Piştî şer zarok neçar dimînin debara malbata xwe bikin

Li bajarê Helebê rêjeya karkirina zarokan gelek zêde ye. Malbatên ku ji şer û krîza aborî bandor bûne, neçar dimînin zarokên xwe bidin karkirin. Lê zarok di temenek biçûk de dikevin bin barê giran û ji xwendinê bê par dimînin.

XUFRAN EL-HIBIS

Heleb – Li gelek welatên Rojhilata Navîn zarok ji ber şêrên berdevam û krîza aborî de di temenê xwe yên biçûk de kar bikin. Zarokên ku piranî di karên çandinî, sanayî, înşeatan de kar dikin bi gelek metirsiyan re rûbirû dimînin. Her wiha her sal bi dehan zarok ji ber neewlehiyê di encama qezayan de jiyana xwe ji dest didin.

‘Lawên min bi gelek zehmetiyan re derbas dibe’

Meryem Şelal dayîka zarokê bi navê Hesen e behsa zehmetiyên xwe dike û dibêje: “Di sala 2019’an de min hevjînê xwe di şer de winda kir, kesek tune min xwedî bike ji bilî lawê min Hesen ê 14 salî. Ji ber rewşa aborî ya zehmet ji bo alîkariya min bike min biryar da lawê xwe bişînim kar. Tevî ku temenê lawê min biçûk e jî ew di werşeya sazkirina motorsiklêtan de kar dike. Her sibeh zû radibe û berê xwe dide werşeyê û xwe fêrî sazkirina motorsiklêtan dike. Lawê min di gelek zehmetiyan re derbas dibe. Di milê fîzîkî de gelekî diweste ji ber seatên kar dirêj in. Tevî ez li ser lawê xwe û pêşeroja wî ditirsim lê belê ev kar ji bo hebûna min û wî û peydakirina pêwîstiyên me girîng e.”Meryem Şelal di dawiya axaftina xwe de hêvî dike ku rewş baş bibe ji bo lawê wê careke din vegere dibistana xwe û perwerdeya xwe berdewam bike.

‘Min berpirsiyariyeke giran û mezin rakir’

Nûr Hedad ya 17 salî jî ji şefeqê radibe, selikeke qetên nan têde ne û hinek av pêre ye berê xwe dide zeviyan. Seatên dirêj di bin tava rojê de zeviyan berhev dike. Nûr Hedad wiha behsa sepêhatiyên xwe kir: “Min berpirsiyariyeke giran û mezin bi ruhekî xurt û îradeyeke nayê şikandin rakir. xeyalê min ew e ez vegerim dibistanê û xwendina xwe berdewam bikim lê ji ber karê min ê bi tenê ye pêdiviyên malbata min ez nikarim vegerim xwendina xwe.”

‘Dixwazim bibim mamoste’

Nûr Hedad  wiha axaftina xwe domand: “Min pirtûkên kevin ji pirtûkxaneya gundê xwe dianî û di demên vala de min dixwend û dinivîsand. Rojekê dema min di zeviyan de kar dikir mamosteyek yek ji rêxistinên mirovî israra min a xwendinê dît ji ber wê biryar da alîkariya min bike. Ji bo fêr bibim û hin alîkariyên xwarinê ji bo malbata min jî pêşkêş kir. Bi alîkariya wê min dikarîbû seatên karê xwe kêm bikim û vegerim dibistanê. Tevî hemû zehmetiyên bi min re derbas bûn jî ez sibehê diçim dibistana xwe û piştre berê xwe didin karê xwe. Ez dixwazim bibim mamoste.”