Pirtûkxaneya Serdem derfet ji xwendekarên ciwan re vekir

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê Evêsta Ibrahîm armanca vekirina pirtûkxaneya Serdem li warên koçberiyê anî ziman û got ku Pirtûkxaneya Serdem gelek derfetên xwendinê ji ciwanan re vekiriye.

HESNA MIHEMED
Şehba- Pirtûkxaneya Serdem di 22'ê Îlona 2018'an de bi pêşengiya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Yekem pirtûkxane ye li warên koçberiyê bi taybetî li kampa Serdemê hatiye vekirin. Di pirtûkxaneya Serdem de nêzî sê hezar cureyên pirtûkan hene, tê de pirtûkên wekî roman, çîrok, wêje û helbestên bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkî hene. Di heman demê de parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nava xwe de hewandiye. Piraniya pirtûkan di nav malên hilweşiyayî de di dema şer de hatine dîtin û xistine pirtûkxaneyê. Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Evêsta Ibrahîm behsa pirtûkxaneyê kir û nêrînên xwe ji me re parve kir.
'Yekem pirtûkxaneya li warên koçberiyê pirtûkxaneya serdem e'
Evêsta armanca vekirina pirtûkxaneyeke wiha ji bo koçberên dûrî axa xwe ketine anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Me yekem pirtûkxane li wargehên koçberiyê ava kir, me xwest bi rêya vê pirtûkxaneyê xwe bigihîjînin civakê û ciwanan û bi wan re bibin alîkar. Gelek pirtûk me ji nav malên hilweşiyayî û rûxandî derxistin û anîn pirtûkxaneyê. Rojên destpêkê ji vekirina pirtûkxaneyê em ditirsiyan ku koçber vê yekê qebûl nekin lê bi demê re xwestek û qebûlkirina gel ji xwendinê re zêdetir bû. Piranî ciwanan berê xwe dan pirtûkxaneyê û ji derveyî kampê jî ciwan derbasî pirtûkxaneyê dibin. Di vê pirtûkxaneyê de pirtûkên lêkolînan jî hene mirov dikare agahiyên xwe bi rêya wan berfirehtir bike. Zêdetirî du hezar pirtûk ciwan û zarokan girtine ji xwe re dixwînin û li ser nîqaşên xwe dikin." 
'Pirtûk ji bo mirovan heval e'
Evêsta behsa berhemên ku ji pirtûkxaneya Serdem derxistine kir û wiha pêde çû: "Em bi rêya vê pirtûkxaneyê pêşbirkên wêjeyî salane li dar dixin, di heman demê de dewreyên perwerdeyên lêkolînan jî tên vekirin. Gelek ciwan li gel me hene xwedî mereq in û dikarin berhemên xwe di pêşerojê de dexin. Ji zarokan re jî di dibistana kampa Serdem de odeya xwendinê me ava kir û pirtûkên çîrokên zarokan tê de hene. Em bi hêvî ne ku di demên pêş de li tevahî dibistanan odeyên xwendinê ji şagirtan re bên vekirin, da ku bêhtir fêrî zimanê xwe bibin. Pirtûk hevalên mirovan in. Em bi hêvî ne mirovên zana ji vê pirtûkxaneyê derbikevin."