Rojnamgerên Lubnanî û pandemiya coronayê

Rojnamegerên Lubnanî Fatin Hemawî, Sewsen Serhan û Rîmî Derbas tecrubeyên xwe yên rojnamegeriyê û zehmetiyên xwe yên pêvajoya pandemiyê nirxandin.

KAROLÎN BERÎ
Beyrûd- Bi têkiliyên civakî re yekser li pêş in, xebatên wan ne kêmtirî bijîşkên li nexweşxaneyan e lewre ew jî rojnamevan û nûçegihanên civakê ne. Di qadên şer û bûyerên pevçûnan de bi mirinê re kêlî bi kêlî dijîn, ji bo vê jî bi belavbûna vîrusa coronayê re di Sibata 2020’an de li Lubnanê, para xwe jê girtine.
Fatin Hemawî, Sewsen Serhan û Rîmî Derbas, rojnamevanên Lubnanî tecrubeyên xwe bi coronayê re bi me re parve kirin.
Rêwîtiya tirs û bi xof dest pê kir
Rojnamevan Fatên Hemawî a ku ji ber hin pirsgirêkên tendirustiyê her dem tirs û xofa wê ji coronayê hebû, wiha ji ajansa Nûçeyan a Jinan re diyar kir; "Piştî ku hin îşaretên coronayê wekî kuxikê li min xuya kir, yekser çûm bijîşk û min tehlîl da. Mixabin encam pozîtîf bû. Wê demê min fêm kir ku çiqas ji tendirustiya xwe ditirsim lewre nexweşiya tansiyona bilind dikşînim." 
Wekî tê zanîn bi teqîna neteratê Amoniyom ku di 4’ê tebaxa 2020’an de rûda, di encamê de nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran birîndar bûn. Her wiha 15 milyar dolar ziyana madî çêbû.
Fatên li ser tecrubeya nexweşiya xwe wiha domand: "Dema nexweş ketim gelek heval û dost li min geriyan û li ser enerjiya erênî û dûrketina ji tirsê şîret li min dikirin lê tenê nexweş bi halê xwe dizane kes nikare hêza îradeya te xurt bike ger ev yek li gel te tunebe." 
Divê em hîn tedbîrên pêşîlêgirtinê bigirin û aşî bibin
Fatên wiha domand: "Hin caran min lawazbûn û şikandinê hîs dikir, piştre min hêza xwe werdigerand, tevgerên laş pir lawaz bûn û janên wê pir giran bûn, piştî 16-17 rojan min dîsa tehlîl çêkir lê mixabiin hîn jê xilas nebûme. Hin bi hin oksîjen ango bêhngirtina min kêm dibe ji ber ku bandora vîtamîn û dermanan li ser nexweşiyên min a berê çêbûye." 
 Li ser pirsa parastina ji vê nexweşiyê wiha dibêje: “Ez pir li ser bernameya çawaniya dermankirin û rizgariya ji nexweşiyê baldar bûm. Nemaze lixwekirina berdekan dikim ji ber ev nexweşî li gerdûnê heye û gelek giyan bi xwe re biriye ji ber vê yekê divê ji bo parastinê bi kesên pispor re bikevin nava tevgerê da ku şîret û hişmendiya me li ser zêde bibe." 
 Her wiha wê bal kişand ser divêtiya bûyîna aşiya coronayê û got ku ger aşîkirin ji sedî 80 derbas neke divê bi riya zanist û perwerdeyê hişyarî bê belavkirin. 
Tê ragihandin ku di 15 Sibatê de kampanya aşîkirinê li sê nexweşxanyan li " fayzr-biyuntik" ku ji Belcîka girtibûn kir.
Hestên girêdana bi jiyanê re 
Her wiha wê bal kişand ser bandora vê tecrubeyê û got "Mirov li ser bingehek şer hatiye mezinkirin ji bo vê jî xema wan nîn e çi bi serê mirovan de were, ger mirov li ser bingehek mirovî û başiyê bihatana perwerdekirin wê jiyan jî bi xêr bûya heya bijîşk jî sedemên vê nexweşiyê dizanin." 
Li ser sûdên ku ji nexweşiyê girtine wiha got "Tecrubeya coronayê bû sedem ku mirov vegere bingeha xwe, ew jî bi xwe re mayîn ango lêvegerek kesayetî bi xwe re çêdike. Kêm kes dikarin bi tena serê xwe bimînin lê coronayê em mecbûr kirin, hînî tenêmayînê kirin." 
Li ser girêdana bi jiyanê re Fatên diyar kir" Nemaze niha hez ji kirîna tiştan û cilan dikim, ji jiyanê hez dikim lê di qonaxa nexweşiyê de tenê cilên xewê li min bûn, bi baweriya min kesên ku ji jiyanê fêr nebin, wê nizanibin ku pirsgirêk di cewherê mirovahiyê de ye ez her tim xemsar bûm heya bi vê nexweşiyê ketim, girêdan û hezkirina min bi jiyanê re xurtir bû, min digot ez ji mirinê natirsim lê vê nexweşiyê nîşanî min da ku ez şaş bûme." 
Fatên bal kişand ser şopandina tendirustiya xwe, piştî nexweşiyê ji ber ku bandorên derûnî li ser mirovan dihêle û divê ji ber vê yekê mirov hişyar be." 
Şaşîtiyek bi hezarî ye
Sewsen Serhan tevî tedbîrên parastinê bi vîrûsa coronayê re ket nav têkoşînê, "Piştî ragihandina belavbûna coronayê li Lubnanê min hemû tedbîrên xwe girtin ango hemû sozên civakî û hevdîtinên bi heval û malbata bavê xwe re min qedexe kir da ku parastina xwe û hevjîn û malbata xwe bikim. Heya li cihê kar mesafeyeke danûstandinê hebû. Dema bi endamên malbatê re diciviyam û kesek jî nava wan nedizanî ku bi nexweşiyê ketiye, min jî berdevkê xwe li xwe nekiribû min vîrusê girt." 
Sewsen serpêhatiya xwe wiha rêz kir "Di serî de bandorên wê lawaz bûn heya ku min pêhesîna çêj û bêhnê winda kir, wê demê encama tehlîlê erênî bû, bandorên kuxik û gêjbûnê 40 roj domiyan heya encama duyemîn neyînî bû, me digot qey piştî 14 rojan wê encam neyînî be lê mixabin çar hefteyan domiya, bandorên derûnî wisa bû ku hevjînê min jî jê bi bandor bû. " 
Ji pêşerojê ditirsiyam
Sewsen Serhan teqez kir hin tedbîrên parastinê dike tevî ku bunyeya wê xurt e jî li hemberî vegirtinê lê bi hin tedbîrên din re balder e, ji ber ku ew di wê baweriyê de cara duyem girtina nexweşiyê wê ji ya yekem girantir be û wiha domand: “Di qonaxa nexweşiyê de ji pêşerojê û kêmbûna oksîjênê ditirsiyam lê bi demê re min fam kir ku bandora wê li ser kesan cuda ye. Di  demên dawî de nûçeyên mirina endamên malbatan zêde bûn, ji bo vê jî şermkirina ji nexweşiyê û negirtina tedbîrên parastinê kêmasiyek e ji bo her mirovî.”
Ez baldar bûm û min karê xwe dikir
Rîmî Derbas ji ber xebatê di nav civakê de bû, tevî tedbîrgirtinê jî ew di nav tevgerê de bû wiha dibêje "Nikarim bêjim min parastina xwe ji sedî 100 dikir lê ne mîna hevalên xwe bûm, min xebatên xwe bi rengekî xwezayî dikir li kolanan, ji ber sîstema karê ragihandinê ez nikaribûm ji vîrûsê xwe dûr bikim."    
Rîmî Derbas dibêje “Nexweşiya zêdebûna lêdana dil bi min re heye, jixwe bêhna mirov diçikîne, bi vegirtina vîrûsê re zêde bû. Ez vîrusê wekî mirovekî hov ku bi awayekî xirab dixwaze mirovan biêşîne dibînim." 
 Dema nexweşxaneyê
Rîmî wiha pê de çû "Ji ber êş û janên di laş min de xew û rehetî li min heram bû, min tehemul nedikir şeş rojan li nexweşxaneyê mam." 
 Ew dîmenên nexweşan ji bîr nake û dibêje "Ji ber taybetmendiya karê ragihandinê, dîmenên nexweşan heya demekê xwe spartibûn mêjiyê min." 
Diyar dike ku qonaxa tirsê her pê re maye piştî derbaskirina nexweşiyê û dibêje "Bêguman piştî bersiva neyînî ji nexweşiyê, her tirs bi min re ma. Difikirîm ku diviyabû ez bimiriyama her ez aciz dikirim û bandorên wê dibe ku careke din xuya bikin.” 
Girîngiya tendirustiyê 
Rîmî Derbas dibêj  "tirsa min ji endamên malbatê û hevalên min bû ku vîrûsê bigirin û bi xemsarî nêz bibin û xwe bixapînin". 
Weke hevalên xwe dersek ji nexweşiyê girtiye dibêje "Bêguman tiştê herî girîng di jiyanê de tendirustiya mirov e, bê tendirustî tu nikarî bi malbat zarok û hevalên xwe re bijî, tenê girîngiya tendirustiyê, dema ku mirov nexweşiyê digire tê zanîn." 
Her wiha tirsa ji nû ve girtina vîrusê careke din li gel wê heye û dibêj "Ez bawer im ku çiqasî baldar bin jî wê dîsa vê nexweşiyê bigirin ji ber wê divê bi xemsarî nêz nebin." 
Di Gulana 2020’an de xedexeya giştî li welat hat ragihandin, gelek sazî û dezgeh hatin girtin, piştre qedexeya saetan hat diyarkirin. Her wiha li gorî rapora wezareta tendirustiyê di 8’ê Sibata niha de nêzî 215 hezar kes bi vîrusê ketine û nêzî 1590 jî jiyana xwe ji dest dane.