Roniya dilê wê dibe hêviya jiyan ê

Newroz Hemdî Sofî nabîne li ber dengê radyo yên Kurdî mezin bûye û daxwaza wê ya ku di dilê wê de mayî û nikare bi cîh bîne bûyîna şoreşgera welatê xwe.

BINEVŞ YILDIZTAN
Kobanê - Piştî me serpêhatiya Newroz Hemdî Sofî bihîst, me berê xwe da gundê Mezra Sofiyan ku 14/km yan dikeve Başûrê bajarê Kobanê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê-Rojava. Nişte cihên vî gûndî debara xwe bi xwdîkirina sewal, çandiniya genim, nîsk, nok, ceh, fistiq, zeytûn û bûstanan dikin.  Newroz û pîre dayika xwe jî yek ji niştecihên vî gundîne. Mala Newrozê xaniyekî kevin ku ji axa sor, kevir û daran hatiye lêkirin. Ji ber xanî gelekî kevne êdî xwirfa wanan ber bi hilweşînê ve diçe. Newroza ku bi herdû çavên xwe astengdare li gel dayika xwe ya 85 salî dimîne. Min xwest ku ez bizanibim bavê Newrozê li kure, dema min pirsa bavê wê jê kir ew gelek hêrs bû û bi acizî got ew tu caran nebû bavê min û wê nebe bavê min. 
Dema Newroz biçûk bûye bavê wê li gorî hişmendiya mêrê serdest û paşverûtiyên kevnar yên mêra tevgeriya ye ji derveyî dayika wê bi sê jinên din re jî hevjînî kiriy e. Ji ber vê rewşê Newroz gelekî ji bavê xwe hêrs dibe û heya niha jî li beranberî bavê xwe bi hêrse. Malbata wan ji dayik, 3’ê xwişk û birayekî pêk tê, herdû xwişkên wê û birayê wê zewicîn e. Newroz û pîr ê dayika xwe bi hev re di xwirfeyek kevinar de bi alîkariya niştecihên gund û birayê xwe debara jiyana xwe dikin. 
Her roj li ber dengê mûzîka kurdî rûdine
Newroz dema ji dayik dibe herdû çavên wê vekirîne lê belê roniya wan a dîtinê tune ye. Ji ber kêm derfetiyan tedawiya çavên wê nehatiye kirin. Piştî temenê wê dibe 9 salî birayê wê yê mezin jêre radyoyekî tîne û ji 9 saliya xwe ve dest bi guhdarkirina radyo dike. Ji 9 saliya xwe heya temenê xwe yê 35 salî li dengê radyoyên Kurdî guhdar dike. Piştî yekem radyo ya Kurdî dengê Êrîvan vedibe Newroz jî êdî dest bi guhdarkirina mûzîkên Kurdî dike. Rêwîtiya wê ya bi dengê Êrîvanê bi radyoya Mezopotamya re didome û niha jî radyo ya ku herî zêde ji nûçeyên wan hez dike radyo ya Dengê Welat e.
'Hêviya min ewe ez bibim şoreşgera welatê xwe'
Ji bo bibe şoreşgera welatê xwe hêvî dike ku rojekî çavên wê bibînin û ew jî bibe yek ji jinê pêşengên welat. Newroz Hemdê wiha behsa heskirina xwe ya radyoyan û şoreşgeran dike: "Ez gelekî ji radyo ya Dengê Welat, Kobanê Fm û Miştenûr Fm hezdikim. Dema ez sibê zû radibim ez yekser radyo  pêdixim û guhdarî mûzîkê dikim. Lê ez nûçeyên Dengê Welat guhdar dikim ji ber di nûçeyên wan de di derbarê tevahî Rojhilata Navîn de agahî hene. Dema ez li wan guhdar dikim wer bawer dikim ku çavên min dibînin û wisan dikarim bijîm. Radyo yên Kurdî ji bo min dibin hêviya jiyanê. Her wiha ez ji zaroktiya xwe de xeyal dikim ku rojekê çavên min bibînin û ez tevlî şervanên jin bibim û bibim pêşenga gelê xwe."
Radyoya dengê Êrîvanê di sala 1955'an de li paytexta Ermenîstanê bajarê Êrîvanê di dema weşana test de bi zaravayê Kurmancî dest bi weşanê dike û pişt re di nava rojê de 15 deqeyan nûçeyên Kurmancî dide û rojê 6 demjimêran bi zaravayê Kurmancî weşana xwe dike. Radyo ya Dengê Welat cara yekem bi navê Dengê Mezopotamya di 27'ê Gulana 2001'an de li paytexta Belçîka Brûkselê li bajarokê Denderleuw bi zaravayên Kurdî dest bi weşanê kir. Radyo ya Kobanê FM piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an de, li bajarê Kobanê di 11'ê Mijdara 2012'an de bi zaravayê kurmancî û erebî dest bi weşanê dikir. Radyo ya Miştenûr FM jî li bajarê Kobanê li ser girê Miştenûr di sala 2019'an de bi zaravayê kurmancî dest bi waşanê kiriye.