Rojnamevana Iraqî: Divê ji bo rojnamevanên jin hawîrdoreke xebatê ya bi ewle peyda bibe

Rojnamevana Iraqî Sawsan El-Cezrawî diyar kir ku jinên di sektora medyayê de rastî cudakarî û gefan tên û tekez kir ku divê rêxistinên pîşeyî û saziyên medyayê berpirsyariyê bigirin ser xwe.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Rojnamegeriya Iraqê di qonaxên cuda de gelek guhertin dîtine. Ji sînorên çavdêriyê û azadiya sînordar a derbirînê, derbasî qada firehtir a pirrengiya medyayê bûye. Lê tevî van guhertinan, pirsgirêkên pîşeyî yên wek pêbawerî, azadiya derbirînê û pabendbûna bi etîka rojnamegeriyê, hê jî dewam in.

Rojnamevana Iraqî Sewsan El-Cezrawî diyar kir ku hezkirina wê ya ji nivîsandin, huner û wêjeyê, ji salên xwendinê ve dest pê kiriye. Mezinbûna wê di nav malbateke ku girîngiyê dida çand û xwendinê de, bandoreke mezin li hilbijartina pîşeya rojnamegeriyê kiriye.

Sewsan El-Cezrawî got ku “Berî sala 2003’yan, pîşe û qadên cuda di bin çavdêriya hikûmetê de bûn û azadiya kar û derbirînê bi sînor bû. Tevî hebûna derfetên sînordar ên derbirînê, derbasbûna van sînoran hêsan nebû. Jin di qada medyayê de hebûn, lê rola wan hê negihîştiye asta ku tê xwestin. Civakê jî bi hêsanî karê jinan di rojnamegerî, medyayê û hunerê de qebûl nedikir. Ev yek ji astengiyên sereke yên pêşketina wan a pîşeyî bû.”

Pirrengiya medyayê

Sewsan El-Cezrawî tekez kir ku pirrengiya medyayê derfetê dide ku raman û nêrînên cuda bên parvekirin û nîqaşkirin. Li gor nêrîna Sewsan, rojnamegeriya yekalî azadiya derbirînê sînordar dike. Sewsan bi van gotinan behsa ezmûna xwe ya di Tora Medyaya Iraqê de kir: “Di 23'ê Mijdara 2004’an de, wek endama Encûmena Rêvebir ketibûm avahiya radyo û televîzyonê ku paşê bi navê Tora Medyaya Iraqê hate naskirin. Piştre bûm rêvebera Enstîtuya Perwerdehiya Medyayê, ku berê wek Enstîtuya Perwerdehiya Radyoyê dihat naskirin. Enstîtuya Perwerdehiya Medyayê yek ji saziyên navdar bû ku gelek kesên jêhatî di qada medyayê de perwerde kiribûn. Perwerdekirina pêşkêşvanan jî gelek dem, perwerde û zêdekirina zanînê dixwest. Lê piştî bombebarana sala 2003’yan, enstîtu hema bê mobîlya, amûr û belgeyan mabû. Ji ber vê yekê, ji bo nûvekirina wê neçar bû ku ji sifirê dest pê bike.”

Sewsan El-Cezrawî rêveberiya xwe ya wek yekemîn rêvebera jin a enstîtuyê yek ji destkeftiyên herî girîng ên pîşeyî yên xwe hesiband. Sewsan ragihand ku nêzî 60 kursên perwerdehiya teknîkî û medyayî bi beşdariya mamoste, rojnamevan û akademîsyenan li dar xistine, van kursan di pêşxistina enstîtuyê de roleke girîng lîstine.”

Astengiyên nûvekirinê

Sewsan El-Cezrawî da zanîn ku kêmbûna amûran û sînordarbûna çavkaniyên darayî ji astengiyên sereke yên nûvekirina enstîtuyê bûne. Lê bi hevkariya rêveberiya torê, wan karîbûn laboratûwareke komputerê ava bikin û laboratûwara radyoyê nû bikin.

Sewsan El-Cezrawî, kesên ku bê xwedîbûna jêhatîbûnên pîşeyî xwe wek 'medyakar' nîşan didin, rexne kir. Sewsan tekez kir ku karê medyayê zanîn, ezmûn û pêşketina gav bi gav a pîşeyî dixwaze. Ew difikire ku her wiha nivîsandina nûçe û raporan û birêvebirina hevpeyvînan jî ji şiyanên bingehîn ên vê pîşeyê ne. Sewsan destnîşan kir ku pirrengiya partiyên siyasî û cudahiya nêrîn û baweriyên wan li ser karê medyayê bandorê dikin. Sewsan anî ziman ku tevî van sînoran, hê jî derfetên nîqaş û guftûgoyê hene.

Gef û zextên li ser rojnamevanên jin

Sewsan El-Cezrawî bi bîr xist ku parastina rojnamevanên jin ji gef û zextan, berpirsyariyek hevpar a dadgeh, sendîkayan û saziyên medyayê ye û wiha pê de çû: “Rola sendîkayan lawaz e û zêdebûna zextan dibe sedem ku hin rojnamevanên jin dev ji pîşeya xwe berdin. Hedefgirtina jinan ji ber nêrînên wan û parastina mafên xwe, beşdarbûna wan a li nîqaşên giştî û çêkirina yasayan sînordar dike. Ji ber vê yekê, dabînkirina parastina wan pir girîng e.”

Azadiya derbirînê

Sewsan El-Cezrawî di peyama xwe ya ji rojnamevanên ciwan re anî ziman de wiha axivî: "Çand, zanîn û şiyana bikaranîna amûrên pîşeyî gelek girîng e. Çand ji bo jinan amûreke bingehîn e ku bi saya wê dikarin xwe biparêzin û cihê xwe di civakê de bihêztir bikin. Rojnamevaneke jêhatî dikare bê girêdayîbûna bi kesên din an qebûlkirina zext û daxwazên nebaş, şiyana xwe îspat bike. Ez bang li rojnamevanên jin dikim ku di tevger, xuyakirin û axaftina xwe de xwedî hişyarî û berpirsyarî bin.”

'Piştevaniyê bidin kesên jêhatî û jinan'

Di dawiya axaftina xwe de, Sewsan El-Cezrawî bang li sendîkayên rojnamegeriyê û saziyên medyayê kir ku piştgiriyê bidin kesên jêhatî û jinan li gorî zanîn, raman û şiyanên wan ên pîşeyî binirxînin, ne li gorî zayenda wan. Sewsan da zanîn ku nêrîna jinê wek mirovek xwedî raman, hiş û jêhatîbûn dikare derfetê bide ku rojnamevanên jêhatî derkevin pêş û di qada medyayê de bighîjin astên bilind.