Reşa El-Ibêdî: Xebatkarên çapemeniyê yên jin di bin zextan de dijîn

Di nav nakokiyên siyasî de, xebatkarên medyayê zextên mezin dijîn. Rêbazên ku tirsê didin avakirin êdî eşkera ne, bi taybetî li hemberî jinan, bi awayekî vekirî rêbazên çewisandinê didin meşandin

 
XOFRAN EL-RADΠ
Bexda - Rojnamevana ıraqî Reşa EL-Ibêdî ku heft sal e wekî pêşkêşvana nûçeyan di  çapemeniyê de dixebite wiha dibêje: "Bingeha parastina hevsengiya medyayê bi profesyoneliya mirov û aramiya wî/ê ya bi hevsengiya siyasî ve girêdayî ye. Ez tevli tu aliyên siyasî nebûme û ne jî li kêleka yekê li dijî ya din sekinîm, ev yek jî dibe bingeh ku rojnamevan bi azadî dikarin xebatên xwe bidin meşandin. Ji pîvanên karê rojnamevaniyê ye ku bi baldarî tev bigerin û xwedî berpirsiyarî bin. Bi taybetî di demeke ku ji şerê medyaya civakî hîlekar û krîza siyasî dijî, ji ber vê ez li karê xwe baldar im ." 
Li Iraqê rojnamevanên jin di bin zextan de dijîn
Rojnamevana ıraqî Reşa Ibêdî dibêje: "Di rewşek tevlihev de normal e ku welatî rewşeke bêîstîqrar bijîn. Gelo dê rewşa rojnamevanan çawa be? Di rewşeke ku rojane em nûçeyên kuştin û revandina rojnamevanan dixwînin, rojane zextên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin dibihîzin." 
Hilweşîn û teşhîrkirin amûra kesên lawaz e
Reşa Ibêdî der barê mijara biçûkxistin û teşhîrkirina ku jin di warên siyasî û çapemeniyê de pê re rû bi rû dimînin de wiha dibêje: "Di nav nakokiyên siyasî û pêşbaziya alîgiriya medyayê de û digel her kampanyaya hilbijartinê, jin dikarin bi riya wê re bigihîjin armanca xwe."
Reşa Ibêdî da zanîn ku hilweşîn û teşhîrkirin amûra lawazan e, ji ber ku hîn jî hin neyar bawer dikin ku ew dikarin di civakê de hestên mêr bikşînin qada têkoşîna xwe lê em înkar nakin ku guhertinek di civakê de li hemberî vê nêrînê çêbûye her wiha hemleyên jinan di vî alî de gelekî bi bandor bûn.
Reşa Ibêdî piştrast dike ku rojnamevan ger di çarçoveya destûra pîşe de kar bikin, dikarin gelek astengiyan derbas bikin da ku kesayeta xwe bidin îsbatkirin. Ew pêwîst dibîne ku pêdivî bi rêxistineke ku bi mafê rojnamevanên jin re eleqedar bibe heye da ku di her rewşa zextan de alîkariya wan bike
Reşa Ibêdî di dawiya axaftina xwe de got: "Dem hatiye ku êdî bi awayeke cidî rêxistineke ku bi mafê rojnamevanan re eleqedar bibe were damezirandin."