Rojnamevanên Lîbyayê pêşeroja çapemeniyê li Lîbyayê çawa dibînin?

Rojnamevana Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê Selîma EL-Xifêfî nêrîna xwe bi me re parve dike û dibêje; "Beriya 125 salan jinên Ereb ketine nava cîhana çapemeniyê lê heta niha jî di karê xwe de rastî gelek zehmetiyan tên.”

IPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Rojnamevanên jin ên Lîbyayê heta niha di dawiya qonaxa reş û tarî de ronahiyekê dibînin. Tevî nebaşiya rewşa çapemeniyê li bajêr û binpêkirina azadiyê, di destpêka şoreşa 2011’an de heya ku Lîbya di sala 2021’ê de bû yek ji dewletên herî zêde ku karê çapemeniyê biçûk dibîne  dîsa rêjeya kesên ku kêfxweş in zêde ye.
Rojnamevana qenala EL-Hedes a Lîbyayê Hindiye EL-Işêbî dibêje ku tevî ku rojnamevanên Lîbyayê mijarên balkêş û cuda hildibijêrin jî hinek jêhatiyên rojnamevanî yên bi nivîsîn û vegotinê ve girêdayî ne zêdebarî jêhatiya wênekêşiyê ji wan kêm e. 
Dibêje ku piraniya rojnamevanan hewceyî perwerdeyê ne û wiha axaftina xwe domand; "Hejmara rojnamevanên jin ên Lîbyayê di saziyên ragihandinê de gelek kêm e, ev jî vedigere kêmasiya wan a kar di wan saziyan de yan jî redkirina ji aliyê wan saziyan ve. 
Hin rojnamavan qanûnên têkildarî mafên xwe nizanin
Hindiya EL-Işêbî teqez dike ku divê hişyariya bi qanûn û bendên destûrê yên girêdayî mafên rojnamevanên jin were kirin û diyar kir ku ew ji nezanîna hin rojnamevanan bi van qanûnan ku mafên wan di qanûn û destûrê de misoger dike aciz e
Der barê azadiya çapemeniyê di pêşerojê de li Lîbyayê jî wiha dibêje; "Di dema niha de tu azadî di karê çapemeniyê de nîn e. Ger ku rêgez û bingehên dewletekê tunein wê demê azadî jî tune ye, ne tenê di karê ragihandinê de lê belê di hemû aliyên jiyanê de.
Hindiya EL-Işêbî hêvî dike ku ji bo misogerkirina mafên welatiyan, di azadiya raman û derbirînê de guhertin û hişyariyek were çêkirin her wiha ew teqez dike ku pêdivî heye hin bendên qanûna ceza werin sererastkirin, nemaze benda 128 ku xebata rojnamevan û saziyên çapemeniyê bi dijwarî sînordar dike û dibêje; “Madem ku qanûnên wisa hene rojnamevanan tengezar bikin wê demê azadî tune ye. Maf ji destûr û qanûnan tê girtin û bêyî wan em ê binpêkirinê bikin.”
Çapemenî azadiya xwe ji azadiya civak digre
Rojnamevana Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê Selîma EL-Xifêfî nêrîna xwe bi me re parve dike û dibêje; "Ji 125 sal berê de jina Ereb ketiye nav cîhana çapemeniyê lê heta niha ew di karê xwe de rastî gelek zehmetiyan tê. Rojnamevana Lîbyayê jî ji vê yekê ne dûr e, ew jî wek hemû hevkarên xwe li cîhanê gelek zehmetiyan dikşîne. Yek ji wan zehmetiyan meşandina karê xwe ye ku ew jî bi qeyd û bendên civakî, siyasî û aborî ve girêdayî ye.”
Der barê pêşeroja azadiya çapemeniyê li Lîbyayê de dibêje; “Li gor nêrîna min ez niha dibînim ku celebek ji azadiyê di danûstandina bi dozên wekî ku beriya sala 2011’an de axaftin der barê wan de zehmet bû heye, aliyê din jî derbasbûna jinan ji warê çapemeniyê re di van salên dawiyê de gelek zêde bû, vê yekê jî hişt ku nifşeke nû bi ramanên nû were avakirin.”
Selîma EL-Xifêfî destnîşan dike ku azadiya çapemeniyê, azadiya xwe ji azadiya ku ji civakê peyda bûye digre û dibêje; “Lîbya niha di pêvajoya avakirina dewletê de bi wêneyeke rast re derbas dibe bi awayekî demokratîk di saziyan de li pêş be nemaze saziyên çapemeniyê. Tevgera ku bajar têre derbas dibe nîşana pêşerojeke geş ji azadiya karê çapemeniyê re ye her wiha bandora xurt a çapameniyê wekî rayedarek çaremîn li ser mijarên cur be cur ên civakê bandor dike û bi gelemperî karê medyayê zêde dike
Tirsa ku nûçegihan niha dijîn, tirsek ne rewa ye
Li aliyê din edîtora nûçeyan a yek ji qenalên Lîbyayê de Fatma Nasir dibêje; "Rewşa rojnamevanên jin ên Lîbyayê bi pêş dikeve. Ez dibînim ku bi vebûna wan ji medyaya biyanî re, karîbûn fêr bibin her wiha ew bêyî ku bi saziyên fermî ve girêdayî bin kar dikin û raporan amade dikin. Fatima dibîne ku ev guhertin gavên pêşketinê ne. Çapemeniyê der barê hilbijartina mijaran de karibû hin qeyd û bendên ku li ser hatibûn ferzkirin bişkîne.”
Fatma Nasir dibêje; “Pêşeroja azadiya çapemeniyê dê baş be ger ku israr li gel rojnamevanan berdewam bike, dema ku sînorê tirsê bişkînin dê karibin dest bi karê xwe bikin, ji ber tirsa ku niha rojnamevan dijîn tirseke ne rewa ye û ew bêyî sedem fêrî tirsê bûne.”
Em bi tixûbek nedîtbar ve girêdayî ne
Hûda EL-Ebdelî amadekara bernameyan ji ajansa me re dibêje; “Rewşa rojnamevanan li Lîbyayê ne wek berê ye, gelek zehmet bûye û tevger tê de qeydkirî ne zêdebarî rawestandina hin rojnameyan ku bû sedema sekinandina karê jinên rojnemevanan. Di çapemeniyê de tu pêşketin tune ye û pirsgirêka azadiyê li Lîbyayê li ber çavan nayê girtin. Hin mijar ji ber sedemên ewlehî zehmet in. Em bi tixûbek nedîtbar ve girêdayî ne.”
Çapemeniya rastîn armanc dike ku gendeliya li welat eşkere bike
Merwa EL-Hedar ku di saziya destekdayîn û piştgiriya çapemeniyê de rojnamevan e piştrast dike ku civaka Lîbyayê heta niha bi çavek kêm li jinan mêze dike. Ji ber ku di civakeke desthildar de ne, tevî ku rojnamevanên jin azad injî dîsa di gelek astengiyan re derbas dibin..
Merwa EL-Hedar hêvî dike ku çapemeniyeke rast hebe armanca wê aşkerekirina gendelî û nebaşiyê be.
Cîhan Qadirbo di rojnameya Jiyan a Lîbyayê de rojnamevan e dibêje; “Tevî ku ez di karê çapemeniyê de nû me jî dîsa ez dibînim ku hewceyî azadiyê ye.”
Hêvî dikim ku rojnamevanên Lîbyayê, çapemeniya xwecihî xurt bikin
Hûda EL-Şêxî ku di warê lêpirsînan de kar dike wiha dibêje; “Em wekî rojnamevanên jin ên Lîbyayê di gelek zextên xwecihî re derbas dibin ku ew jî tunebûna çapameniya herêmî ye, çi di warê rojnamevaniya nivîskî, bihîstyarî, dîtbarî de, çi jî dîjîtal de be. Tevî ku heye jî bi rêjeyên pir hindik e.”
Hûda dide zanîn ku vê mijarê hişt gelek rojnamevan berê xwe bidin hin warên din da ku enerjiya xwe derbixin ji ber ku rojnamevan mirovên bi enerjiyê dagirtî ne, ji agahiyê gelekî hez dikin û lê digerin û diyar dike ku ew ne li dijî ne ku rojnemevan berê xwe bidin medyaya xwecihî lê ew hêvî dike ku rojnamvanên Lîbyayê, çapemeniya xwecihî xurt bikin.
Rojnamevan Hûda EL-Şêxî destnîşan dike ku jiyana rojane ya aborî zehmet e, vê yekê hişt ku rojnamevan berê xwe bidin hin aliyên din ên kar da ku karibin debara jiyana xwe bikin.
Hûda EL-Şêxî di dawiya axaftina xwe de dibêje ku li Lîbyayê rojnamevan hewceyî yekitiyeke  xurt in û bang li destûrê kir ku qanûnên rojnamevanan diparêzin derxe.