Saziya Ganoubia Houra li dijî tundî û cihêkariyê têdikoşe

Ji ber rewşa heyî ya li cîhanê gelek xebat ji bo jinan pêwîst in, bi taybetî li parêzgeha Aswan a di bin sîstema eşîrtiyê de lê saziya Ganoubia Houra qadên ewle ji bo jinan ava kiriye ji bo li dijî tundiyê rawestin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Mijara mafên jinan di civakên girtî û eşîrtî de ji ber ku li dijî desthilatdariya mêrsalarî ye bi hêsanî nayê nîqaşkirin. Ji ber kevneşopiya heyî gelek caran karê civaka sivîl bi taybetî saziyên jinan tên astengkirin.

Ji bo em bêhtir rewşa civakên eşîrtî ji nêz ve bizanibin me hevdîtinek bi yek ji damezrînerên saziya Ganoubia Houra re li Aswanê kir. Siham Othman a derbarê xwezaya karên saziyê û xizmet û piştgiriyê ji jinan re pêşkêş dike de bersiva pirsên me da, da zanîn ku sazî ji malzaroka şoreşa 25’ê Çileyê ava bûye bi fikrên nû ji bo guhertinek rastî pêk bîne û bê şert piştgiriya jinan bike, qaliban bişkîne.

*Ganoubia Houra yek ji saziyên aktîf e li Sayîdin, hûn dikarin behsa karê xwe bikin?

Saziya Ganoubia Houra bi beşdariya komek jinên ciwan li gundên parêzgeha Aswan ji eşîrên cuda hat avakirin bi armanca peydakirina qadeke ewle ji jinan re li malan û kolanan dixebite. Weke însiyatîfek ciwan li dijî destdirêjî û tundiya li kolanan xebat, bi teknîka grafîk li ser dîwaran û navendên ciwanan xêzkirin, em bi hev re hewl didin hawirdoreke bi ewle ji bo jinan peyda bikin ku mafên wan tê de neyên binpêkirin û kêmkirin.

Em weke saziyek li dijî tundî û cihêkariya li dijî jinan li Sayîd têdikoşin û hewl didin jinan di hemû waran de xurt bikin. Ji bo ku wan bi mafên wan bidin nasîn, rêbaz û alavên ku pê daxwaza mafên xwe bikin bi kar bînin, dema rastî binpêkirinan bên û bi zagonên piştgiriya jinan dikin hişyar bin. Ligel pêwendiyên me bi komên din re ji bo zagonan ji bo parastina jinan derbixin û li dijî hemû şêwazên tundiya ku jin rast tên têbikoşin.

*Rola we di alîkariya hejmareke însiyatîfên ciwan li Sayîdê Misirê kar dikin de mezin bû. Ew însiyatîf çi bû, çawa we dikaribû piştgiriya wan bikira?

Karê me ew e em piştgiriya bê şert ji jinan re bikin. Bi taybetî ji ber ku em baş dizanin nikarin pêdiviyên cuda yên hemû jinan li seranserê parêzgehê pêk bînin. Lewre divê nifşên din xwedî heman nêrîn û hêvî hebin. Em hewl didin hemû jinan zana bikin û ew bikaribin biryar didin, pêdiviya wan bi rêxistinê heye yan dixwazin bi serê xwe kar bikin ev jî mafê wan ê rewa ye.

Di perwerdeya ku me ji bo rojnamegerên jin der barê zayend û rojnamegerî, xîtaba rojnamegeran ji bo mijarên jinan dîtin de em li ser rêjeya tundiya ku li dijî jinan zêde dibe de, bi komeke jinên ciwan re me biryar da ku em însiyatîfa bi navê Genderest ava bikin ji bo dozên tundiya zayendî bi riya rojnameyan nîqaş bikin.

Her wiha werşeyên zanistî bi taybetî li ser mafên zarokanînê û zayendî li Aswan dîsa komek jinên ciwan însiyatîfa Ya Melekiyê da destpêkirin. Ji bo mafên jinan di bedena xwe de derbirînin û binpêkirinên bi navê sinetkirina jinên li gundan dijîn rawestînin. Em destekê didin her însiyatîfa ciwan û piştgiriya wan a teknîkî, hunerî û zanistî jî dikin ji ber ku em pêdiviya jinan a ji bo karê berdewamî dizanin. Ev jî nîşan dide ku pêdiviya dewletê bi hemûyan heye. Ya kemek ew e ku dest bi kar bikin ji bo rewşa jinan biguherînin.

*Hûn di nava civakeke eşîrî de kar dikin asta astengiyên ku hene çiqas e?

Çanda mêrsalarî li hemû parêzgehên Sayîd serwer e. Lewre em dihêlin jin biryara rêxistinkirina xwe û beşdariyê bidin ji bo rastî metirsiyan û zextan neyên ji kar an xwendina xwe qut nebin. Cudabûna eşîrên ku em jê hatine qada me berfireh kir û bi riya nasên xwe em dikevin gundan ji bo berjewendiya jinên gund. A girîng ji bo me rehetiya jinan e da ku em bikaribin xwe bigihîjînin wan. Em mekanîzmayên kar jî diguherînin dûrî hişyariya rasterast bi riya fîlman, kampan, huner û fîlmên karton. Bi taybetî ji bo zarokan ku qada xwe kesayetî, sînor û rêbazên parastina xwe nas bikin. Piştgiriya zagonî bi awayekî tekane em pêşkêş dikin, di dema li pêş de em hewl didin yekîneyeke me ya zagonî ya temam hebe alîkariya jinên ji tundiya zayendî rizgar bûne bikin.

Piştgiriya derûnî pêwîstiyeke girîng e û bijîşk li Sayîd nîn in lewre em xwe dispêrin hevkariyan û alîkariya saziyên pispor li Qahîreyê. Di dema li pêş de em ê yekîneyek ji bo piştgiriya derûnî di saziya me de ava bikin, li gel planên me ji bo hişyariyê bi riya kampan ji bo têgeha zayendî ji ciwanan re zelal bikin em dixebitin. Ji ber zêdebûna rêjeya binpêkirinên li ser medyaya dîjîtal di dema borî de, em xizmetên ewlekariya dîjîtal pêşkêş dikin jinan hişyar dikin da ku xwe biparêzin rastî van binpêkirinan neyên, li gel danasîna wan di warê zagonan de û rêbazaên gilîkirinê.