Piştî 60 salan xeyalên xwe yê xwendinê pêk tîne

Behiya Murad a bi temenê xwe 60 sale xeyala xwe ya fêrbûna zimanê kurdî pêk tîne û dibêje ku pêwist e her mirovek xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkeve û hebûna xwe biparêze.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, hemû sîstemên nijadperestî hatin hilweşandin ku her mirovek bikaribe li ser pergala Netewa Demokratîk bi reng, ziman û çanda xwe jiyan bike. Bi vê şoreşê re xewna pêşiyên Kurdan a bi sedan salan hat pêkanîn. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan, zanîngeh û peymangehên bi zimanê kurdî hatine vekirin tevî navendên pêkhateyên Suryan, Êzdî û Ermenî yên ku bi zimanê xwe perwerdeya xwendinê dibînin. Yek ji kesên ku beşdarî van kursên xwendinê dibe Behiya Murad a bi temenê xwe 60 salî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, temenê xwe yê mezin ji xwe re nake sînor û dest bi fêrbûna bi zimanê Kurdî kiriye.

‘Em bi dizî bi kurdî diaxivîn’

Behiya Murad li ser zehmetî û astengiyên ku rejîma Sûriyê ser wan pêkdianîn û zimanê Erebî ferz dikir qal kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji zaroktiyê de em bi zimanê erebî fêr dibûn, wekî xewnekê bû ji me re ku em bi zimanê xwe yê dayikê yê Kurdî bixwînin. Derfeta me tune bû ku em fêrî zimanê xwe bibin, em wekî mamoste li dibistanên rejîmê jî li ser me dihat ferzkirin ku em bi erebî biaxivin, heta asta ku qedexe bû ku em bi hev re li derveyê refê bi Kurdî biaxivin. Me gelek zehmetî kişand ji her milî ve, xwesteka me yê fêrbûnê pir bû lê derfet tune bû.”

 ‘Şoreşa Rojava rê vekir ku em hînî zimanê zikmakî bibin’

Behiya Murad bal kişand li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku derfet ji wan re pêşkêş kir ji bo fêrî zimanî zikmakî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanê me gelek dewlemend û şêrîn e. Piştî vî temenê ku bihurî jî, dîsa asta xwesteka fêrbûnê bi dawî nebû. Em niha di malên xwe de, bi malbatên xwe re bi zimanê xwe yê resen diaxivin bêyî ku tu kes tiştek bêje. Bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, êdî zarokên me bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibînin û fêr dibin. Piştî gelek astengiyan, niha bi sedan dibistan, zanîngeh û peymangehên fêrkirina bi zimanê zikmakî hatine avakirin da ku zarokên me yên pêşerojê êşê nekişînin û bi azadî zimanê xwe fêr bibin. Bi taybet ji bo min wekî jinek bi vî temenê mezin û piştî 60 salan derfet ji min re çêbû ku ez bikaribim fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibim, bikaribim pirtûkekê yan jî nivîsekê bixwînim bi serê xwe.”

‘Ziman hebûna mirov e, dijmin dixwaze zimanê me qir bike’

Behiya Murad di berdewamiya axaftina xwe de tekezî kir ku ziman ji bo mirov hebûn e, lewma dijmin dixwaze di riya rêgirtina li pêşiya zimanê dayikê wan qir bike û got: “Li hemû welatên cîhanê, her kes bi zimanê xwe perwerde dibîne û mafê wê/î heye ku bi serfirazî bi zimanê xwe biaxive. Ziman hebûna mirov e, bêguman mirov bi ziman û çanda xwe tê nasîn. Eger însan bi zimanê xwe fêr nebe û neaxvie, wê demê dê bênasname bimîne. Lewra dijmin dixwaze bi riya qirkirina zimanê me, hebûna me qir bike û zimanekî din li ser bide ferzkirin. Ji dewleta tirk jî heman tişt derbasdar e ku li ser kurdên li Bakurê Kurdistanê heta roja îro jî zimanê tirkî ferz dike û dixwaze ku gelê wê derê di nav sîstema xwe de bihelîne.”

‘Temenê mezin nebû sînor pêşiya pêkanîna xeyala min’

Behiya Murad diyar kir ku temenê wê yê mezin li pêşiya pêkanîna xeyala wê nebû sînor, her wiha ji her kesî xwest ku xwedî li zimanê xwe derkevin, fêr bibin û wiha bi dawî kir: “Piştî 60 salan ez fêrî zimanê kurdî dibim, temenê min yê mezin nebû kelem ango sînorek li pêşiya fêrbûna min. Min xeyala xwe ya fêrbûna zimanê kurdî piştî 60 salan ji nû de pêk anî û ez gelek kêfxweş im. Ew ruhê xwendinê û lêkolîn li cem min bêtir pêş ket. Zimanê me xweş e û tu car nabe wekî zimanê kesên din. Em dixwazin ku her kes bi zimanê xwe fêr bibe, bi taybet peyama min ji bo jinan heye ku herî zêde di rojê de demjimêrekî bixwînin û xwe perwerde bikin bi zimanê Kurdî.”