Rahêner Lubaba Mihemed pîştgiriya jinên ciwana dike

Rahêner Lubaba Mihemed dibêje: “Ji bo civakek bi tendurist û serkeftî hewceye zarok di nava malbatê de baş bê perwerdekirin.”

 
XOFRAN EL-RADΠ
Bexdad – Lubaba Mihemeda 37 salî rahênera geşepêdana mirovî û rêvebira tîma Iraqî a geşpêdan û alîkariyê ku zanista siyasî xwendiye û li kêleka wê jî beşê aborî temam kiriye. Ji bo bibe pisporek a ji nêz ve bi civakê re eleqeder bibe û bandor li bûyer û hilbijartinên civakê bike beşdarî qursên perwerde û geşedana mirovî jî bûye.
Lubaba diyar kir ku ew bi heskirin karê xwe yê perwerde û rahênanê dike û wiha domand: “Ji min re meraq bû ku ez têkevim warê perwerde û geşepêdanê û beşdarî qursa dîplomasiyê bibim û dûv re li NLP pratîkê bikim . Min danişîn li xwe sepand û min dît ku ew çawa bandor li raman, kesayeta min û bertekên min dikin. Ew guhertina min di nava çend mehan de çêbû. Min xwest ji ew kesên şok û qeyranan dijîn jê sûd bigrin. Di destpêkê de min dewreyek bê destheq dida saziyek sêwiyan û dûv re jî dersên li ser xwebawerbûnê da û piştî wê min kanalek li ser telegramê vekir û danişînên NLP pêşkêş kir ji bo mirovên binêrin xwe ji enrejiya negatîf xilas bikin.”
Lubaba Mihemed got: “Avakirina mirov tê wateya avakirina civakê, dema ku tu di hundirê civakê de bixwe bawer bî, hişyarî û hêza xwe bidê nîşandan dê kesayetek baş were avakirin. Divê malbat kedeke mezin bide da ku zarok bi awayekî rast were xwedîkirin. Di civakên Ereban de, em giringiyê didin şerm û gotinên xelkê.  Em nêrîna xwe ji bîr dikin û li gorî derdorê diçin. Divê em hevdû tawanbar nekin, em fam bikin ku ka baweriya rast çi ye û kîjan adet me daniye û gelo wê were guhertin an na. Dema ku ramanên mirov hat guhertin wê demê her tişt wê were guhertin.”
Li ser awayê ku jin kesayeta xwe ferz dike, Lubaba Mihemed dibêje: “Ev mijar li gorî kesayetiya mêr û kesayetiya jin û civaka ku têde dijîn cûda ye. Nêrîna mêr ji jina wê civakêre wê bandorê li ser bike. Ji xwe dê jin dema kesyetek bi hêz bi dest bixwe wê bi bandor be. Bav bingehê avakirina kesayetî û baweriya jinê ye. Ji ber vê yekê em gelek alozî, pirsgirêkên derûnî, bêbawerî, lawaziya kesayetiya dû dilî û tirsa di kesayetiya jinê de ji encama têkiliya bêhevseng û neyînî ya di navbera bav û keçê de dibînin.”
Lubaba di derbarê perwerdeyên ku dayî de wiha got: “Di nav beşdarbûna min ya di Bernameya Banka Cîhanî a geşepêdanê de min alîkarî û geşepêdan bi heve girê da. Semîner û daneşînên me ji ciwan û jinan re di bernameyên alîkariyên mirovî de hebûn. Nabe ku em şîret û pendan di civakeke dermirovî de ku mirov têde ne xwediyê pêdiviyên bingehîne jiyaneke guncaw bi domîne.”
Rahênera geşepêdana mirovî û rêvebira tîma Iraqî a geşpêdan û alîkariyê Lubaba Mihemed di dawiya axaftina xwe de îşaret bi pirojeyên xwe yên pêşerojê ku di dema pandemiya korona de li ser kar dikir kir û got: “Wê piştgirî ji bo ciwan û pirojeyên biçûk were kirin. Ji xwe beşek jê hatiye bicihanîn, tîma me her piştgirî dide ciwanan ji bo  bi Banka Cîhanî û dezgehên hikumî re pirojeyên biçûk ava bikin.”