Semer Ebdulah: Hevpeymana Civakî ji bo hemû pêkhateyan modelek guncaw e

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah teqez kir ku Hevpeymana Civakî nûnertiya tevahî pêkhateyan dike û lihevkirineke mezin li ser mafên hemû pêkhateyan heye, Hevpeymana Civakî li ser daxwazên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Ev demek e Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê sazkirin. Dê bi hevpeymanê şêwe û pergala rêveberiya herêmê, xebata wê û têkiliyên wê yên hundirîn û derve werin diyarkirin. Hevpeymana Civakî kar û têkiliya civakê bi civakên derdorê re diyar dike her wiha erk û mafên kesan bi awayekî wekhev diyar dike û diparêze. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî.

“Hevpeymana Civakî xala veguhertina ber bi çareseriya krîza Sûriyeyê ve ye”

Semer Ebdulah da zanîn ku Rêvberiya Xweser li ser daxwazên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sazkirina Hevpeymana Civakî pêk aniye û wiha dirêj da axaftina xwe: “Hevpeymana Civakî li ser daxwazên pêkhateyên herêmê pêk hat, Hevpeymana Civakî mafên çandî yên pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hev re dijîn, mîsoger dike û dê ji her herêmê re bibe xala veguherîna ber bi çareserkirina krîza Sûriyeyê ve, di reşnivîsa peymanê de ji pêşgotinê heta benda dawî, girîngî li ser mafên hemû pêkhateyan, çanda wan, beşdarbûna wan di pergela rêveberî û sazûmaniya wê de heye."

Semer diyar kir ku dê bendên Hevpeymana Civakî bi gel re werin parvekirin û li ser wê bingehê rengê dawî yê reşnivîsa hevpeyamana civakî were dayîn û wiha anî ziman: “Di demên pêş de civîn dê bi komîn, meclisan re werin çêkirin û bendên hevpeymanê werin parvekirin, li gorî wê pêşniyar ango nêrînek cuda derkeve dê di civînên komîteya Hevpeymana Civakî de li ser wan were nîqaşkirin da ku derbasî bendên peymanê bibin yan na. Piştî civîna dawî were lidarxistin dê ji meclisa giştî re were şandin da ku li ser wê erê bike û têkeve meriyetê. Armanc ew e ku em rengê dawî yê hevpeymana civakî saz bikin ku li gorî tevahî pêkhateyan be. Da ku nêrînên hev qebûl bikin, fikrên xwe fireh bikin û bigihîjînin modeleke guncaw a hepeymana civakî bi awayeke demokratîk û wekhev bi dawî bibe.”

“Jin civakê bi awayê wekhev û adil bi rêve dibin”

Semer bal kişand ser rol û misyona jinan di komîteya Hevpeymana Civakî de û got: “Di Hevpeymana Civakî de gelek bend hene ji bo parastina mafên jinan, wekheviya di navbera jin û mêran de. Di hin bendan de hat diyarkirin ku kesên li dijî jinan hemû cureyên şîdet, tecawizê pêk bînin dê werin cezakirin ji ber ku ev sûcek li dijî pîvanên civakê ye. Di benda 41’ê de jî hat gotin ku mafê her jinê heye biryarê ji bo jiyana xwe bide û di nava her qadê de xwedî rol be û wekhevî di navbera herdu cinsan de were sazkirin. Di civîna dawî de jî Koordînasyona Jinan a Rêvberiya Xweser tevli Komîteya Hevpeymana Civakî bû. Jinan di sazkirina hevpeymanê de pêşengî kir, ji ber ku jin bi ked û xebata xwe, wekhevî û edaletê ava dikin û bi wê şêweyê rêveberiyê dikin.”