Remziya Mihemed: Di sala 2021’ê de serkeftinên jinan guhertinên erênî bi xwe re anîn

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed têkildarî kar û xebatên Kongreya Star ên salekê nirxandin kir û wiha got: “Di sala 2021’ê de em rastî gelek mijar û bûyeran hatin hem di aliyê siyasî de guhertinên ku çêbûne, hem jî serkeftinên ku bi destên jinan çêbûne, guhertinên erênî bi xwe re anîn. Di aliyê rêxistinî de me dikaribû civakek bi zanista jinan birêxistin bikin, naskirina jinan a kesayeta xwe li hemberî zîhniyeta civak û malbatê encamên pir pîroz in. Bangewaziya me ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re heye, em yekitiya xwe bi lez bidin avakirin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed kar û xebatên Kongreya Star ên sala 2021’ê anîn ziman. Her wiha pêşketinên jinan di qada siyasî, civakî, aborî û hemû qadên ku pêwîst e jin tê de pêşeng bin nirxand. Li aliyê din bal kişand ser hemleyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, rewşa kampên koçberan û xebatên ji bo wan hatine kirin bi me re parve kir. 
Remziya wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Piştî kongreya me ya 8’emîn a Kongreya Star bi dirûşma ‘Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê hilweşînin’ me dest bi xebatên xwe yên salê kir û bernameya xwe diyar kir. Di sala 2021’ê de em rastî gelek mijar û bûyeran hatin hem di aliyê siyasî de guhertinên ku çêbûne, hem serkeftinên ku bi destên jinan çêbûne, guhertinên erênî bi xwe re anîn. Di qada navneteweyî de komîteya me ya diblomasiyê ya Kongreya Star xebatên girîng di aliyê têkiliyên bi jinên derve re dan meşandin û navenda me li qada Ewropayê hat vekirin. Tehdîdên li ser herêmê destpêkê jinên pêşeng di Kongreya Star de kirin hedef. Xwestin bi hedefgitina jinên Ereb jî nakokiyan di navbera neteweyên di herêmê de çêbikin lê berovajî xwestekên wan hevgirtina gelan bêtir hat xuyakirin.  Xebatên me yên rêxistinî bi jinên cîhanî re berdewam dikin. Endamên Kongreya Star di vî alî de roleke mezin dilîzin. Ji bo avakirina yekitiya Kurdan, roleke me ya xurt hebû me gelek hevdîtin bi sazî û partiyên siyasî re çêkirin û endamên me tevli şêwra li Ewropayê bûn. Di aliyê xweparastinê de me xebatên berbiçav dan meşandin û em dikaribûn li hemberî şerê taybet ê li ser civaka me tê meşandin û li hemberî êrîşên dagirkeriyê bibin bersiv. Me roj bi roj xwe gihand asta serkeftinê û em bûn mînak ji tevahî jinên cîhanê re.”
“Me hemû bernameyên xwe yên di sala 2021’ê de pêk anîn”
Remziya destkeftinên jinan ên sala 2021’ê di aliyê rêxistinî de anî ziman û wiha domand: “Di aliyê rêxistinî de me dikaribû civakek bi zanista jinan bidin birêxistinkirin. Her wiha çavên jinên derve li rêxistina me ye û me weke mînak ji xwe re esas digrin. Daketina endamên meclisê û rehendên me di nav xebatê de ji bo civakê wê zanistê bi xwe re bînin, bi taybetî wê bêtir jin dîroka xwe nas bikin û lê xwedî derbikevin. Naskirina jinan ji kesayeta xwe re li hemberî zîhniyeta civak û malbatê encamên pir pîroz in di vê der barê de gelek semîner û perwerde hatin dayîn. Her wiha xebatên me yên perwerdeyê di akademiyan de berdewam dikin. Ji bo ku jin bikaribin xwe bigihîjînin astek li hember êrîş û tundiya heyî li û ber xwe bidin. Ji bo xebatek lêhurbûnê di aliyê jinan de çêbibe li ser vî esasî me 4 kom perwerde kirin. Pirsgirêka ku herî zêde jin rastî wê dihatin ew bû ku aboriyeke xweser di destên wan de tunebû, ji bo wê di riya rehendê me de em derfetên kar ji wan re peyda dikin. Komîteya me ya aborî xebateke berfireh di avakirina koperatîfan û pêşxistina projeyên heyî de da meşandin. Bi taybetî di aliyê çandinî û sewaldariyê de. Me bernameyên xwe yên ku ji kongreyê derketin hemû pêk anîn. Ji bo komîteyên ku me biryar girtibû em bidin avakirin me komîteya ekeolojî û tenduristî ava kir. Komîteya me ya tenduristiyê li gund û taxan xebatan dikir û ji bo tenduristiya civakê baldar bû û ji bo nexweşiyên jinan heya astekê dibû bersiv. Her wiha gelek hevdîtinên me bi jinên welatên derve re çêbûn, şandeyek jin ji welatê Katalonyayê hatin serdana me kirin me bi hev re tecrubeyên xwe parve kirin.” 
Xebatên ku li kampên koçberan hatine meşandin
Remziya bal kişand ser kampên koçberan û xebatên ji bo wan hatine kirin û wiha pêde çû: “Li kampên koçberan ên Şehba û Serêkaniyê me xebateke pîroz da meşandin ji bo em bikaribin tundî û dagirkeriya li ser van jinan hatiye meşandin rakin, me desteka berxwedanî û alîkariyê da wan. Her wiha komîte û rehendên me xebatên xwe yên salekê bi civînên berfireh nirxandin û nîqaşên wê hatin kirin. Hemleyên me yên li dijî tundiyê ku sala borî me dest pê kiribûn heya îsal berdewam kirin, hemleya me ya bi dirûşma ‘Na ji dagirkerî û tundiyê re, em ê jin û jiyanê biparêzin ’ heya niha berdewam dike der barê vê de helwesteke xurt a jinan derket û bi yek seknê li beramberî tundiyê em sekinîn. Di 8’ê Adarê de ji bo Roja Jinan a Cîhanê me şahiyeke girseyî û navendî li darxist û têde jinan mohra xwe ya şoreşgerî careke din li dîroka têkoşîna jinan xist. Hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ ji bo azadiya Rêber Apo heya niha berdewam dike û yek ji biryara kongreya me bû, di rojên pêşiya me de jî wê helwesta jinan di vê der barê de baştir diyar bibe. Bangewaziya me ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ew e ku em yekitiya xwe bilez bidin avakirin.”
Plansaziya sala 2022’an a Kongreya Star
Remziya plansaziya sala 2022’yan eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Di sala 2022’an de berî her tiştî pêwîst e destpêkê xalên ku em tê de kêm mane dagirin û derbas bikin. Her wiha di aliyê perwerdeyê de em ê hejmarên girseyî yên jinan perwerde bikin da ku jin di aliyê zanistê de zêdetir bi pêş bikevin.  Di aliyê aborî de em ê projeyên xwe berfirehtir bikin. Ji bo avakirina xebatek hevbeş em hewl didin malbatên demokratîk ava bikin û serkeftinên heyî biparêzin.”