Rastiya jina gundî li bajêran

Rewşa jina gundî ku li bajêr niştecih dibe bi jiyana dayik û dapîrên wan ve nayê qiyaskirin, ji ber ku jiyana asayî bi wan re dibû alîkar daku mafên xwe yên desteserkerî bi dest bixin û li se jiyana xwe biryaran bigrin.

EMENÎ EL-MANI
Şam- Yek ji wan xalên destpêkê jin ji bo guherînê bi rêya dadperweriya jinan dibînin ku berdewamiya xwendinê kar ji mafê wê ye. Her wiha jin dikare zilamekê ji bo xwe hilbijêre û mafê xwe di sazûmaniya zewacê û biryargirtinê de bibine, ev yek bû sedem jin bikevin qada cihên reng yên Kar û çareseriyê ji pirsgirêka zewaca temenê biçûk re bibînin.
Hinek kes dibêjin guhertina cih ramanan naguherîne. Jiyan li bajêr bo jinebiyan û kesên ku berpisyariya malê girtine ser milê xwe gelek dijwar e. Her tim ew rastî zordariyan tên, wek mucbûrî  jina gundî kar bi muçeyek kêm dike, her wiha gelek keçên ciwan li bazaran kar dikin û rastî gelek xeteriyan tên. Jiyana bajar jin, zarok û ciwan kirine qurbanî ev jî dibe sedema nakokiyên derunî. Gelek malbat hene ji gundên xwe koêî dewr û berên bajaran bûne û li wêderê ji bo xwe jiyanek nu ava kirine, ebv jiyan li gora hinek jinan gelek xweşe li gora hinekan ji jiyana gundê wan gelek xweştir û bi sebrintire. Di derbarê vê mijarê de jinên ku ji gundên xwe koçî bajaran bûne cudahiya gund û bajaran ji ajansa me NUJINHA re dibêjin.
 “Piştî koçberiyê gelek tişt hat guhertin”
Jina bi navê Fatimê Seîd ya 52 salî dayika heft zarokan û dabpîra nozdeh neviyan e cudahiya di navbera karê xwe yê ku di sala 2012 û niha dike de wiha dibêje: “Dema berê dema hevserê min rêwîtî dikir, min çavdêriya karkeran dikir û min bi wan re karê çandinî û lawirvaniyê dikirç min şîr, mast, penir û rûê pez çêdikir di firot.  Piştî koçberiyê gelek tişt hat guhertin. Niha ez êdî ne xwediyê zeviyanim tiştên ku min berê di firot niha ez bi xwe dikirim û dibim Şamê di firoşim. Edî gelek bikirên wê hene û baweriya wan bi wê nirxî tên û ji bo kirina xwarinan her tim bi min re dinava têkiliyan de ne.
Fatima dide zanin ku jiyana wan ya rast li gundane û wiha dom dike: “Fatimê û hevserê xwe ku piştî pênc salan vegeriyan gundê xwe hêvî dikin cardin malên xwe yên gund ava bikin, ji ber jiyana li bajêr aramiya malbatî û madî bo me peyda nekir. Kombûna malbat, xizman, şiyarbûna saetên sibehê de û nanê tenûrê jiyana me ya raste.”
 “Ez hebûna xwe ya li paytextê guncew dibînim”
Nûr EL-Hemd ya 18 salî ku dibistana Amedeyî temam kiriye ji malbatek ji sala 2014 an ji bajarê Şedadî koçberî gundên Şamê bûye di derbarê jiyana koçberiyê de wiha dibêje: “Biranînên min li bajarê wan heye ev ji şer, tirs û koçberiyê serdest kiriye. Ez hebûna xwe ya li paytextê guncew dibînim. Ji ber ku jiyana gundan li ser me gelek adet û kevneşopiyan ferz dike û li ser tiştên herî biçûk ji em tên muhasebekirin. Di vê her keçik ku di xwendin, di mafê wan yên kar û li xwekirina cilan de em xwedî nêrînek azad bin.”
 “Îro ez zarokên xwe bi awayekî rast xwedî dikim”    
Jina N.S ya 32 salî ku nexwest navê xwe aşkere bike ,dayika çar zarokan e û wê tecrubeya xwe ya jiyana gund û bajaran bi du gotinên kurt anî ziman da diyarkirin ku gund rihettire û pişre çîroka xwe ya koçberiyê ji me re got. “Di sala 2012 an em neçar man ku ji gundê Ebû Hemam tevî malabta xwe derkevin. Hevserê min wekî her kesî bi armanca kar û peydakirina jiyanek xweş ji bo zarokan berê xwe dabû Xelîc. Piştî geşta rêwîtiyê li Reqqayê em niştecihê malek biçûk bûn. Piştî ku min malek kirî û di xwedîkirina zarokên xwe de beyî mudexeleya xizman bi awayek azad me dest bi jiyana xwe kir. Îro ez zarokên xwe bi awayekî rast xwedî dikim û hewl didim ku wan li zanîngehên baş bidim xwendin, da ku di pêşerojê de kar bikin. Ger em li gundan bimana wê ev yek pêknehata.”
“Rûmeta me di bajar û mala me de ye” 
Jina bi navê E.Z ya 52 salî ku ew jî ji bajaorkê Siyal ê girêdayî Dêrezorê koçberî Şamê bûne li benda vegera mala xwe ne ku cihek ji mala xwe xweştir neditine û nabinin dibêje: “Nebaşî li her deverê heye, li gundê me û di nav malbata me de jî heye, li vê derê em rastî biçûkirin û îstixlalê tên. Ez gelek kesa dibinim ku di aliyê fikir de em gelek ji hevdû cudane. Rûmeta me di bajar û mala me de ye û jiyana me li wir xweştire.”
  “Bi encamên karê xwe em gelek kêfxweşin” 
Herî dawî jina bi navê Ayîşa EL-Ehmed ya 49 salî ku ji sala 2014 an ve  ji bajarê Bokemal hatiye û xwediya kargehek dirûnê ye dibîne ku jiyana li bajêr da ku mirov debara jiyana xwe bike bi hewceyî saetên dirêj kar kirine heye û bi bîr dixwe ku: “Min li bajarê Qudsiya li gundewarê Şam dikanek kirê kir û makîneyên dirûnê min kirî û têde fistan û didrût. Ji xwe xweşika min jî bi min re kar dike em bi encamên karê xwe gelek kêfxweşin. Ji gelek bajarên din daxwaza cil dirutinê ji mere tên, ev yek jî bi saya têkiliya civakî ya di navbera kur û keçên bajarên Sûrye de ye.”