Qermiçokên rûyê wê bi dehan çîrokên jibîrbûyî vedibêjin

Hemîde Ehmed a 70 salî çend bîranînên xwe yên berê ku di roja me ya îro de hatine jibîrkirin û paşguh dibe vegot û da zanîn ku yên xwedî li çand û dîroka xwe dernekevin, wê nikaribin pêşerojeke ronî jî ava bikin û girîngiya hebûna xwe nas bikin. Her wiha ez bi hemû heyecana xwe bendewara bihîstina mizgîniya rizgarkirina Kurdistanê me.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Kesên temenê wan mezin dîrok in, ên ku xwedî li dîroka xwe dernekevin û wan hembêz nekin wê pêşeroja wan jî bi guman be. Li gel kesên temenê wan mezin pir çîrokên veşartî ku ruxmî komkujî û şerên rû dane, parastine hene. Dayikên berê dem û saetên xwe bi karê bazirganiyê, bêrî, çêkirina alavên kevin, hêrandina genim, çêkirina nanê tenûrê, bi keran kişandina avê bi km. û koçeriyê xwe derbas dikirin. Her çiqasî ew ne di vê ferqê de bûn jî hebûn, dîrok û çanda gelê herêmê diparastin. Tenê ev dayik dikaribûn ku nifşên nû ji dîroka wan agahdar bikin. Da ku em bêtir serpêhatiya dapîra Hemîde Ehmed a 70 salî ku dayika du zarokan e, li gundê Hemra yê ya girêdayî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, nas bikin, me serdana mala wê kir. Hevjînê Hemîde di leşkeriya rejîma Sûriyeyê de, di 1970'ê de jiyana xwe ji dest dide. Bi gelek bîranînên ku ji kameraya me re vegot, em bûn rêwiyên rojên berê. Hemîde ya ku dema mirov derbasî mala wê dibe, bêhna hezkirin û kevinbûna wê tê li mala xwe gelek zebzeyên demsalî diçîne her wiha ji bo ku mala xwe ji nezerê biparêze jî hermelê bi kar tîne.
“Ger me pere nedabûya hikûmetê, rê nedidan ku em herin bêriyê”
Hemîde di destpêka axaftina xwe de em birin rojên berê û ev yek anî ziman: "Dema ku ez zarok bûm, min bi tena serê xwe kerpîç ji bo çêkirina mala gund û xaniyê pez dibirîn. Ji bo çêrandina pez jî em diçûn bêriyê û me pez û berx jî xwedî dikirin. Me li ser pişta xwe û carna jî bi keran pûş û kayê dida hev, dianî malê. Tê bîra min heya dawiya payîzê jî me pûş ji nav erdan dida hev, dikir holîk û dixist bin berxan û pezê ku diwelidîn. Heman wextê jî ji bo çêkirina malan. Dema ku dibû dema bêriyê, me amadekariyên xwe dikir û ber bi Çiyayê Kizwanan ve diçûn. Lê Hikûmeta Sûriyeyê nedihişt ku em herin, ji ber wê jî me pere didan wan tenê ji bo ku em pezê xwe bibin wir. Piranî şêniyên herêmê Çiyayê Kizwanan ji bo koçerî û bêriyê hildibjartin, ji ber ku li wir pir gihayên ku ji bo tenduristiya mirovan û lawiran baş bû, hebûn. Her ku warê me ji bo koçeriyê kevin dibû, me barê xwe bar dikir û berê xwe dida herêmeke din. Gelek jinên koçer jî hebûn û dema ku konê wan nebûya, li bin konê me diman. Koçerî jî çandeke me ya pir kevnar e."
“Ji bêriyê ber bi kilandina dew, çêkirina tevnan û komkirina qurmikê daran”
Hemîde da zanîn ku ji bo her karekî saetek cuda hebû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî ku em ji bêriyê dihatin, em diçûn nav erdan, me kereng, gûriz û hemû gihayên ku sûdê li tenduristiya mirovan dikin, berhev dikirin. Berê ardû tunebû, ji ber wê me kemêlê pez û qurmikê daran li ku derê bidîta kom dikir. Carna ji saet 00:00 êvarê ve me dest bi kilandina dew dikir. Heya saetên berbangê diviyabû ku meşkên me hemûyan li derve bûna û çêkirina dew xilas bûbûya. Me pezê xwe di demsala biharê de, dibirîn û mûyê wan jî bi teşiyê diristin û dikirin tej. Da ku di meha Adarê de dema em biçûna bêriyê, li derdora konê cihê ku qetiya bû ew tej lê dipêçandin û pîne dikirin. Di heman wextê de jî me çît bi darikên ku li newal û di çeman de çêdibûn, bi benikan çêdikir û li derdora konan bi cih dikir. Her wiha alavên ku me pê tevin çêdikir jî ji befiş, gurd, darê paş gurdê hebûn lê niha ez bawer nakim ku hebe, ji ber ku pir tişt pêş ketine û kes êdî tiştên wiha hilnayne. Temenê her tevnê, zêdetirî 50 sal in li cem min. Min kûpên avê çêdikir û kewarên mêşên hêngiv jî xwedî dikir. Tepik û sergîn ji bo sobeyan di zivistanê de, kom dikirin û hişk dikir."
“Dema ku em dilîstin, piştan û hibriya min her ji min diket”
Hemîde da zanîn ku heya niha kofiya Kesrewanê ku emrê wê zêdetirî 60 sal in li cem wê ye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Kofiya Kesrewanê li cem kê hebûya, ew dewlemend bûn, ji ber wê jî kofiya min a ku temenê wê 60 sal in heye û heya niha jî ez didim serê xwe. Ev kofî niha li tu deverê ji derveyî jinên temenê wan mezin, nayên peydakirin. Ji dema ku em zarok bûn ve, dayika min cilên neteweyî bi destên xwe çêdikirin û me fêrî lixwekirina wan dikir. Wê demê her tim piştan û hibriya min ji min diket, heya ku ez fêr bûm. Ji ber wê, ji bo ku em werin naskirin em jinên Kurd in, me her cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe dikir. Divê ku jinên niha jî cil û bergên neteweya Kurd li xwe bikin, ji ber ku em bi wan tên naskirin. Cil û bergên me temsîla kurdewariya me dikin. Rojên berê pir xweş û bi wate bûn. Agirê Kawayê Hesinkar tu carî wê venemire û divê ku her kes xwedî li cil û bergên çanda Kurd derkeve û agirê Newrozê her sal geş bikin."
'Hermel, pelê pîvaz û pelê sîran dişewitînim û li malê digerînim'
Hemîde der barê hermelê de jî ev yek anî ziman: "Gihayê Hermel li çolê şîn dibe û ji berê de jî em wê berhev dikin û tînin malên xwe. Piştî dema palehiya ceh û geniman, hermel jî hişk dibûn. Me libên wê jêdikirin û bi ta û zeriyê ve dikir û bi dîwarê malê ve didaliqand. Ev hermel a ku min çêkiriye û li mala xwe daliqandiye herî kêm temenê wê 20 sal in. Gelek kesan wekî sembola aştiyê û dûrxistina nezerê û tiştên nebaş bi kar dianîn û carna jî ji bo xweşikbûna malan bû. Berê li her malê 3-4 hermel bi dîwaran ve daliqandibûn. Piştî ku hermel hişk dibûn me hildianî, ji ber hinek zarokên ku nexweş diketin jî ji bo wan dihatin bikaranîn. Her wiha şewitandina hermel di nava pez de dihêle ku pez were beran da ku berxan çêbikin. Em hermela hişk, pelê pîvaz û pelê sîran jî dixin nav hev û dişewitînin û li hundirê malê digerînin, da ku hemû tiştên xirab ji malê dûr bikevin. Bêhna wê wekî bêhna bûxarê ye. Niha jî min li mala xwe hermel çandiye, dema ku derkeve ez ê hişk bikim û hilînim."
“Piştî ewqas komkujiyan, Kurdistana azad ji bo me şert e”
Hemîde di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan hesreta xwe anî ziman: "Ez bi hesreta dîtina Kurdistana azad bûm, heya niha jî Kurd di komkujî û şeran re derbas dibin. Em gelê Kurd tu carî ji şer hez nakin lê divê ku piştî ewqas sal ji îşkence û komkujiyan di welatekî azad de bijîn. Ger ku em nebînin divê ku zarok û neviyên me bibînin. Ez bi hesreta bihîstina hebûna Kurdistana azad niha dijîm."