"Pêwîstiya koçberan bi avê heye"

Endama Meclisa kampa Serêkaniyê Fedîla Hec Hesen qutkirina ava Elok û çemê Firatê bi tundî şermezar kir û bang li rêxistinên Mirovî kir ku bi lez rê li ber kiryarên fetisandinê bigrin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê-Piştî ku dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşê herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi hezaran sivîl ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina şêniyan, kampa Waşûkanî li Rojavayê bajarê Hesekê ava kir û Kampa Serêkaniyê li Taxa Telayî ji bo koçberên ku li dibistana hatibûn bicihkirin da avakirin. Hejmara koçberên Kampa Serêkaniyê 2200 malbat jê 11 hezar û 136 kes lê dijîn. Her wiha roja ku dewleta tirk navçeya Serêkanî dagir kiriye bi awayeke rojane stasyona ava Elok qut dike û rê li ber qeyrana avê vedike. Endama Meclisa Kampa Serêkaniyê Fedîla Hesen qutkirina ava Elok nirxand û teqez kir ku qutkirina avê sûceke li dijî mirovahiyê ye.
"Bi sehrîcan av belav dikin"
Fedîla da zanîn ku şêniyên bajarê Hesekê û her du kampên koçberan piştî dagirkeriya dewleta tirk a Serêkaniyê, qeyrana avê dijîn û wiha pêl da gotina xwe: "Ji dema bajarê Serêkanî û stasyona Elok hatiye dagirkerin ve av baş ji şêniyên Kantona Hesekê re nehatiye. Bi taybetî jî yên ku pêwîstiya wan zêde bi avê heye koçberên Kampa Serêkaniyê û Waşûkanî ne. Niha em di meha rojî û vîrûsa Koronayê de ne û gelek pêwîstiya me bi avê heye. Ger av nebe paqijî jî tune ye lewma koçber di aliyê peydakirina avê de pir zehmetiyan dijîn. Bi awayekê rojane em avê bi sehrîcan belavî şêniyan dikin."
"Qutkirina ava Elok siyasetek li dijî gelan e"
Fedîla bal kişand ser qutkirina çemê Firatê û da zanîn ku ev komployek fetisandinê ye li dijî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Dewleta tirk bi hemû rêbazan dixwaze gel tune bike. Dewleta tirk qutkirina avê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û bi milyonan gel tî dihêle. Ev kiryar li ber çavên tevahî cîhanê pêk tê lê saziyên mafên mirovan heya niha bêdeng in. Îro dewleta tirk bi riya qutkirina ava Elok û çemê Firatê komkujiyek li dijî mirovahiyê pêk tîne. Qutkirina avê bandora xwe ne tenê bajêr di heman demê de koçberan jî dike. Ji ber av nîne ceyran jî qut bûye. Em niha di demsala havînê de ne û di bin konan de dijîn gelo qutkirina avê li dijî însaniyetê nîn e?."
"Divê rê li  ber kiryarên fetisandina gelan bê girtin"
Fedîla herî dawî bang li saziyên mafên mirovan kir ku bi lez mudaxele bikin û wiha bi dawî kir: "Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku bi lez mudaxele bikin û rê li ber kiryarên fetisandina gelan bigirin. Heya dewleta tirk li Serêkaniyê be wê stasyona ava Elok di bin serweriya wan de be, ev yek jî wê qeyrana fetisandinê bide jiyîn."