Rojek bi jinên Bêrîvan re…

Jinên bêrî ên ku li Geverê ji siharê ber bi êvarê ji zozanan vedigerin, div ê navberê de kedek pir mezin didin. Jinên ku hem li mal û hem jî li deştê demeke dirêj dixebitin, bi rêyên zehmet re neçar dimînin ku biçin zozanan.

MEDINA MAMEDOGLU

Colemêrg- Bêrîvanan ji serê biharê heta serê payîzê diçe zozana heyvanên xwe yên biçûk şîr didin û nîvê roja xwe li deştê derbas dikin. Berîvanan sibê zû radibin karê malê dikin, desmalê xwe girêdidin û bi kumikê xwe didin dêstê xwe û berê xwe didin çiyayên bilind. Ji bo şopandina vê pêvajoya westiyayî em bi bêrîvanan re derketin rê.

Jin jiyana komînal dimeşînin

Li bajarê ku ji bilî sewalkarî û mêşvaniyê derfetên kar nîn in, jin di mehên havînê û biharê de ji bo ji bo komkirina giyayan derdikevin derve. Di vê demê de jinên ku ji bo çandina xwarinên zivistanê dixebitin heta dawiya meha îlonê her roj diçin şîr didoşin. Jin hem vê kevneşopiya ku bi salan e berdewam dike didomînin û hem jî bi vî awayî debara xwe dikin. Ew bi stranên xwe û bi dîlanên ku di rê de dikişînin vê riya dijwar û westayî hêsantir û xweşiktir dikin. Kar û jiyana jinên ku bi şîr dotinê debara xwe dikin jî komînal e.

Rêya qereqolê heye, rê tune!

Hema bêje li hemû gundên Geverê jinên ku diçin bêriyê hene. Li gorî berê, rêyên bilind ên ku jin ne bi hespan, bi wesayîtan diçin, pir dûr in. Jin bi hespan diçin çiyayên bilind ên ku wesayît naçin. Xirvate yek ji wan gundan e ku bi traktora xwe diçin deştê. Jinên ku danê sibehê li traktorê siwar dibin, piştî ku amadekariyên xwe dikin, di rêyeke dûr û dirêj re derbas dibin. Jinên li ser rêya çiyê a ku bi salan e nehatiye çênekirin bi traktorê dema li ser rêyên bi fetlonek derbas dibin zehmetî dikşînin. Jinan diyar kirin ku tevî daxwazên wan rê nehate çêkirin û diyar kirin ku rêyeke din cuda li zazanê heye heye, lê ji ber qereqolê nikarin wê rêyê bikar bînin. Rê ji ber fetlonekên tûj , zinar û toza xwe bi qasî çil deqeyan digire.

Piştî xawrinê govend digerînin û  dest bi karê xwe dikin.

Piştî vê rêya dijwar, jinên ku digihêjin zozana 'Meydana Belek', beriya ku li vir dest bi amadekariyên dotinê bikin, sifra xwê radixin û tiştên ku ji mala xwe anîne li ser vê sifrê datînin û xarina xwe dixwin. Jin piştî xwarinê bi Lawjesê (stran) govendê digerinin. Dema govendên ku bi stranên herêmî dikişînin wêneyekî rengîn vedibêjin, jin piştî govendê dest bi karê xwe dikin. Karê jinên ku li zozana hênik û avî dest bi şîrdotinê dikin bi qasî 2 saetan dirêj dike. Jinên ku sewalên xwe digrin û şîr didoşin yek bi yek bîdonê xwe tijî dikin. Piştî ku karê xwe diqedînin ji bo vegerin malên xwe di heman rêyê de diçûn û hatin heman zehmetiyan dikişînin. Jinên ku heta vegeriyan gund di nava tozê de man, ji bo xwe ji tozê biparêzin neçar in çavên xwe bigrin.

'Bi hatina deştê em hem debara xwe dikin hem jî nefesê digirin'

Hatîce Eren ew jî Bêrîvanê diyar kir ku ew bi firotina şîrê ku dibin gund an jî bi çêkirina penîr debara xwe dikin û wiha got: “Ev der hem xweş û hem jî hênike, ji bo heywanên me cihekî pir xweş e. Tenê kêmasiya me ew e ku riya me hinekî dûr û xerab e. Heta ku em tên vir perişan dibin. Ji ber ku sewalên me di vê germahiyê de nikarin em neçar dimînin ku werin vê zozanê. Ger em bixwazin li gund wan têr bikin, giya tune ye ku bixwin. Em wan tînin vir da ku zêde şîr bidin. Em vî şîrî jî  dibin gund yan penîr an jî rûn çêdikin. Em wê rûnê jî difiroşin.  Westandina karê me pir e, lê dema ku em tên vir, em bêhna xwe distînin. Em ferî vê karî bûne, êdî ji derveyî vî karî tiştekî me nîne. Em hewl didin bi pereyên ku li vir qezenc dikin bijîn."

'Bi salan qada me hate qedexekirin'

Tevî hemû zehmetiyan Hatîce Eren hezkirina xwe ya ji bo ax û zozanên  xwe tîne ziman û dibêje: “Ev zozan bi salan qedexe ye. Ji ber qedexeyê em nekarîn werin. Piştî 10 salan me karî em werin. Me nexwest ku zozanên xwe ji kesî re bihêlin. Tevî hemû zehmetiyan jî ev zozan ya me ye, axa me ye. Her wiha em nikarin pezê xwe li gund xwedî bikin, lewma ev der ji bo me pir baş e.” Hatîce Eren di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku çûna zozanan ji bo wan ne tenê karek e, di heman demê de beşek xwezayî ya jiyana wan e. 

 'Dema em bi hev re bin em pirsgirêkên xwe ji bîr dikin'

Paşê Fîdan Dûruk axivî û got ku di vê dema westiyan de bi hev re bûn hêz dide wan û ew hemû karên xwe bi jinan re bi hev re dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em serê sibê tên vir û êvarê jî li malên xwe dimînin. Rêya me pir xerab e, her ku diçe em di nav tozê de dimînin. Lê dema ku em têne vir, em hemî tengahiyên ku em tê re derbas bûne ji bîr dikin. Em pirsgirêkên xwe bi jinan re parve dikin û sohbet dikin. Dema ku pez didoşin em alîkariya hev dikin. Ger em neyên vir em nikarin debara xwe bikin ji ber ku debara gelê vir tenê xwedîkirina sewalan e. Em zivistanê bi vî şîr, bi heywanên xwe re derbas dikin. Lê em ne tenê weke pêwîstiyekê dibînin û ne poşmanin ku em hatine. Em  bi hev re piçekî jî ji hemû tengasiyên xwe dûr bisekinin.”