Piştî mirina sê kurên xwe bi xwedîkirina neviyan xwe li jiyanê digre

Fatimê Ebû Xemaş a Filistînî sê kurên xwe di nava salekê de winda kir. Ev yek Fatimê di nav trajediyekê de rûbirû hişt. Fatimê bi îsrar û berxwedanê niha jiyana xwe ji bo neviyên xwe yên ku bê bav mane, didomîn e.

REFÎF ISLÎM

Filistîn – Li ser xeta zer a li navenda Zîvala Xezayê, Fatimê Ebû Xemaş çar rojan li wir rûnişt û ji hêzên Îsraîl lava kir ku destûrê bidin wê ku cenazeyê kurê xwe, ku tenê çend metreyan dûr bû, bistîne. Rêxistinên navneteweyî yên wek Xaça Sor nekarîn destûrek ji bo wergirtin û veşartinê peyda bikin. Lê dayîkê di îsrara xwe de berdewam kir û di dawiyê de kurê xwe veşartin.

Dema ku kurê Fatimê Ebû Xemaş yê mezin birayê xwe yê biçûk winda kir, çîrok dest pêkir. Wî biryar da ku vegere mala xwe, ku di nav xeta zer de ye, bi hêviya ku bîranînek ji rabirdûya wan a hevpar bibîne. Lê ew ji aliyê hêzên Îsraîl ve hate armancgirtin û mir.

Fatimê Ebû Xemaş dibêje ku li gorî bijîşkê wî yê li Navenda Tenduristiya Derûnî ya Xezayê, kurê wê Mihemed Ebû Xemaş ji nexweşiya stresê ya piştî trawmayê dikişand. Her sal bi taybetî di meha Gulanê de, nîşaneyên nexweşiyê li ser wî xuya dibûn. Fatimê destnîşan kir ku kurê wê bi xwe di rojên dawî yên Nîsanê de diçû û tevahiya mehê xwe li navendê digirt. Bi destpêkirina şer re, ew rewş xirabtir bû û kontrolkirina wî ne gengaz bû ji ber ku dermankirina ku dihat dayîn jî kêm bû an jî ne berdest bû.

Di lêgerîna xwe ya ji bo cenazeyê kurê xwe de tirs red kir

Fatimê Ebû Xemaş vedibêje ku wê qet hêvî nedikir ku hêzên Îsraîl wî gulebaran bikin, ji ber nexweşiya wî ya derûnî û hewcedariya wî ya dermankirinê, heye. Fatimê texmîn kir ku ew ê were girtin an jî were şandin. Lê piştî ku ew çend rojan winda bû, Fatimê dest bi lêgerînê kir. Intuîsyona wê jê re got ku biçe xeta zer, wê cesareta xwe kom kir û li wir sekinî, alayek spî di destê xwe de girt. Li nêzîk, wê cenazeyek dît ku ew nas dikir.

Bi îsrarbûn karîbû cenazeyê kurê xwe werbigire

Dema ku wê cenaze dît, al ji destên Fatimê ket û lava kir. Dronek nêzîk bû û leşkerek bi wê re axivî, jê xwest ku here da ku ew jî heman çarenûsa kurê xwe nebîne. Fatimê Ebû Xemaş red kir û lava kir ku ew tenê yek metre derbas bibe û cenazeyê bistîne berî ku kûçikên bêmal wê bixwin. Îsrara Fatimê Ebû Xemaş nêzî çar rojan domkir û di dawiyê de leşker qebûl kir ku cenaze radestî dayîkê bike.

Sê kur di salekê de winda bûn

Mihemed ne windakirina yekem bû ji bo Fatimê Ebû Xemaş. Berî wî, wê Usame yê 27 salî winda kir, ku di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de dema ku kamyonên alîkariyê ji diziyê diparast. Piştre birayê wî yê biçûk hat, dema ku bi hevalên xwe re li ber dibistanekê ku koçber lê dimînin, hat kuştin û sedema mirina wî hê jê nediyar e. Mirina Mihemed di salekê de bû sedema lûtkeya vê rêze windahiyan.

Fatimê Ebû Xemaş da zanîn ku ew ji tengasiyeke giran a psîkolojîk dikişîne. Ew nikare bi tena serê xwe bi van hemû windahiyan re mijûl bibe. Sê kurên wê yên mezin di çirkeyekê de winda bûn û xizmetên piştgiriya psîkolojîk li bajarê wêranbûyî hema tune ne. Fatimê neçar e ku li ser lingên xwe bisekine da ku piştgiriyê bide zarokên biçûk ên Mihemed û Usame. Fatimê destnîşan dike ku bûkên wê jî hewceyê heman piştgiriyê ne.

Ji bo neviyên xwe jiyanê didomîne

Fatimê Ebû Xemaş li klînîka girêdayî Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) dixebite. Fatimê hewl dide ku roja xwe ya kar zû derbas bike da ku bikaribe vegere cem neviyên xwe û rewşa wan kontrol bike. Fatimê da diyar kir ku tiştê ku wê herî zêde teselî dike temaşekirina zarokên ku dilîzin û temaşekirina wêne û dîmenên ku wê ji sê zarokên xwe berî ku di êrîşên Îsraîlê de werin kuştin kişandine ye.