Roham ê ku fêrî xwendin û nivîsandinê bû, ji dayika xwe re name nivîsand

Kurê Gulnaz Samamî ya ku di çalakiyên protestoyî yên 15’ê Mijdara 2019’an de li Îranê dest pê kiribûn û bi rojan berdewam kiribûn de hatibû qetilkirin, nameyek nivîsand. Roham piştî ku fêrî xwendin û nivîsandinê bû ji dayika xwe re nameyek nivîsand, hezkirina xwe ya ji bo dayika xwe anî ziman.

Navenda Nûçeyan- Jina ciwan Gulnaz Sammamî jî bi nasnameya xwe ya aktîvîst dihat naskirin. Gulnaz Semamî ku di Mijdara 2019’an de ji bo protestokirina pêkanînên rejîma Îranê û krîza aborî cihê xwe li qadan girtibû, di dema çalakiyên protestoyî de di encama destwerdanên tund ên hêzên Îranê de guleyek li serê wê ket û hat qetilkirin. Kurê wê yê ku hê dest bi dibistanê nekiribû li pey wê ma. Rohamê kurê Gulnaz Samamiyê ku fêrî xwendin û nivîsandinê bû, gava ku nû tîpên xwendin û nivîsandinê fêr bû, ji dayika xwe re nameyek nivîsand. 
Nameya Roham Samamî ya ji dayika xwe ya ku di Mijdara 2019’an de wefat kir nivîsî, ji hêla bikarhênerên medyaya civakî yên li Îranê ve hate belavkirin û şîna zêdeyî mirina sede kesan a wê demê anî bîra mirovan.
Nameya Roham nivîsî wiha ye:
Merheba dayika min. Çawa yî? Tu baş î?
“Dayika min a delal ez bawer nakim tu şehîd bûyî. Xwezî ez jî li gel te bûma û xwezî beriya ku tê ji min bistînin min tu hembêz bikira, maç bikira û tu wisa biçûyayî. Ji bo her tiştê ku min xelet kiriye li min biborîne. Ez ji te hez dikim (I Love You) Te nedît lê min 20 tîp qedandin. Ez nû fêrî xwendin û nivîsandinê bûm. Ev cara yekem e ku ez ji te re nameyek dinivîsînim. Xwezî dema ku min 20 tîp qedandin tu li gel min bûyayî. Te her tim digot tuyê rojekê mezin bibî û dema ku tu fêrî xwendin û nivîsandinê bibî ezê bibînim. Ez ji te hez dikim."