‘Projeya neteweya demokratîk temînata îradeya gel e’

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El-Hamid destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk temînata îradeya gel e û da zanîn ku ewê bi projeya neteweya demokratîk li dijî êrişan li ber xwe bidin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û di şerê xwe de balafirên keşfê û hemû çekên giran bi kar tîne. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El-Hamid a êrişên li ser heremê nirxand da zanîn ku ewê bi projeya neteweya demokratîk li dijî êrişan li ber xwe bidin.

Nûra El-Hamid diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê û koçberkirina wan ji xaka me ji bo dagirkirina xaka wan êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne û wiha pê de çû: “Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê bi destên Hêzên Sûriyeye Demokratîk êrîşên, dagirkeriya Tirk hewl dide alozî û bêîstiqrariyê çêbike û ev yek jî piştrast dike ku dewleta Tirk piştevanê terorê ye.”

‘Ji bo parastina herêmê jin di her warî de xebitîn’

Li ser rola jinên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin Nûra El-Hamid wiha anî ziman: “Ji destpêka damezrandina Rêveberiya sivîl û Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, jinan roleke mezin di avakirina meclis, rêveberî û saziyên jinan de, ji bo bihêzkirina xwe û parastina hemû jinên ku li dijî zîhniyeta baviksalarî têdikoşin, lîstin. Jin di hemû warên jiyanê de û di parastin û rizgarkirina van herêman ji terora çeteyên DAIŞ’ê de roleke sereke lîstin lewma ev pêngava yekemîn bû ji bo beşdarbûna jinan di vê projeyê de û parastina destkeftiyên herêma xwe.”

‘Em ê li dijÎ êrişan li ber xwe bidin’

Li ser girîngiya projeya neteweya demokratîk Nûra Hamid wiha axivî: “Projeya neteweya demokratîk temînata îradeya gel û îradeya jinan û şoreşên civakê ye û her şoreşger li dijî neheqî û tundiya li ser civakan û bi taybetî jî li ser jinan, serî hildide. Dema ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde dike, bi meş, serhildan, xwepêşandan û aktîfkirina parastina cewherî berxwedan û têkoşîna gel hê zêdetir dibe. Eger êrîş bidomin dê koçberî çêbibe, têkoşîn û destkeftiyên jinan jî winda bibin. Tevî van êrîşan, pêwîst e em xwedî îrade bin da ku li dijî dewleta tirk a dagirker berxwedaniyeke mezin bimeşînin. Me weke Rêveberiya Sivîl li Minbicê û gundewarên wê, ji bo parastina herêmê tedbîrên ku hemû sazî di nav de ne girtine. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser de bi îradeya jinan em ê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.”