Qutkirina stasyona Elok rê li ber nexweşiyan vedike

Zekiya Remedan da zanîn ku 40 roj av li ser Hesekê hatiye qutkirin û rewşa xelkê wê di xeterê de ye û got: “Zarokên me hemû nexweş ketine.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Ji dema stasyona Elok ji aliyê dewleta tirk a dagirker hatiye dagirkerin ve bi hezaran ên Hesekê bê av man. Ev nêzî 40 roj stasyona Elok nehatiye şixulandin, ger dişixule jî çete xeta avê dişkînin û av nagihîje Hesekê. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe bi tensîq bi navenda avê ya kantona Hesekê av li xelkên wê belav dike lê ji ber ku hejmara welatiyan zêde ye têrê nakê. Lewma welatî neçar dimînin ava vexwarinê ji sehrîca bikirin û ew jî bi zehmetî peyda dikin. Zekiya Remedan (85) yek ji welatiyên taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê axivî û banga derxistina çeteyan ji stasyona Elok kir.

“40 roj zêdetir me ava Elok nedîtiye”

Zekiya Remedan diyar kir ku dewleta tirk dixwaze welatiyên Hesekê qir bike û bêdengiya dewletên navdewletî destekdayîn e û wiha anî ziman: “Ji dema ku stasyona Elok ji aliyê dewleta tirk dagir bûye welatî, lawir û xweza tî mane. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di germahiya havînê de av li ser me tê qutkirin û kes dengê xwe nake. Ev 40 roj zêdetir me ava Elok nedîtiye. Em neçar dimînin li sehrîca bigerin û avê bikirin. Ew jî bi zor û zehmetî heya em peyda dikin. Av mafê her mirovê ye, av jiyanê didomîne qutkirina avê tê wateya qutkirina jiyanê.”

“Rewşa zarokên me di xeteriyê de ne”

Zekiya bal kişand ser xeteriya qutkirina ava Elok wiha got: “Bi qutkirina ava Elok gelek nexweşî zêde bûye. Heya nexweşiya kolerayê ji ber ava ne paqij derketiye. Kurê lawê min nexweşiya gurçik pê re çêbû, zarokên me mîdeyê wan diêşe. Tenduristiya me di xeterê de ye. Em ava sehrîca dikirin em nizanin cîdera wê ji ku derê ye. Gelek caran me kiriye nayê vexwarin lê em çi bikin em neçar in. Kanî rêxistinên mirovî yên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, rêxistinên tenduristî bila dengê xwe bikin. Ev temenê min ewqas sal çêbûye me wisa nedît. Sûcên dewleta tirk sûcekî giran e lê kes tune ye wî ceza bike ji ber ku her yek berjewendiyên xwe dixwaze.”

“Çareserî ew e ku dewleta Tirk ji stasyona Elokê bê derxistin”

Zekiya Remedan destnîşan kir ku Rêvberiya Xweser li gorî derfetên xwe av li Hesekê belav dike lê têrê nakê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bilî ku em av dikirin, Rêveberiya Xweser av li me belav dike. Îro li taxa me balav kirin û xezanê me dagirtin em spasiya wan dikin. Lê mixabin ev têrî me nake rewşa aborî ya jiyanê zehmet bûye û kirîna avê jî giran e. Em çareseriyê dixwazin û çareserî jî derxistina dewleta tirk û çeteyên wê ji stasyona Elok e. Di dema şerê Serêkaniyê de peymanek di navbera Rûsya û dewleta tirk hat çêkirin lê ev peyman dewleta tirk pêk nayne û Rûsya jî bi erkê xwe ranabe. Eger hûn bi erkê xwe ranabin çi karê we li welatê me heye?”