Pirtûkek li ser êş û azarên nexweşên AIDS’ê

"El wesim" wateya wê Stigm e, nexweşên AIDS ê wekî adetek xelet dişixulîne ku ji ramanên kêmbûna hişmendî yan zanînê destnîşan dikin lê ger ku a bandorê lê dike jin be, wê demê stigma li ser wê du qat dibe.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Aliya Ebû Şahba, lêkolîneke rojnamevaniyê vediguherîne pirtûkek bi navê "El-wesim" wateya wê Stigma ye ku di riya wê re ceribandinên herî bihêz derbas kirin, ji ber ku ew ne tenê agahdariya li ser vîrusa kêmbûna berevaniya mirovî "AIDS" nîşan dide lê belê ew êşên nexweş dijîn û bi kûrahî cudahiya civakê ya di stigmatîzekirina nexweşên xwe de li ser bingeha zayendî vedibêje. Jin li vir bi seknek ducar lehenga bûyeran e, yek li ser bingeha zayendî û ya din encama nexweşiyê bi xwe ye.

Pirtûk serpêhatiya Aliya Ebû Şehba û gera wê ya di nav nexweşan de bi awayekî nerm pêşkêşî me dike. Ji ber ku rêwîtiya nexweşan di peydakirina dermanek ku hewcedariyên wan nabîne vedibêje û dişopîne. Her wiha bi diyaloga xwe ya bi wê re em ê serpêhatiyên jinên ku ji ber hevserên xwe bi vê nexweşiyê ketine û rêwîtiya wan a li hemberî stemkariya civakê jî nas bikin.

"Stigma" peyvek e ku bi gelemperî bandora wê ya dijwar li ser giyanê mirov çêdibe ye, çima we ev nav bi taybetî wek navê pirtûka xwe hilbijart?

Min ji sala 2012'an û vir ve di yek ji temrînên perwerdeya nivîsandina li ser pirsgirêkên jinan de cara yekem dest bi fêrbûna peyva "stigma" kir û di yek ji perwerdeyan de hevokek ku perwerdekar wek "stigmatîzasyon" binav kir, nivîsand. Wê ez şîret kirim ku ez perwerdeyek taybet di warê nivîsandinê de li ser kesên ku AIDS bûne, werbigirim ku berê qewimîbû û bi vê yekê ez fêrî krîza dermankirinê ya ku nexweş derbas dikin bûm.

Krîza derman bû sedema gera min a lêkolînê di destpêkê de. Nexweşî bi serê xwe ne kujer e lê ew berevaniyê lawaz dike û derman dihêle ku mirov demek dirêj bijî. Bi fînansek mezin tê lê di operasyonên danûstendinê de pirsgirêkên wê hene û celebên ku tên Misrê dereng û bi kalîte ne, dibe sedema kêmbûna parêzbendiyê ji bo hinan û paşê jî dibin sedem ku jiyana xwe ji dest bidin.

Rêwîtiya lêkolînê di navbera 2012'an û 2014'an de berdewam kir heya raman ji hêla agahdarî ve hat girtin û piştgirîkirin û lêpirsîn derket holê. Di vê demê de, min hay jê hebû ku tenê vekolîn nebes e û divê êşa kesên ku bi AIDS ê hatine stigmatîzekirin were ragihandin. Ji ber vê yekê fikra pirtûkê wekî hewldanek min hat ku ez ji  komên stigmatîze re bi ser bikevim.

Piştî ku min pirtûk bi dawî kir, heya demek dirêj ez jê re li  navekî digeriyam û min ew nîşanî zêdetirî weşangeran da û di nêrîna her kesê de derdiket holê ko El-wesim- stîgma di mijarê de wekî leheng e, ji vir navê pirtûkê El-Wesim hat.

Êşa ku nexweşên AIDS, nemaze jin dikşînin çi ye?

Li vir êşa jinan ducarî ye, dema ku min li nexweşxaneyên tayê li ser belavkirina dermanan temaşe dikir, yek ji hevjînan pêşniyar kir ku ez wekî nexweş bikevim nexweşxaneyê. Bi rastî jî ev hat kirin û min di dermankirina ku min ji xebatkarên nexweşxaneyê de dît, bi şêwaz û biwêjên tund ên ku min dixwest bi dengekî bilind biqîrim bibêjim ez nexweş nîn im.

Bi dîtina wan, jinên ku vîrusê digirin, bêguman ew kesên ku danûstandinên cinsî yên bazirganî dikin, her çend ji sedî 70 ji wan di saziya zewacê de pê ketine û rêjeya herî kêm a vegirtina AIDS’ê, li gorî amaran, ew in ku bi cinsa bazirganî ve girêdayî ne.

Jin ji hêla kesên herî nêzî wan ve ji sitmga êşê dikşînin û yek ji wan ji min re got ku ew tenê dixwaze yekî bibîne ku pê re êşa xwe parve bike û biaxive. Wê ji xwişka xwe ya ku bizîşkî dixwîne, li ser vê nexweşiyê pirsî û ecêbmayî ma ku wê jê re gotiye ew nexweşiyek xirab e û yên ku pê dikevin ji ber encama tekiliyên cinsî ne. Jineke din jî heye ku ji aliyê hejînê xwe ve bi nexweşiyê ketiye û zarokek wan piştî zayînê nîşaneyên nexweşiyê pê re derketine. Ji ber vê, bijîjk û xebatkarên nexweşxaneyê wê û hevjînê wê ji nexweşxaneyê derxistine di hewayeke xirab a baranê de û wê li ser vê nexweşiyê tiştek nizanibûye.

 Jin ne xwediya biryara têkiliya cinsî ne û gelek caran neçar dibin û di nebûna perwerdeya zayendî de, ew bi gelemperî aliyê herî qels in ku zû nexweşiyê digrin.

Li gorî tecrubeya te ya lêkolînê di pirtûkê de, şano û sînemayê heta çi astê bandorê li civakê kirine?

Mixabin bandora wê mezin û neyînî ye. Di pirtûkê de min beşek tevahî li ser vê bandorê veqetandiye û fîlma "Evîn li Tabayê" di agahiyên şaş de bi nexweşên AIDS ê de roleke herî sereke lîst. Her çend xebatkarên wî lêborîna xwe jê xwestin jî wî pir aciziya nexweşan kir û rasterast stigmatîze li wan kir û piraniya hevjînan bi vê nexweşiyê hîn bûn.

Fîlm bi girêdana bi têkiliyên zayendî yên bazirganî yan jî yên li derveyî saziya zewacê ve gelek xeletî pêşkêş kir û stigmayek mezin ferz kir. Her wiha dest avêt ser hewldanên bi zanebûn, di nav wan de çîroka fîlma "Asmaa” lê ew pir reş û nerehet bû û her wiha rêzefîlma "Di bin kontrolê de" ku taybet e bi hişbiran.

Dikare bê gotin ku piraniya şanoyan rewşa binhişiya vê nexweşiyê derdixin ber çavan û bi cih dikin lewre xebat ji bo agahdarkirina civakê li ser vê nexweşiyê û encamên wê bûye pêwîstiyek û tişta ku ez bi perwerdeyên ji bo rojnamegeran pêşkêş dikim ev e ku ez hewl didim bi wan kesên di civakê de tên stigmatîzekirin re bi ser bikevim.

Berê ji bo piştgirîkirina nexweşên kêmbûna berevaniyê rêzekampanyayên hişyariyê hatibûn destpêkirin. Hûn bandora saziyên civaka sivîl di warê rûbirûbûna stigmayê de heta çi astê dibînin?

Hewldan û kampanyayên baş hene lê di jiyanê de bisînor in û pêdiviya wan bi berdewamiyê heye û zêdetir li ser erdê, ev jî dibe alîkar ku bigihîjin armancên wan û mirov dikare bibêje ku ev sazî bi bandor in lê ez dixwazim xebat li ser hemû astên ragihandinê, radyo û kampanyayên li zanîngeh û dibistanan bin. Afirandina rewşek hişmendiya civakê ya li ser nexweşiyê, gelek qeyranan derman dike. Mirov dijminê tiştê ku nizane ye. Lê di rêwîtiya xwe ya lêkolînê de min dît ku stigma ji hêla kesên xwedî hişmendî û çandê ve tê kirin. Mijar bi hewceyî  bêtir hewldan û xebatê ye.

Tu  dikarî ji me re zêdetir behsa aliyê zanistî û agahdarî yê pirtûkê bikî?

Nexweşiya kêmbûna berevaniyê ya mirovan di nîvê salên heştêyî de hat dîtin û tê bawerkirin ku di meymûnan de hebûye û dibe ku mutasyon bûye û derbasî mirovan bûye û bi demê re îhtîmala ku pê re bijî derketiye.

Ew di şikilên bedenê de û bi rêjeyek mezin di xwînê û şîrê dayikê de heye. Tevî hebûna wê ya di qirikê de, hîpoteza enfeksiyonê bi riya wê pir dijwar e. Ji ber ku ji bo veguhestina enfeksiyonê 3 lître jê re lazim e. Ji ber vê yekê xwarina bi nexweşên AIDS’ê re ne xeternak e lê dibe ku bi riya bikaranîna alav û firçeyên diranan ji ber ku dibe ku di nav wan de xwîn hebe bigihîje û vîrus li derveyê bedenê pir qels e û di nav yek hûrdemê de dimire.

Der barê dermankirina AIDS ê de, hewildan hene, ji wan nexweşên Londonê û nexweşên Berlînê jî û di van demên dawî de jineke ku hatiye dermankirin hat ragihandin lê ev yek di rewşa nexweşiya penceşêra xwînê de ye û ji bo hemû rewşan derbas nabe. Ev hemû jî hewl didin ji ber ku vîrus hîn bi tevahî nehatiye deşîfrekirin. Li derveyê bedenê pir lawaz e û di hundurê bedenê de pir bi hêz e û pergala berevaniya bedenê dike hedef.

Di dawiyê de, bikaranîna endezyariya genetîk, mîna ezmûna çînî tê lêkolînkirin û em dikarin bibêjin ku dermankirina AIDS ê tê û her wiha rastiya şiyana pêşîlêgirtina wê û heya bi wê re jî jiyîn. Lê ya ku pêwîstî bi xebateke mezintir û dirêjtir heye ew e ku li ser guhertina çanda civakê ber bi wê ve bê xebitandin û rûbirûbûna ducarî stema jinan e.