Piştî hevberdanê jî tundî didome

Her çendî zagon û dadgeh hene û li gorî wan divê jin piştî hevberdanê ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve rastî tudîtûjiyê neyên jî berevajî wê mafên wan tên binpêkirin û yên ku ji vê yekê zirarê dibînin zarok in.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Pirsgirêkên malbatî di civakên cîhanê de zêde dibin ger em li civaka Kurd binêrin ev yek bi rêjeyek zêze û berbiçav tê dîtin. Bi taybetî pirsgirêkên jin û mêran di nava malbatê de, tundîtûjiya li ser jinan û giliyên di nava dadgehê de nîşan didin ku jin ji endamên din ên malbatê zêdetir rastî tundîtûjiyê tên û di dema hevberdanê de rastî êrîş û tundîtûjiyê tên.

Piştî hevberdanê şerê derûnî li hemberî jinan tê kirin, nahêlin zarokên xwe bibînin astengkirin. Ji van hemû kirinên li dijî jinan diyar dibe ku civaka Kurd ji ber aqilê paşverû û mêrsalariyê, çendî di hinek waran de bi pêş ve çûbe jî di ware mafên jinan de paşverû ye û tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin.

‘Her ku diçe bûyerên hevberdanê zêde dibin’

Parêzer Hawjîn Ehmed diyar kir ku bûyerên hevberdana jin û mêran li dadgehan rojane zêde dibin. Rêjeya hevberdanê ji ya zewacê zêdetir e. Yek ji sedemên vê rewşê zewicandina zarokên keç di temenê biçûk de ye. Wekî din jî bêbaweriya li hemberî hev, nepejirandina hev û bikaranîna torên civakî. Xirabiya rewşa aborî, bêkarî, bikaranîna madeyên hişbir û alkol ev hemû sedemên zêdebûna rêjeya cudabûnê ne. Ya herî girîng jî aqilê mêrsalarî ya li dijî jinan û zêdebûna tundîtûjiya di nava malbatan de ye sedemên sereke ne û wiha got: “Bûyerên koçkirina mêran ji bo welatên ji derve ji ber nearamiya rewşa Kurdistanê, wisa kiriye ku dubare rêje zêde bibe, ji ber wê dema mêrek digihîje ew cihê ku armnac dike, li wê derê ji jinan cuda dibe.”

‘Yên ji ber hevberdanê zirara zêde dibînin zarok in’

Hawjîn destnîşan kir ku ji derveyî wê di pêvajoya zewacê û cudabûnê de tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin û ji aliyê hevjînê xwe ve rastî pirsgirêkan tên. Ev pirsgirêk piştî cudabûnê zêde ne, bi taybetî ger zarok hebin û wiha domand: “Ji ber cudabûnê yên yekem car zirarê dibînin zarok in. Li gorî zagonê bi dehan zarok piştî cudabûnê heta temenê 18 salî mafê wan heye li gel dayikê bimînin lê belê di van bûyeran de nabe ku mêr ji dîtina zarokan bêpar bimîne. Ji ber vê mebestê zagona jimare 6 ku di sala 2015’an de derket, li gorî vê zagonê ger dayik yan jî bav daxwaza zarokên xwe nekin dikarin di nava 24 saetan de li ser hev zarokên xwe bibînin. Di demek de ev di zagona jimare 188 a sala 1959’an hebûna wê nemaye û tenê çend saetan dikarin zarokên xwe bibînin, zagon tenê zarokên şîrxwar nagirin.”

 

‘Jin û mêr zarokan li hemberî hev bi kar tînin’

Hewjîn Ehmed bi bîr xist ku herdû alî di nava jiyana malbatê de pirsgirêkan ji bo hev derdixin, di aliyê lihevnekirina dema dîtina zarok an jî ji ber pirsgirêkên berdewam ên jiyana hevjînî pişt cudabûnê, zarokên xwe li hemberî hev bi kar tînin ji ber acizî û kîna xwe. Ev jî bandorek gelek xirab li ser zarok çêdike û zarokên aciz û enirî ji wan derdikevin. Hemû rênimayên ji bo malbatê dikin ku pirsgirêk biçûk bikin û negihîhin dadgehê, dema ku biryara cudabûnê didin divê zarokan li hemberî hev nedin bikaranîn. Ji ber di pêşerojê de wê bandorek neyênî li ser zarok çêbibe. Rast e jiyana malbatê erkek girîng bi cih dike lê belê hinek kêm û kurtî hene ku gelek caran daxwaz hatiye kirin lê belê aliyên pêwendîdar û berpirsyar bersiv nedane. Rast e cihê dîtina zarokan hatiye diyarkirin lê belê ew cih heta astekê guncaw û girtî ye lê belê ne baxçe tê de ye, ne jî cihek ku malbat bikarin li gel zarokên xwe demek xweş derbas bikin heye.”