Seda xizmeta du birayên xwe yên astengdar dike

Seda xwişka du birayên berasteng ên bi navê Ewed û Ewad e. Hemû jiyana xwe ji bo xizmeta wan terxan kiriye, ji wan re hem dayik hem jî bav e.

ELMAS EL-MEXLIF
Heseke - Seda Hemada El -Dawud a 39 salî, ji niştecihên taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava ye. Seda zewicî ye û zarokek wê heye, wê bargiraniya her du birayên xwe yên berasteng girtiye ser milên xwe. Birayên wê Ewed ê 34 salî û Ewad ê 36 salî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin û çavên wan li destên xwişka wan e.
Seda anî ziman ku ji sala 2008’an de dema dê û bavê wê bi hev re jiyana xwe ji dest dabûn heta niha ew li birayên xwe dinêre. Ji bo pêdiviyên wan bîne cih jiyana xwe ji bo wan terxan kiriye. Seda ya ji dehsaliya xwe ve di kargehekê de dixebite, hem dahata ku digire ji bo her du birayên xwe xerc dike, hem jî li malê hemû pêdiviyên wan ên jiyanî ew pêk tîne.
Nexweşiyên her du birayan jî ji hev cuda ne. Nexweşiya Ewad di cane wî de ye û ji derveyî tiştên bi rûn ên wekî şîr tiştên dinê nikare bixwe. Nexweşiya Ewed jî di hişê wî de ye û nexweşê derûnî ye, mejiyê wî kêm e lê xwarina wî baş e piranî xwarinê dikare bixwe.
Seda axaftina xwe wiha berdewam dike: “Ev rewşa wan ji zikmakî de ye, astengiya di can de dibe sedema bê tevgeriyê. Nikarin rabin, bimeşin û pêwîstiyên xwe bînin cih. Nexweşiya hişî jî giran e û Ewed ji bo wê nikare li ser bedena xwe baldar be û ev di hemû tevgerên wî de tê xwiyakirin.” 
Seda da xuyakirin ku rewşeke êrîşkarî li cem birayê wê Ewad heye ji ber vê yekê ew êrîşî birayê xwe Ewed jî dike û wiha domand: “Ji ber vê êrîşkariya Ewad em jî neçar dibin her duyan dûrî hev bixin. Zivistanê her yek ji wan di odeyekê de dimîne, havînê jî qefesek hesin heye, du beş e her yek ji wan di beşekê de dimîne ji bo bi hev nekevin.”
Seda axaftina xwe wiha berdewam dike: “Ev astengî bandoreke mezin li ser jiyana wan a kesanî û civakî dike, ew ziyanê didin bedena xwe jî.”
Seida ji birayên xwe re dermanxaneyek biçûk vekiriye, tê de dermanên germbûnê aspirîn û hin dermanên din hene.
Nêrîna civakê  
Seda anî ziman ku nêrînên civakê ji rewşa her du birayên wê re bi dil hişkî û bê insaniyetî ye û kes bi ber wan nakeve
Ev nêrîn jî dibe sedema neqebûlkirina birayên wê ji kesên derveyî malbatê û ji bo guhertin û veguhertina nêrîna civakê ji kesên berasteng re û guhertina rêbazê dan û standina civakê bi van kesan re girîng e perwerde bê dayîn û mirov bên hînkirin.
Nûnerên malbatan ên navneteweyî tevli kesên astengdar, berpirsyarên komeleyên bi van karan re mijûl dibin, ji bo parastina mafên berastengan peyman mor kirine.
Seda bi lêv kir ku hewce ye hişmendiyek ji bo civakê bê dayîna da ku bikarin mafên welatiyên wekî birayên min berasteng biparêzin û li wan xwedî derkevin û wiha domand: “Ji ber bertekên civakî û derdorê li ser wan bandor dike, dema dibînin derdor bi çavek neyênî li wan dinêre, ew jî hîn zêdetir xirab dibin.”
Seda got ku bi tena serê xwe bê alîkariya tu sazî û dezgehên civakî li her du berastengan dinêre û wiha domand: “Pêdiviya birayên min bi alîkariyê heye, ez tenê têra pêwîstiyên wan nakim. Heqdesta min têra pêdiviyên wan nake, ji bo wê perîşan dibin. Ji ber nexweş in dermanan dixwin, dermanên wan jî giran in. Xizmên wan jî nîn in alîkariya wan bikin, ji bo wê gelek zehmetiyan dibînin.”
Gelek berastengên wekî van her du birayên Seda yê li bajarê Hesekê hene ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye.