijarên neayîn zarokan û kurtajê ku ji mijarên sereke yên civaka herêmî ne.

Sewsan El-Daca diyar kir ku bikaranîna têgîna tendurustiya zayîn û zayendî li Urdunê wekî sernavek eşkere tirsek li ser aliyên hevkar û saziyên medyayê di weşanên wan ên hişyariyê de çêkiriye.

Rêvebera Bernameyên Encumena Bilind a Nifûsê Dr. Sewsan El-Dacah di dawiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku gelek pisporên ragihandinê hene ku bername û materyalên medyayî yên têkildarî belavkirina têgeha tendirustiya zayendî û zayînê pêk tînin, li gorî pêdiviyên civaka herêmî, adet û kevneşopiyên wê ye.