Qey kirîna pedan ji marketan qedexe ye!

Ji bo pêşîgirtina nexweşiya Covîd-19, bi hinceta ku di dema girtina tedbîran a 17 rojan de pêşî li girseya li marketan were girtin ji bilî pêdiviyên xwarinê qedexe li ser firotina amûran hatiye danîn.

 
ZEYNEP PEHLÎVAN
Navenda Nûçeyan- Yek ji mijarên xwezayî ku jin dijîn lê neçar in carna ji ber têgihîştinên şaş ên civakî ji bo wê têbikoşin, mijara reglê ye! Ji rabirdûyê heya îro; mijara reglê ya ku di binê rolên diyarkirî û qalibên ramanê yên amade de dimîne, her çendî rewşek pir xwezayî ya biyolojîk be jî ji bo zîhniyeta mêr, her dem wekî diyardeyek “şermê”, “divê were veşartin” hatiye dîtin. Regl bi gotinên pûç ên wekî "pîsbûn" an "nexweşbûnê" hatiye pênasekirin. Her çend li Tirkiyeyê ji bo guhertina têgihîştinên li ser mijara reglê dem bi dem hin gav hatibin avêtin jî (mînaka betlaneya mehane ya Yekitiya Baroyên Îzmîrê), mixabin, hîn gelek jin dema ku li marketan ped dikirin neçar in çenteyên reş /rojnameyan bi kar bînin an jî pêden xwe veşêrin. 
Jinan li cihê kar, dest bi amadekirina pêkanîna projeyên wekî bikaranîna betlaneya reglê yan jî di dema reglê de daxwaza bêpere girtina amûrên wekî ped û bergirk (tampon) bê pere kirin. Lê tevî vê yekê jî mixabin, di vê demê de bûn şahidên rewşeke trajîk. Lewre ji ber danezana nû ya vê hefteyê nikaribûn ped bigirin. Yek ji van jinan Parêzer Selîn Ozcan a li Balikesîr dijî ye.
Wekî ku tê zanîn, Wezareta Karên Navxweyî ji ber nexweşiya Covîd-19, ji bo tedbîrên giştî  ku dê heya 17’ê Gulanê bidomin, rêziknameyek nû ji bo marketan weşandin. Bi vê rêziknameyê, firotina hin amûran hat sînordarkirin. 
Di vê rêziknameyê de hat gotin ku ji bo pêşî li girseya marketan were girtin "ji bilî pêdiviyên bingehîn " tiştên din hatine bi sînorkirin.
Selîn Ozcan dema ku ji bo kirina tiştan çû marketê nikaribû ped bikire, vê yekê li ser Twitterê ragihand. Di tweetê de di demek kurt de gelek kesan bersiv dan û qedexeyên bêwate hatin nîqaşkirin. Di daxuyaniya ku ji hêla wezaretê ve hat dayîn de, diyar bû ku li marketan nezelalî û tevliheviyek heye, ji ber ku der heqê pêdiviyên ji bo reglê de tu ravekirinek berbiçav tune ye.
Di medyaya civakî de gelek jinên mîna Selîn Ozcan, der barê pêdiviyên reglê de behsa mexdûriyeta xwe kirin. Parêzer Selîn Ozcan ku me di demek kurt de pê re têkilî danî, têkildarî qedexeya kirîna pedê ya ji marketan ji ajansa me re axivî.
Selîn xanim, hûn dikarin ji me re qala bûyera ku li marketê hat serê we bikin? Ji ber kîjan sedemê we ped nekirî?
Ez li Stenbolê dijîm lê ji ber girtinê, ez hatim Altinoluka Balikesîrê cem malbata xwe. Mala havînê ji navenda bajêr dûr e. Li dora 300 metre marketek A 101 heye, bûyer li vir qewimî. Ger hewce be, ez dikarim navnîşana tevahî bi we re parve bikim. Gava ku ez ketim markete, xebatkara ku berê li wir dixebitî got; "Ji xeynî pêdiviyên ji bo xwarinê firotin tune ye." Ez jî çûm ku pedan bikirim. Min ji xebatkara ku qîriya re got; ‘Ez ê pedek bikirim’, wê got; "Em ji derveyî pêdiviyên xwarinê tiştek din nafiroşin, hûn nikarin bikirin," Min jî diyar kir ku pratîkek wisa tune ye û di rêziknameyê de, xwarinên bingehîn û berhemên paqijiyê bi qedexeyê nayên girtin. Wê jî got "Tenê hûn dikarin berhemên ji bo xwarinê bigrin, hûn dikarin li ser înternetê pedan sparîş bikin." Bêguman, ez di wê gavê de matmayî mam.
Li gorî min li vir binpêkirina mafan heye. Di vê rêziknameyê de bendek heye ku bi zelalî bêje ka firotina pedan qedexe ye yan na? Hûn vê binpêkirina mafan ji aliyê qanûnî ve çawa dinirxînin?
Di rêziknameyê de destnîşan nekirine ku qedexe ye. Lê gotinên wan wisa tevlihev bûn ku mirov nikare şîrove bike. Di vê rewşê de, em nikarin bibêjin ku tenê vê marketê xelet şîrove kiriye; ji ber ku gelek kes bi mînaka wekî ya min re rûbirû mane. Ez difikirim ku pirsgirêka sereke hîn jî nîqaşkirina vê yekê ye. Bi gotineke din, heta şîrovekirinê vê yekê bi xwe jî binpêkirina mafan e. Hewcedariya bingehîn tê gotin; lê li gorî kê, li gorî çi? Vê dorpêça ku hatiye danîn, ji bo nîqaşkirina hewceya bingehîn çi ye; wekî binpêkirina mafan şîrove dikim. Mafên me yên ku bi destûrê tên parastin hene, mafên me û azadiya girtina pêdiviyên bingehîn heye û ne mimkûn e ku mirov bi danezanê bi sînor bike. Lê em gelek tiştan dibînin ku di van çend salên paşîn de ne gengaz e niha jî şaş nebin, em şaş nabin. Bi rastî, ez hîn jî şaşmayî me.
Gelo jinên ku mîna we bi vê rewşê re rûbirû mabin hene?
Dema ku min twît avêt min dît ku gelek kesan diyar kirine, heman rewş hatiye serê wan jî û ser refên pedê şirît hatiye kişandin. Gelek jin hebûn ku wêneyan parve kirin ku bi xwe bi heman rewşê re rûbirû mabûn.
Li gorî we jinên ku vê mexdûriyetê dijîn divê çi bikin?
Ya yekem, hewce ye ku rêziknameyê vekin û wê ji karbidestan re bixwînin. Divê ew diyar bikin ku gotinek wisa ne tê de ye û ew çewt tê şîrovekirin. Heke ew hîn jî israr dikin divê ew raporek çêbikin û giliyê ji markete bikin. Ji ber ku em qala serlêdanek çewt dikin.
Baroya Îzmîrê demên berê, bi biryara destûra reglê ya jinan re guhertinek çêkiribû. Li welatên mîna Skoçyayê, pêdiviyên ji bo reglê bê pere tên belavkirin. Ev rastî û rewşa ku îro hûn bûne şahid dema tînin beramberî hev hûn çawa dinirxînin?
Bêguman, hilberînên ji bo reglê divê ji bo hemû jinan bê pere bin. Regl bi tevahî rewşeke biyolojîk e ku her jin dijî. Her çend di rêziknameyê de hevokek wisa tune be jî şîroveya wê ya bi vî rengî, bingeha xwe ji têgihîştina zayendî digre. Wekî encamek, di rêziknameyê de dibêje "ji xeynî xwarinên bingehîn û hilberînên paqijiyê." Ez difikirim ku regl hîn jî ji bo wan kesên ku girtina pedê qedexe dikin tabû ye. Mixabin em hê jî di vê serdemê de li ser van mijaran diaxivin û nîqaş dikin, ev pir trajîk e!