‘Pirsgirêkên siyasî sîstema perwerdê hilweşandiye’

Mamosta koleja perwerdeya seretayî û pispora perwerdeya derûnasa giştî Xûşî Letîf a li ser pergala perwerdê ya li Herema Federe ya Kurdistanê axivî destnîşan kir ku pirsgirêkên siyasî ên ku li herêmê heye sîstema perwerdeyê hilweşandiye.

BANE ROZ

Silêmanî – Nakokî û pirsgirêkên siyasî yên li Herema Federe ya Kurdistanê heyî  bandorê li qada perwerdê dike. Mamostaya Koleja perwerdeya seretayî û pispora perwerdeya derûnasa giştî Xûşî Letîf derbarê pergala perwerdê ya herî zêde ji pirsgirêkên siyasî yên li heremê bandor dibe axivî.

Xûşî Letîf diyarkir ku hemû welatên ku sîstema perwerdê didanin divê felsefeya xwe hebe, ev felsefeya perwerdeyê jî dixin sîstema perwerdê û wiha got: “Di demek ku li vê navçeyê pirsgirêkên siyasî heye, giringiya pêwîst nehatye dayîna felsefeya herî guncaw ji bo sîstema xwendin û perwerdê. Pirsgirêkên siyasî yên ku li herêmê heye sîstema perwerdeyê hilweşandiye. Dema ku welat li ser bingehê partî û aliya be, pirsgirêk derdikevin. Zanayên di nava sîstema xwendinê de dibêje divê zarok ji tiştên ku digre fam bike. Dema zanyarî digre piştre têdigihe û divê bicih bike. Deme eve were pêkanîn wê guherîn di kesayet de çêbibe. Pirsgirêkek din heye ku hêza ciwanan ya nivîsê û xeta xweş nîne û xweşnivîs tê wateya xweşiktiya mirov û pêşkertina şaristaniyê. Dema xetxweş û giringîdan bi nivîsê nemîne, peywendiya bi riya nivîsê jî namîne. Divê mamosta hêza wan ya nivîsê hebe û bi vê riyê xwendekaran bikêe waneyê, divê zanyariya mamostayan hebe, ku tenê bala me bikêşe ser û ezmûn nebe û zanyarî ji bo bicihkirinê bikarbînin.”

‘Pirsgirêka me ew e ku çavdêr nîne’

Xûşî Letîf bi berdewamî wiha got: “Me ji bo ew perwerdeya tunditûjiyane ya hem di navendek xwendinê de û hem jî di nava malbatê de nemîne kar kir. Em zarokên xwe gelek bi naz û nerm mezin dikin û tu berpirsyartiyekê danaynin.  Ji ber wê divê navendek ya perwerdeyê em ava bikin ku ne tundîtûj û ne jî piştguh kirin bee. Divê em ji malbatê destpê bikin û wisa bikin ku li zarokên me bikarin biaxivin û li gel guftûgo bikin. Piştre navendê xwendin dikarin vê berdewam bikin. Di navendên xwendinê de em hewl didin ji bo avakirina kesayetê hinek feraseta ava bikin. Waneyek di qonaxa seretayî de hatiye zêdekirin ku navê ‘jêhatbûan pîşeyê’ heta zanîngehê berdewam dike ku waneyek li ser bingehê guftûgokirinê ye. Rolek giring ya lêkolîneran di perwerdekirina kes li navendên xwendinê de heye. Lê belê pirsgirêk ewe ku me çavdêr û sîstemek bilind nîne ku perwerdeya me bi awayek baş berdewam bike.”

Xûşî Letîf di dawiya axaftian xwe de wiha got: “Qonaxa 12 banadorek zêde li ser asta ciwan heye û em gelek rexne li hilbijartina têgehî dikin. Ev jî wisa li xwendevan dike kar bicih nakin. Divê em ji zaroktî ve kes fêrî berpirsyartiyê bikin, mezin bikin û di hemû aliyan de bi taybet di aliyê paqijî û xwedî lê derketinê de em fêr bikin.”