'Rojek dê jin bibin kabûsa Talîbanê'

Çalakvana sivîl a li parêzgeha Parwanê Lelma Nûrşah tevî bêkar xwe maye jî berxwedana xwe li dijî polîtîkayên Talîbanê didomîne û hêvî dike ku rojek jin bigihîjin azadî û dadmendiyê. Lelma dibêje: "Dê rojekê jin bibin kabûsa Talîbanê."

BAHARAN LAHÎB

Parwan – Di bîst salên borî de, jinên li her devera Efganistanê hewl dan xwendin û nivîsandinê fêr bibin, hişyariya xwe ya siyasî zêde bikin û rê nedin mafên wan bên binpêkirin. Piştî vegera Talîbanê, jinên li seranserê Efganistanê li hemberî zilm û cudakariya ku li wan tê kirin rabûn û dest bi têkoşînê kirin.

Hinek ji van jinan li parêzgeha Parwanê dijîn. Jinên vê parêzgehê beriya dagirkeriya Yekîtiya Sovyetê, di dema şerê berxwedanê û di serdema yekem a desthilatdariya Talîbanê de li kêleka mêran wêrekî û berxwedan raber kirin.

Dema ku hûn digihîjin vê parêzgehê, behsa berxwedan û wêrekiya jinên wê tê kirin. Di heman demê de hêzên din jî di nav civakê de bandor kirine û hewl dane ku ramanên xwe belav bikin û pêşî li xwnedin û zanînê bigrin.

Tevî zextan jî jinan rûpelek wêrek di dîrokê vekir

Tevî vê yekê jinên Parwanê ji derfetên heyî sûd girtin û li kolanan, di malên xwe de li hemberî zilm û sînordariyên Talîbanê dengê xwe bilind kirin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe di vê serdema tarî de rûpelek din a wêrekiya jinên Efgan li dîrokê zêde kirin. Ji bo hevdîtina bi çalakvana sivîl Lelma Nûrşah re em çûn yek ji gundên navçeya Parwanê. Lelma Nûrşah ji girtina jinan a bi sûcdariya tiştê ku Talîban jê re 'bêhicabî' dibêje, pir xemgîn e.

Lelma Nûrşah beriya ku Talîban careke din were ser desthilatdariyê, di saziyeke alîkariyê de dixebitî. Lê piştî hatina Talîbanê ev sazî hat girtin, ji ber ku xebatên wê ji aliyê jinan ve dihatin birêvebirin. Tevî ku karê xwe winda kiriye jî Lelma hê beşdarî xwepêşandanên li dijî polîtîkayên li ser jinên Talîbanê dibe.

Dema ku em ketin hundirê mala Lelma ya ji axê çêkirî, me sê zarokên wê yên biçûk li hewşa malê dilîstin dît. Tevî ku demsala payîzê bû, hewşa wê hê jî kesk û xweşik xuya dikir û fêkiyên li ser şaxên daran bala mirovan dikişandin.

Ji ber desthilatdariya Talîbanê neçar ma dev ji karê xwe berde

Piştî saetek, me pê re dest bi sohbetê kir. Lelma behsa jiyana xwe kir û got: "Nêzî deh sal in ez zewicî me. Hevjînê min mamoste ye û ez berî desthilatdariya Talîban di saziyeke alîkariyê de dixebitîm. Weke bi hezaran jinên din ên Efganistanê, ez jî ji karê xwe bûm. Niha piraniya dema xwe bi karên malê û karên cotkariyê re, bi kêleka hevjînê xwe re derbas dikim. Lê tevî vê yekê ez çalakiyên xwe yên civakî jî didomînim."

Polîtîkayên Talîbanê yên li ser civakê

Dema ku me me ji Lelma li ser jinên ku ji aliyê hêzên Emir bi Marûf û Nehî ji Munker ve li Kabulê tên girtin pirsî, wê bi hêrs û biryardarî bersiv da û got: "Min dîmenên belavbûyî dîtin. Hemû jinên ku di van dîmenan de xuya dibûn, cilên ku li gorî daxwaza Talîbanê bûn li xwe kiribûn. Lê xuyaye ku ew bi sûcdariya bêhicabiyê dihatin girtin. Ez dizanim Talîban car bi car jinan li Kabulê û parêzgehên din digre û atmosfera tirs û xofê çêdike, da ku hemû kes bêdeng bimînin. Bi vî awayî gel xizanî, bêkarî û gelek pirsgirêkên din ji bîr dike, tenê fikra parastina jinên malbatên xwe dike."

Lelma bi hêvî li pêşeroja jinên Efganistanê dinêre û wiha bi dawî dike: "Ez piştrast im ku rojek ev jin dê bibin kabûsa Talîbanê û werin ser desthilatdariyê. Di wê rojê de gelê Efganistanê dê azadî, demokrasî û dadmendiyê bi wateya wan a rastîn bijî û bibîne."