Sedemê rukeniya wê vegera li ser axa wê ye

Fermanek din, di wê fermanê de bi hezaran kûştin, girtin, revandin û firotina keç û jinên warê Êzidxanê bi xwe re çi anî, çi bir û wê çi bîne. Li ser vî welatê pîroz peyvên herî pîroz azadî û aramiye, di heman demên de peyvên ku her kes lê digere jî evin, lê tenê kesên xwedî hêvî û bawerî dikarin bibînin û wê tam bikin.

NESRÎN HİSÊN -ELMAS NAYİF
Şengal - Yek ji wan jinên şahidiya ferman û qetliyaman kirî jî dayika Xeniya Xwidêda ya ku li gûndê Digur jiyan dike ye. Weke ekîba Nujinha vêcarê ji bo çîrok û naskirina jineke din me berê xwe da gundê Digurê. Dema em ji Sînûnê der dikevin li ser destê çepê em dikevin gûndê Digurê, ber êvar bû, hê roj neçûbû ava di nava roniya roja sorbûyî de dayikekê di destê wê de şivikeke zirav û dirêj, ji xwe re hêdî hêdî dimeşiya û pezên xwe diçêrand. 
Me silav dayê û li ba roniştin. Ya bala me kişandî rihetî û dil nermiya wê bû ku, ew dilê nazdar û mirteh xweşikbûna xwe dabû ser rûçikên rûyê wê yên ku bê navber li me dinêrî. Bê ku em bikevin ferqê em ketibûn nava sohbeta xwe. Dema me dit dixwaze ji mer bi pey ve, bi dil xweşî me kamerayên xwe amadekir û me jiyan û çiroka wê bi mereqdarî guhdarî kir.
Xweşîyê mirov di dilê xwe de ava dike
Dayika Xeniya di despêka gotinên xwe de qala jiyana xwe ya berî fermanê dikir û di got her çiqasê belengazî hebû jî lê dilê me xweşbû, bi kesereke xemgîn û rû geş wiha vegotina wan rojan dikir: “Berî fermanê zehmetiyên jiyanê gelekbûn ne av, ne kehreb ne jî gazbû em ji xwe re diçûn ser bostanan me nisk û gelek zebzeyên din di çand, li gel van karan ji zarokatî heya berî fermanê em diçûn ji çiya me bi keran dar ji xwe re tanî. Bi vî şêweyî me debara xwe dikir lê cardin em rihet bûn.”
Dayika Xeniya di 20 saliya xwe de bi dilê xwe dizewice û li gel zehmetiyên giran ên jiyanê jî wê û hevjînê wê bi keda destê xwe û hevsengiyeke ya rêzdariyê jiyan xwe birêve biriye. Dayika me bi van gotinan qalan temenê xwe yên 20 salî û şûnde dike: “Ez di 20 saliya xwe de zewicîme zewaca min bi dilê min bû. Malbata min jî bi kêfxweşî zewaca min pêşwazî kir. Hevjînê min 14 salan leşkertiya Iraqê kir. Dayik û bavên wî pirejin û piremêrbûn xûşk û birayên wî biçukbun dema dihat em bi hev re diçûn ser bostanan me carna heya meha 10 carna jî heya meha 11’an di bostanan de xeyar û bacan diçinî. Dema em dihatin me ji bû xwe pêdiviyên malê dikirî û debara me jî weke daxwaza xwe da bû ji ber weke civak em bi kes û karên xwe re tev di heman astê debûn, em jê razî bûn û me bi xwêdana Eniya xwe encamên keda xwe didît.”
Dayika Xeniya dema qala zehmetiyên jiyana xwe ya berî fermanê dikir jî rûkenî û çavên wê yên bi hêvî geş û zelal bû lê dema qala fermanê dike tû dibên careke din ew tirs û xofê dijî ji ber tevgerîn gotinên wê bi êş bû xemginiyê dagirtî dibû û wiha di got: “Lê piştî ew DAIŞ’ê hov hate nav dinyayê, em tev belav kirin ji cihanê re bû belayek bê ser û bin. Despêkê gotin DAIŞ kete Siba Şêx Xidir em bi miletê xwe yê wir re di nava peywendiyê de bûn me kesên gundê Digurê ji gelê xwe yê Sibayê re xarin av nan kar kir û me got ger xwe xelas kirin ji bo bên gel me. Lê peyre peywendiyên me bi wan re qûtbû me ji xwe re got mala wan xera kirin ew tev girtin.” 
Di wê tirs û xofê de weke Dayika Xeniya, şêniyên Digûrê û giştî gundên xeta Şemal tenê bi miletê xwe yê qibletê di fikikirin û li gor derfertên xwe ji wan re arikarî dikirin û amadekarî dikirin lê bi agahiya zarokekê ciranan yêdî dayika Xeniya fêmkiribû ku ev belaya mirovahiyê wê ji wan jî neger û ew jî ji bi 12 ferdên malbata xwe mal û warê xwe dihêle û bi rê dikeve. 
“Ji Zarokekê min bihîst”
Dayika Xeniya wiha qala wê roja reş dike: “Zarokek ê ciranê me got dayê gûndî direvin min jêre got her tû derewan dikî, bavê wî hat û got raste xwe karkin me biçin. Gotin em biçin çiyê yan Kurdistan zarokên min gotin emê biçin Kurdistanê, em 12 kes bûn bi yek tirimbêlê siwar bûn û çûn Kurdistanê. Gelê Kurdistanê geke ji mere başbûn xwe da xêra wan qebûlbike. Tevahî pêdiviyên me yên manewî û madî pêşwazî kirin. li wir jî me ne rihet bûn me digotin ger bên emê çibikin bi şev em nedirazan, keçên min jî di temenê weke ciwan bûn çanteyê xwe li ber serê xwe danî bûn gotin ger hatin emê birevin. Bawer bikin hinek keçan û dayikan gaz dixistin kotiyên avê de û digotin kengê hatin ger me zanî emê bi kevin destê wan emê xwe bişewitînin. Em pir ditirsiyan ji ber digotin keç û jinan dibin, digotin ketine Sîba û Tilizêr me jî digot wê dora me jî were.”
 Dayika Xeniya di berdêla vegera axa xwe de zarokên xwe guhdar nekir û rexmê ew û hevjînê xwe wê bi tena xwe jî maban, lê rexmê hertiştî nekarî li kampên Başûrê Kûrdistanê de bijîn, ji bo wê berê xwe da axa xwe.
 Dayê Xeniya bi van gotinan qala rewşa xwe ya li kampên Başûrê Kurdistanê û vegera ser axa xwe dike: “Li kampan me nedikarî bijîn zarokên min nehatin, lê ez û hevjînê xwe em hatin ser warê xwe. Li kampan tû kar nebû tenê em 24 demjimêran rûniştibûn. Em 11 mehan bi tenê bûn kesek dora me nebû. Em ji wir jî rabûn cûn cihek din li wir jî miletê me hebûn yên ji Şîba Tilizêr Digûrê. li wî cihî em bi wan miletê xwe re diman. Çend caran hatin ji bo ku navê me binivîsin lê me nexwest em biçin kampan. Peyre ji bo zarokan mecbûr em çûn kampa Çelmişko ya girêdayî Zaxo. Lê min û hevjînê xwe biryar da em vegerin ser axa xwe û em hatin.”
“Warê yekidin nabe yê te”
Dayika Xeniya dema qala jiyana xwe ya li ser axa xwe dike tû dibêjî qey ev cihan tev ya wê ye di çavên wê de me wate û girîngiya ax û warê mirovan bi awayê herî bedew dît. Dayika me bi van gotinan qala jiya xwe dike: “Sedemê vegera me ya yekê mirov tûcaran li ser erdê xelkê ne rihete, me bêriya axa xwe warê xwe dikir, me navê kesek were ser erdê me. Zarokan gelek daxaz kirin da ku em neçin lê hedara me nedibû. Ferqa kampan û vir gelek geleke nayê gotinê, daweta kûrê min çêbû min nezanî kawê kengê bi qede da vegerim Şengalê. Ez niha  ber pezên xwe me min çar bizin û çar karik hene, ez ji xwe re didoşim mast û berhemên din jê çêdikim. Ev sal zehmetî hebû lê salên bûrî gelek xweş bû me li vir biharek gelek xwe dît. 
Di dawiya gotinên xwe de daxazeke mezin Dayika Xeniya ji gelê ku di kampên Başûrê Kurdistanê de dijîn xwest ku vegerin ser erd û axa xwe bi van peyvan giringiya axê anî ziman: “Daxaza min ewe ku gelê me vegerin ser erdê xwe yê malên wan DAIŞ’ê xera nekiribin bila werin û ji xwe re van malan ava bikin û jiyan xwe ji nû ve li ser erdê xwe avabikin. Warên me ji cihê xelkê xweştire ji ber warê xelkê tûcar nabe warê me. Kamp nabin war û milkên wan.”
Piştî roj çû ava dayika Xeniya hêdî hêdî rabû ser xwe û me ji hev xatir xwest wê jî lawirên xwe da pêşiya xwe û ji me dûr ket.