Plana nifûsa ciwanan gelek xeteran bi xwe re tîne
Di salên dawî de, Komara Îslamê hewl dide bi polîtîka, propaganda û amûrên cûrbecûr malbatan teşwîqî anîna zarokan bike gelek kes vê yekê dişibînin cureyek zext û zora rejîmê.
SARA PURXAZARÎ
Kirmaşan – Nexşeyên demografîk ên Îranê nîşan didin ku di navbera salên 1960 û 1990'î de, welat bi mezinbûna nifûsê ya pir bilez re rûbirû maye. Bi taybetî ji ber polîtîkayên demografîk ên Îranê û faktorên din ên civakî. Lê di salên dawî de enflasyona nedîtî, lêçûnên jiyanê yên zêde, ewlehiya aborî ya kêmbûyî û guherîna şêwazên jiyanê bûn sedem ku gelek malbat zarokan kêmtir bînin an jî qet neynin.
Palana Nifûsa Ciwanan
Ji bo çareserkirina kêmbûna rêjeya welidînê, hikûmet di 5 salên borî de planek bi navê Plana Nifûsa Ciwanan xist meriyetê. Armanc ew bû ku ciwanan teşwîq bike bizewicin û zarokan çêbikin. Ji bo bidestxistina vê armancê, hikûmetê rêzek teşwîqên weke qeydkirina wesayîdan, dabeşkirina erdê û tesîsên darayî li ber çavan girt.
Jin ji bo alîkariya bigrin hewl didin zarokan bînin
Her çendî hikûmetê bi arguman û hincetên cûrbecûr hewl da vê guhertinê kêm bike jî gelek rapor nîşan didin ku piştî pişkinîn ji statuya mecbûrî hat rakirin, gelek jinan, bi taybetî li parêzgehên ku xizmet li wan kêm e, van testan ji pêvajoya ducaniyê derxistin. Encama vê biryarê kêmbûna di sevkên ji bo pişkinînê de û zêdebûna jidayikbûna pitikan bi nexweşiyên kromozomal ên wek sendroma Down û nexweşiyên din ên genetîkî bû.
Dewletê bi zanebûn vê planê derxistiye
Karmenda Nexweşxaneya Mihemed Kermanşahî, Şêrîn M. li ser mijarê wiha dibêje: "Reklamên berfireh ên ji bo zarokanînê, bêyî dabînkirina binesaziyek rastîn û domdar û piştgiriya hikûmetê, gelek jinên li deverên bêpar û paşguhkirî neçar hiştiye ku biryar bidin ducanî bibin, bi hêviya ku sûd û alîkariya hikûmetê bigrin. Ev di demek wisa de ye ku hinek ji van jinan ne di temenê guncaw de ducanî bibin. Her wiha ducanîbûn ji bo wan xeterên mezin tîne. Piraniya van jinan ji 35 salî mezintir in û gelek caran 2 an jî 3 zarokên wan hene. Di salên dawî de bi kêmkirina hewcedariyan an şopandina cidî ya ji bo pişkinînê ji hêla hikûmetê ve, gelek jinan ji ber sedemên darayî, faktorên çandî yan nebûna hişmendiyê xwe kontrol nakin."
Ji ber kêm lênêrînên bijîşkî zarok kêmendam çêdibin
Şêrîn M. encamên vê biryarê bilêv kir û got: "Gelek pitik bi pirsgirêk û nexweşiyên cûrbecûr çêdibin; pirsgirêkên ku dikarin bi lênihêrîna baştir, xwarina dayikê ya rast û gihîştina karûbarên bijîşkî yên pêşîlêgirtinê werin kêmkirin. Di gelek rewşan de, xizanî, êşa dayîkê, kêmxwarinî, roleke girîng di çêbûna van mercan de dilîzin."
Ji dema pêkanîna vê planê ve sendroma Down zêde bûye
Li gorî statîstîk û agahiyên hatine weşandin, ji dema pêkanîna Plana Nifûsa Ciwanan ve, hejmara jidayikbûnên bi sendroma Down zêde bûye û hinek rapor texmîn dikin ku dibe ev mezinbûn bi qasî du qat û nîv be. Yek ji sedemên girîng ên di vî warî de tên pêşkêşkirin, îhtîmala kurtajê ya sînordartir e. Di rewşên ku îhtîmala fetus ji nexweşiyên genetîkî yan pirsgirêkên cidî dikşîne de jî.
Di pratîkê de qanûn û prosedurên hişktir tenê di rewşên taybetî û tevlihev de destûrnameya kurtajê ya bijîşkî girtine. Ev pirsgirêk dikare di zêdebûna vê hejmarê de rol bilîze. Di vê çarçoveyê de, Serokê Komîteya Nifûs û Malbatê ya Meclîsa Şêwirmendiya Îslamî, Emîrhuseyîn Bankîpûr ragihand ku ji dema pêkanîna Plana Nifûsa Ciwanan ve, jidayikbûna zarokê sêyemîn ji sedî 65 zêde bûye û rêjeya kurtajê jî ji sedî 52 kêm bûye. Ev hejmar, digel şert û mercên aborî yên dijwar, pirsa gelo hinek ji vê zêdebûna jidayikbûnê, bi taybetî di nava malbatên kêmdahat de, ji ber rewşa aborî çêbûye, derdixe holê.
Bûye pirsgirêkek civakî
Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek takekesî yan malbatî ye, dibe pirsgirêkek civakî ya berfirehtir. Ji ber ku civakek bi nifûsa zêde ya bi pêdiviyên taybet re rûbirû ye divê di heman demê de xwedî pergala tendirustî, rehabîlîtasyon, perwerde, xizmet û çandî ya guncav jî be.
'Binesaziya pêwîst nayê dîtin'
Tooba Y. ku weke dilxwaz bi Rêxistina Xizmetguzariyê re dixebite dibêje: "Ez dikarim bi bawerî bibêjim ku qada giştî ya civakê bi tu awayî ji bo hebûna kesên astengdar nehatiye çêkirin. Binesaziya pêwîst ji bo hebûna wan a serbixwe li hawîrdorên bajarî tune ye."
Li Îranê nebûna tesîsan kesên kêmendam xemgîn dike
Rêxistina Xêrxwaziyê li gorî cure û giraniya kêmendamiyê, mehane ji 800 hezar heta 3 milyon Toman pere dide ku ev pir kêm e. Dema meriv lêçûnên jiyan, dermankirin, rehabîlîtasyon û lênêrînê li ber çavan bigre. Ger mîna gelek welatên pêşketî, tesîsên bajarî, perwerde, wesayîdên giştî, derfetên kar û xizmetên piştgiriyê yên guncav ji bo kesên kêmendam werin peydakirin; dê kalîteya jiyanê baştir bibe. Lê li Îranê nebûna tesîsan û nêzîkatiyek berfireh û piştgir şert û mercên jiyana gelek kesên kêmendam û malbatên wan dijwar dike wan di rewşeke xemgîn û ji jiyanê westiyayî de dihêle.