Rêzeçalakiyên Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê ji bo meha Adarê

Kombûna Jinan a Demokratîk a Lubnanê bi boneya meha Adarê, li gelek herêmên Lubnanê rêzeçalakiyan li dar xist.

CAROLİN BAZZİ

Beyrûd - Bi boneya meha Adarê Kombûna Jinan a Demokratîk a Lubnanê li gelek herêmên Lubnanê rêzeçalakî li dar xistin. Çalakî li ser pirsgirêkên jinan, bi taybetî ji ber kêmbûna mafên wan bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê yên li pêş re, bûn. Têkildarî çalakiyên Kombûna Jinan a Demokratîk a Lubnanê, Koordînasyona çapemeniyê ya Kombûna Jinan a Demokratîk Reşa ​​Weznî ji ajansa me re axivî.

"Bi çalakiyên xwe me bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya guhertinê de"

Koordînasyona çapemeniyê ya Kombûna Jinan a Demokratîk Reşa Weznî diyar kir ku Kombûna Jinan a Demokratîk di sala 1976'an de hatiye damezrandin û wiha berdewam kir: "Ji destpêka damezrandina wê ve ew ji bo têkoşîna li dijî her cure cudanî, tundiya li ser jinan, pêkanîna wekheviyê û bihêzkirina jinan di warê aborî û civakî de dixebite. Her sal di meha Adarê de ku weke meha jinan tê hesibandin, Kombûna Jinan a Demokratîk gelek çalakiyan li herêmên cuda yên Lubnanê li dar dixin. Îsal me gelek çalakî li herêmên curbecur ên Lubnanê li dar xistin û me bal kişand ser rola jinan di pêvajoya guhertinê de ji ber ku em li ber hilbijartinên parlamentoy yên Gulana li pêş in. Her wiha me bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de ku ew kampanyay asereke ya parêzvaniyê ye ji aliyê Kombûna Jinan a Demokratîk ve tê birêvebirin. Li Beyrûdê me bi hevkariya Komeleya Edrak û Help Age re hevdîtinek li ser tenduristiya derûnî organîze kir. Tê de me behsa girîngiya tenduristiya derûnî ya jinan û rûbirûbûna wan a nexweşiyên derûnî yên ji ber zextên civakî, aborî û heta fizîkî û exlaqî ji mêran zêdetir hat kirin."

"Roleke jinan a sereke di baştirkirina rewşa aborî û civakî de heye"

Reşa Weznî da zanîn ku li şaxê Baalbekê ji bo ku êş û azarên dayikên ku hê jî ji bo zarokên xwe yên ku bûn qurbaniyên bêndera Beyrûdê ya 4'ê Tebaxa 2020'an li benda edaletê ne, bi bîr bînin xwepêşandanek hat lidarxistin û wiha pê de çû: "Me ji bo du berbijarên hilbijartinên bê yên parlamentoyê, namzedê hêzên desthilatdar û berbijarê hêzên guherînê de xebatek li dar xist. Tê de gelek fikir, pirs û gotûbêj hatin kirin. Me li Trablusê şanoya înteraktîf li ser mijara zewaca zarokan organîze kir û me giranî da ser bandorên vê mijarê û aliyên wê yên civakî. Li şaxa Zoq Mekayîl seroka Kombûna Jinan a Demokratîk Dr. Karolîn Siker bi namzeda hilbijartinên parlamentoyê Dr.Jozvîn Zexîb re der barê rola jinan di guhertin û biryardanê de hevdîtinek kir. Me vîdyoyek jî amade kir ku me di medyaya civakî de di Roja Jinên Cîhanê de belav kir. Di vîdyoyê de çar jinên ciwan ên ku bal kişandibûn ser qanûnên parastinê û qanûnên mafên mirovan ên jinan, di nav de zagona diyarkirina temenê zewacê, qanûna medenî ya yekbûyî ji bo rewşa kesane û kotaya jinan hebûn. Armanca bijartina jinên ciwan ên ku behsa van qanûnan dikin ew e ku em bibêjin jin jêhatî ne, dikarin bi bandor bin û roleke mezin di proseya biryardanê de bilîzin. Jin beşdariyê di pejirandina zagonên parastina jinan de dikin. Roleke wan a sereke di baştirkirina rewşa aborî û civakî de heye û dikarin beşdariyê bikin di derxistina Lubnanê ji qeyrana aborî û civakî ya ku niha tê de ye."

"Em ê piştgiriyê bidin namzedên jin ji bo ku bigihîjin cihên biryardanê"

Reşa Weznî got ku di nav çalakiyên ji aliyê Kombûna Jinan a Demokratîk ve hatin organîzekirin de destpêkirina projeyekê bû ji bo bihêzkirina civaka sivîl, bi hevkariya rêxistina Plan Navdewletî International bû, wiha lê zêde kir: "Rewşa jinan li Lubnanê gelekî hesas e, nemaze ku zagonên parastinê û yên mafên mirovan ku ji bo wan diparêzin, ne di nav karên sereke yên parlamentoyê de ne û ji ber ku em nêzî hilbijartinan bûne, me pêwîstî dît ku em balê bikşînin ser van qanûnan ji bo werin cîbicîkirin û ​​ji namzedên hilbijartinên parlamentoyê daxwaz bikin ku van qanûnan bixin nava bernameyên xwe yên hilbijartinê. Kombûna Jinan a Demokratîk wê di dema hilbijartinên parlamentoyê de li qadan be û çavdêriya hilbijartinan bike û em ê bi daxuyaniyekê hemû bûyeran şîrove bikin û piştgiriyê bidin namzedên jin ji bo ku bigihîjin cihên biryardayînê."

"Agahdarkirina jinan li ser mafên wan û tenduristiya derûnî"

Endama Komeleya Edraak û Help Age Liya Dereh têkildarî hevkariya Kombûna Jinan a Demokratîk û Komeleya Edraak di Roja Jinên Cîhanê de wiha got: "Em komeleyek bi tenduristiya derûnî ve girêdayî ne. Bi boneya Roja Jinên Cîhanê me çalakiyek hişyariyê li dar xist. Em bi Kombûna Jinan a Demokratîk û bi piştgiriya Rêxistina Navdewletî ya ji bo Kesên Temenê wan Mezin re di vê çalakiyê de hevkariyê dikin. Armanca çalakiyê ew e ku jinan der barê mafên wan de û girîngiya tenduristiya derûnî di jiyana me ya rojane de agahdar bikin."