Rojnamegerên jin li Sûdanê rastî cihêkariyê tên

Sekretera Sendîkaya Rojnamegerên Sûdanê, Lubna Abdullah teqez kir ku rojnamegerên jin tên paşguhkirin û rastî cihêkariyê tên.

MEYSA EL-QAZÎ

Xartûm – Rojnameger Lubna Abdullah ji aliyê Keyana Jinên Rojnameger a ji bo piştgiriya rojnamegerên jin û parastina mafên wan hatiye damezrandin ve hat pêşniyarkirin û di sandîkeya rojnamegeran de weke sersekreter hatiye hilbijartin. Der barê rewşa jinên rojnameger ên li Sûdanê de Lubna Abdullah ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku li Sûdanê rojnamegerên jin rastî cihêkariyek mezin tên.

Lubna Abdullah îşaret bi vê yekê kir ku ji ber vê cihêkariyê rojnamegerên jin di kar û xebatên xwe de rastî gelek astengiyan tên. Lubna Abdullah a anî ziman ku kêm nûçeyê ku ji rojnamegerê jin re tên dayîn yek ji nîşaneya vê cihêkariyê ye, got: “Heya roja îro, gelek rojnamegerên jin hene mûçeyek zor kêm digrin, tevî ku piraniya rojnamegerên me di radyo, televîzyonan de 20 sal in kar dikin.” destnîşan kir ku weke sekreter ew ê hewl bide ku vê rewşa heyî baştir bike.

Rewşên dijwar

Lubna Abdullah diyar dike ku wê tevî hevaleke xwe di sala 2011’an de lêkolînek der barê rewşa rojnamegerên jin li Sûdanê de kirine, di encamê de diyar bûye ku di tevahî dîroka çapemeniya Sûdanê de, tenê 4 jin bûne sernivîskar, 12 bûne serokên beşan, ji 147 beşên di  nava rojnameyên cuda de.

Lubna Abdullah difikire ku tiştek ji bo piştgiriya jinên rojnameger divê hebe, der barê şert û mercên ku tê de Keyan ava bûye de ev tişt anî ziman: “Em di workshopekê de bûn der barê tundiya li dijî rojnamegerên jin, di roja dawî de ji me re xuya bû ku hemû pirsgirêkên me ji ber nebûna pergaleka parastina me ye. Ji nav workshopê me biryar da em pregala xwe çêkin, me yekem civîna xwe li dar xist û ji rojnamegerên jin xwest her yek ji wan di nava saziya ku tê de kar dike de fikrên xwe bibêje. Me endamtiya xwe sînordar kir, rojnamegerên jin jî bûn alîkar lê şareza û ezmûna me kêm bû, pereyên me jî têrê nedikirin bi pereyên herî kêm me kar dimeşand.”

Dûrketina rojnamegerên jin ji karê giştî bû yek ji astengiyên pêşîn, di wê mijarê de Lubna Abdullah got: “Tirs ji karê giştî hebû, ev jî ji ber bêperwerdeyî û nepisporiyê tê, me civîn ji bo komek ji 200 kesan li dar dixist, tenê 30 an 20 kes amade dibûn, wisa ezmûn sînordar dibû. Niha em piştgiriya rojnamegerên jin dikin da ku tevlî karên giştî bibin rêveberên jin di sendîkayê û karên giştî de hebin.”

‘Derfetên me kêm bûn’

Luba Abdullah li ser projeya Keyana rojnamegerên jin a ji bo piştgiriya rojnamegerên jin ên bêkar axivî û got: “Di kongreyek çapemeniyê de me Keyana rojnamegerên jin ragihand, ji ber zêdebûna diyardeya bêkariyê di nava rojnamegerên jin de, me xwest lêkolînên diyar çêbikin û bifroşin saziyên çapemeniyê ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin. Me 3 lêkolîn pêk anîn lê nebûna pere û kêmderfetî li pêş me bûn asteng, ji ber ku lêkolîna baş ji bo firotinê ji aliyê darayî ve giran bû.”

Luban Abdullah axaftina xwe wiha domand: “Pereyê me têr nedikir ku rojnamegerên me bigihîjin cihên lêkolînan û têra xwarina wan jî nedikir, rewşa rojnamegeran bi xwe jî nebaş bû, wisa proje rawestiya. Ez hêvî dikim bi riya sandîkayê em bikaribin wî karî berdewam bikin û karê jinên rojnameger xweser xurt bikin. Keyana rojnamegeran hê jî heye lê ez ji serokatiya wê derketim ji ber ku di sekretariya rêgeza civakî de me lê ez ê piştgiriya wan bikim.”

Riya ber bi sandîkayê ve

Lubna Abdullah dibêje ku wê destpêkê ji ber gelek sedeman pir nedixwest bibe namzeda meclisa sandîkayê lê ji ber bawerî û piştgiriya rojnamegeran a jê re biryar da tevli vê ezmûnê bibe. Lubna Abdullah got ku ev sandîka bi xwe jî piştî gelek zehmetî û nakokiyên nêrîn û bîrdoziyan derket, di wê der barê de jî got: “Ez rastî rexneyên komên ku li dij nêrînên wan radiwestim hatim û bû pirsgirêkên bi êş re rûbirû mam. Ji ber ku ev yek ji aliyê hevalên min yên nêz ve hat kirin lê baweriya min bi min zêde bû, ez xurtir bûm. Wê demê min biryar da bibim namzeda sandîkayê û di Keyana rojnamegerên jin de bimînim da ku banga mafên xwe û hevalên xwe bikim. Ez namzeta herî dawî bûm di pêşkêşkirina belgeyên xwe di saeta dawî de, min têkçûn hesab nedikir. Ji ber ketina nava ezmûneke demokratîk bi xwe serkeftinek e. Lê bi piştgiriya hevalên min ên jin bi riya komeke Whatsapê bi navê (piştgiriya Lubna di sandîkayê de) min rêza 8’emîn di hejmara dengan de bi 243 dengan girt. Min dizanibû ku sekreteriya rêgezî li gelek dewletan nîn e, me li Sûdanê ava kir ev bi xwe jî ji bo min hêz û baweriyek zêde ye.”

Di dawiya axaftina xwe de, Lubna Abdullah got: “Ez kêfxweş im ji ber keda ku min ji sala 2016’an ve daye vala neçû. Pargalek ji bo parastina mafên rojnamegerên jin bi encam bû. Ofîsa cihkarî di nava sendîkayê de gelekî bû alîkar. Sekreteriya rêgeza civakî dê roleke mezin di pêşxistina rewşên rojnamegerên jin de bilîze. Em hêvî dikin, karê xwe berfirehtir bikin bi her rojnamegerek re rûnên lewma dê rûniştinên nîqaşên vekirî hebin ji bo dûrbûnê nêz bikin. Dema em guhdarî hevalên xwe yên jin bikin em dikarin plana xurtkirina rewşa xwe daynin û beşdarî guhertina demokratîk bibin.