Rojnamegerên jin li Filistînê di mercên zehmet de karê xwe dikin

Di konferansa "Rojnamegerên Jin Diaxivin" de komek rojnamegerên jin behsa tecrubeyên xwe yên li ser kar û zehmetiyên ku di dema êrîşên dawî yên li ser Xezayê de rû bi rû mane, kirin.

 
REFÎF ÎSLÎM
Xeza - Di 27'ê Mijdarê de, Saziya Jinên Filistînî di çarçoveya şeşemîn konferansa xwe ya bi navê "Rojnamegerên Jin Diaxivin" de mazûvaniya komek rojnamegerên jin kir da ku li ser zehmetiyên di dema ragihandina medyayê de rû bi rû dimînin, wekî tundiya derûnî, bedenî, civakî û heta aborî rû didin, binirxînin. Di hewldanek de ji bo balkişandina ser van dozan û teqezî li ser mafê parastina rojnamegerên jin di dema pêkanîna karê xwe de di ragihandina nûçeyan de.
“Di civaka Filistînê de em rastî gelek cureyên tundiyê tên”
Rêvebera Saziya Jinên Filistînî Wefa Abdel Rahman got ku jin di civaka Filistînê de rastî gelek cureyên tundiyê tên, tundiya navxweyî ya ku ji aliyê malbatê ve tê kirin û tundiya devkî heye ku ji aliyê civakê ve tê kirin. Mînak ger jinek ji qetilkirinê rizgar dibe civak dipirse çima sebir nekir, dema tê qetilkirin jî civak dibêje çima nereviya. Wefa anî ziman ku jin û kedkarên çapemeniyê yên jin hê jî bi civak û desthilatdariya baviksalarî ya ku tepeserkirina rastiyê dike re rûbirû ne û rojnamegerên jin di qalibên wekî qalib li gorî kêfa xwe dibînin.
“Îsraîl polîsên jin neçar dike ku îşkenceyê li girtiyên jin bikin”
Rojnameger Hind Şerîda destnîşan kir ku dema bûyerên xwepêşandanên şermezarkirina kuştina çalakvan Nîzar Benat dişopand, rastî lêdanê hatiye û hatiye girtin. Hind destnîşan kir ku êrîşên li dijî rojnamegerên jin ji aliyê jinên weke wan ên di nava hêzên polîs ên Filistînê de dixebitin, pêk hatine û tundiya li dijî wan sîstematîk bû ne xeletiyeke ferdî bû.
Hind anî ziman ku dema ketiye navenda polîsan, rastî lêdan û tehdîdan hatiye, wê fêm kiriye ku Nizar Benat çawa hatiye kuştin. Her wiha Hind diyar kir ku ew xemgîn e ji bo polîsên jin ên ku desthilatdariya Filistînê bi darê zorê wan mecbûr dike ku li girtiyên jin bidin û ger vê yekê nekin, mûçeyê wan tê kêmkirin.
“Ji ber ku saziyên navxweyî tune ne em serî NY’yê didin”
Hind da zanîn ku dema ew ji girtîgehê derketiye hêrs bûye lê ji ber hesta tenêtiyê û hêrsa wê ya li hemberî bertekên raya giştî ku rojnamegerên jin ên doza mafên xwe dikin wekî stemkar dibîne, hêdî hêdî kêm bûye. Her wiha Hind bal kişand ku wê serî li gelek partiyan daye, çi bi riya serdanê û çi bi riya belavokan li ser torên civakî nivîsandiye lê ji bilî bêdengiya Wezareta Jinan û Sendîkaya Rojnamegeran tiştek din nedîtiye.
Hind dibîne ku têkçûna saziyên jinan di dadgehkirina qanûnî ya hemû kesên ku destdirêjiyê li rojnamegerên jin dikin de rewşê xirabtir dike. Nemaze dema ku mijar derbasî cîhana virtual bû û jinên rojnameger ku doza mafên xwe dikirin, gotinên xerab ji wan re hatin gotin. Her wiha Hind rola Dozgerê Giştî ya di şopandina van kesan de meraq kir û vê yekê hişt ku gilî li Neteweyên Yekbûyî bike. Hind got ku ew xemgîn e ji ber û hevalên xwe yên rojnameger neçar dimînin giliyên xwe ji bo Neteweyên Yekbûyî re bikin û wiha got: "Mixabin ez û hevkarên xwe neçar dimînin ku gilî ji bo Neteweyên Yekbûyî bikin. Ger ku Filistînî serî li Neteweyên Yekbûyî didin ji bo giliya dagirkeriya Îsraîlê ev nîşan dide ku saziyeke wan tune ye. Weke rojnameger, me saziyeke navxweyî nedît ku me biparêze û mafên me vegerîne."
“Îsraîl hemû Filistîniyan wekî kole dibîne”
Nisrîn Salim jî piştrast kir ku sîstema Îsraîlê ji desthilatdariyê metirsîdartir e, ji ber ku rojnamegerên jin di hemû rewşan de wekî dijmin dibîne û wiha pê de çû: "Jinên filistînî yên ku gelek nifş mezin kirine, dikarin li hemberî êrîşên Îsraîlê yên sîstematîk bisekinin û bi civaka ku di wê baweriyê de ye ku rojnamegerî ne pîşeya jinan e, tenê mêr dikarin bikin re rûbirû bimînin. Şopandina bûyerên li Qudisê ji bo min erkeke welatparêziyê ye û girtin dê min asteng neke ji er ku ez karê xwe dikim." 
Nesrîn ji ber ku reşik e, bi lêv kir ku hêzên Îsraîlê jê re dibêjin kole û wiha got: "Belkî ev yek ne ji ber rengê min be, ji ber ku baş dizanim leşkerên Îsraîlê hemû Filistîniyan weke koleyan dibînin."
Rojnameger Meryem Ebû Deqa diyar dike ku di dema şopandina şerê dawî de, bandora tundiya derûnî ya ku pê re rû bi rû maye hê jî li ser maye û wê tu carî hêvî nedikir ku ew ê sax vegere malê û zaroka xwe bibîne. Nemaze ji ber ku piraniya roja xwe li nexweşxaneya El-Şîfa derbas dikir, bûbû şahida komkujiya El-Wehdayê, dema malbatên şehîdan ku ji bo naskirina cenazeyên zarokên xwe berê xwe didin nexweşxaneyê.
“Keça min her dem dixwaze ku di dema êrîşan de ez wê biparêzim”
Rojnamegera bi navê Emel Hebîb jî behsa tecrubeya xwe ya dema çûyîna ji bo şopandina şehadeta zaroka bi navê Meryem El-Talbanbî ku di êrîşa meha Gulanê ya dawî de hatibû qetilkirin dike. Emel Hebîb dema behsa wê rojê dike digrî ji ber ku navê wê dişibe navê keça wê ya ku her dem jê daxwaz dike di dema êrîşan de wê ji mirinê biparêze. Her wiha Emel lê zêde kir ku dema ew li ser kavilan rûniştîbû, wênekêşek piştî qedandina kar jê re gotiye ku ew li ser perçeyên bedena Meryemê ku di bin keviran de asê maye rûniştiye û wiha berdewam kir: "Dema ku min ev gotin bihîstin, min dest bi girînê kir û min wê demê fêm kir ku ew bêhna gemarî, ya cenazeyê zarok bû."
Meysûn Kihêl ku ev 16 sal in di warê rojnamegeriyê de dixebite destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên Filistînî bi taybetî li Xezayê ji bo ku karibin cihên alternatîf ji bo saziyên xwe yên ku di êrîşa dawîn de hatine wêrankirin, bibînin hewcedariya wan bi piştgiriya psîkolojîk û peydakirina aborî heye.