Roza hunerek cuda dide aksasuarên cil û bergên çanda Kurdî

Her çendî li herêma Kurdistanê xwendekarên ku zanîngeh temam kirine û nayên tayînkirin bêhêvî bûne jî; hemû ciwan hewl didin bi xwe karek bikin û bibin xwedî pîşeya xwe.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Ciwan ji bo debara jiyana xwe bikin êdî ji hikumetê di nava bendewariyê de nîn in. Gelek ciwanan berê xwe dana qadên kar û dest bi pîşeyên cur be cur kirine û hewl didin debara jiyana xwe bikin. Roleke girîng dikeve ser milên jinan di aliyê karên serbixwe de gelek ked didin ji bo bidestxistina aboriya xwe ya serbixwe. Roza Rizgar a 24 salî yek ji wan jinên ciwan e ku xwendekara pola dawî ya koleja zanîstî ya kompîtorê li zanîngeha komar a bajarê Silêmaniyê ye wê jî dest bi kar kiriye û karê dizaynkirina aksesuarên ji bo ciwankariya cil û bergên çanda Kurdî çêdike. Bi vê ve jî girêdayî karên destan ên cuda bi navê String Art kir ku hunerek li ser texteyek dar bi ta û bizmar nexişandina şiklan e.
"Her dem hewl didim tiştek cuda çêbikim"
Roza Rizgar a xwendekar ev nêzî salek e karê destan çêdike û wiha behsa destpêkirina karê xwe kir û got: “Ji bo her karî divê xwestek hebe da ke mirov teşwîq bibe, xwestek û hezkirina min ji zarokatiyê tê û guhertin di van tiştan de were kirin. Dema ez tiştekî dikim her dem hewl didim tiştek cudati bikim û destkarî bikim dema diçûm ji derve min tiştek bidîta dihatim li mal min çêdikir ji ber gelek xwesteka min ji hunerê re hebû. Min destpêkê bi hunera String Art dest pê kir ew huner jî li ser texteyê dar bi bizmar û ta mirov şiklan dinexşîne, piştre min dest bi çêkirina aksesuarên cil û bergên çanda Kurdî kir niha çêdikim û li gorî kêfa bikiran ez aksasurên wan çêdikim û ew jî dema digrin gelek kêfxweş dibin. Xwendin beşek ji jiyana me ye lê belê nabe xwendin bibe hincet ji bo xwestekên me.”
"Destpêkê dizayna aksesuaran di mejiyê xwe de çêdikim"
Roza Rizgar bi bîr xist ku aksesuarên cil û bergên çanda Kurdî piranî di dema ahengan de gelek tên firotin û wiha domand: “Bi rastî karên dest karên zehmet in û demek zêde divê lê belê firotina wê kêm e tenê di demên ahangedan de tên firotin ev jî ji ber sedema xirabûna rewşa aborî ya herêma Kurdistanê ye. Piraniya kesên ku tên dikirin piraniya wan dixwazin aksasuarên wan reng û reng bin da ku li ser cilên wan ên çanda Kurdî werin. Ji bo çêkirina her yek ji aksasuaran çend saet jê re pêwîst e lê destpêkê ez di mêjiyê xwe de dizayna wê çêdikim û rengê wê li hev tînim bi vê ve girêdayî jin bi xwe reng û dîzayna wê dihilbijêrin û li gorî xwestekên wana çêdikim û her carê dibêjim bila rengê wan ji sê rengan zêdetir nebe ji ber ciwan dernakeve. Niha bi riya online ez karê xwe nîşan didim, di kar de ez hewl didim aksasuarên cil û bergên çanda Kurdî bi dilê jinan çêbikim ji ber kêfxweşiya bikiran ji her tiştî girîngtir e. Divê jin hewla bi destxistina karê xwe yê serbixwe bidin û bibin rêveberên karê xwe. Ez bang li jinên ciwan dikim ku nesekinin û bila çavên wan li destên kesên nebin, ji hikumetê jî hêvî nekin û bi xwe karê xwe ava bikin û bi ser bikevin.”